28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Heke di 90’an de bihatina cezakirin, îro ev encam dernediket

Partiyên siyasî û saziyên sivîl ên Amedê têkildarî êrişên faşîst ên li dijî Amedsporê daxuyanî dan û hat gotin ku kiryar dixwazin atmosferekî tirsê bidin avakirin

Lîstikvanên Amedsporê duh li Bursayê rastî êrîşa faşîst a alîgirên Bursasporê hatibûn û polîsan jî tenê êrîş temaşe dikirin. Di encama êrîşan de lîstikvanên Amedsporê bi sivikî birîndar bûn. Alîgirên Bursasporê jî di trîbunan de pankartên “Torosa spî” û “kesên paramîlîter” ên di salên 90’î de navên wan di kuştinên “kiryarnediyar” de derbas dibin vekiribûn. Lîstikvanên Amedsporê îro vegeriyan Amedê û bi hezaran kes wan pêşwazîkirin. Lîstikvanên Amedsporê piştre derbasî Tesîsên Şehmûs Ozer bû û li wir bi girseyî daxuyanî dan. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Baroya Amedê, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê û gelek sazî û dezgehên sivîl ên Amedê tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ve hat xwendin.

Sembola xerabiyeke biorganîze ye

Eren destnîşan kir vekirina wêneyên torosên spî û navên kesên paramîlîter ku navên wan di komkûjiyên 90’î de derbas bûne, sembola xerabiyeke biorganîze ye. Eren, diyar kir ku ew dixwazin bi vê yekê atmosfereke tirsê bidin avakirin û wiha domand: “Em baş dizanin ku ev gefxwarin û bêperwatiya li hemberî kurdan tê kirin, encama siyaseta necezakirinê ye. Heke wezîfedarên dewletê û kesên sûcdar di salên 90’î de bihatina cezakirin, îro ev encam dernediket holê.”

Bi domdarî Eren got ku ji ber erdhejê welêt rojên zehmet derbas dike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em hêj jî şînê digirin û hewl didin bi hevgirtineke mezin birînên xwe bipêçin. Lê divê em li hêla din jî li hemberî xirabiya ku bi van bûyerên gemar tê kirin, rawestin. Hewce ye rayedarên xemsariya wan di van bûyeran de heye bên cezakirin, derheqê walî û midûriyeta emniyetê de lêpirsîn were destpêkirin û kesên tev li êrîşan bûne bên cezakirin. Em van êrîş û kiryaran şermezar dikin. Em bang li her kesê dilê xwe daye Amedsporê dikin ku 24 saetan li ser wêneyên profîla xwe yên medyaya dîjîtal logoya klubê bi kar bînin û hefteyekê alayên klubê bi wesayît, mal û kargehên xwe ve daliqînin.”