13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îmamoglû û Yavaş çûn serdana Akşenerê

Ekrem Îmamoglû û Mansûr Yavaş çûn Navenda Giştî ya Partiya Îyî û bi Meral Akşenerê re hevdîtin kir.

Seroka Giştî ya Partiya Îyî Meral Akşener, di civîna 12’an a Tifaqa Milet de namzetiya serokkomariyê ya Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû red kir û mase terikand. Akşener, niha jî îşaretên vegera Maseya Şeşalî dide.

Li dijî bangawaziyên namzetiyê yên Akşener, Şaredarê Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû û Şaredarê Bajarê Mezin a Enqereyê Mansûr Yavaş peyama “Em bi Kiliçdaroglû re ne” da. Îmamoglû û Yavaş ji bo hevdîtina bi Akşenerê re bikin çûn serdana Navenda Giştî ya Partiya Îyî.

Yavaş daxuyanî da

Mansûr Yavaş têkildarî hevdîtinê daxuyanî da û wiha got: “Em şaredarên Tifaqa Milet in. Mimkun nîn e ku em van geşedanan tenê temaşe bikin. Em hatin ba hev û şaredariyên bajarên mezin ên weke Enqere û Stenbolê bi dest xistin. Li pêşiya me hilbijartinek heye. Tehemûla gelê me ya ji bo jihevcudabûnê nîn e. Piştî erdhejê divê em bên ba hev û van birînan derman bikin. Ev daxwaz, daxwaza gel e. Me jî ev yek bo xwe weke peywirekê dît, bi birêz serokê giştî re parve kir û dê binirxînin.”