6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

KCK: Em berxwedana jinan silav dikin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniyaniya KCK’ê 8’ê Adarê û têkoşîna jinan pîroz dike û bal dikişîne ser girîngiya 8’ê Adarê, bi vê munasebetê pergala modernîteya kapîtalîst rexne dike. Alternatîfa vê pergala kevneperest weke modernîteya demokratîk nîşan dide ku xwe dispêre paradîgmaya Rêberê PKK’ê Abdûlah Ocalan a pêşengiya jinan derdixe pêş û jinan weke hêmana esas a avakarê civaka nû nîşan dide.

Daxuyanî bi kurtasî wiha ye:

“8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê ku sembola piştevanî û berxwedana jinan a li dijî her cure mêtingeriya sîstema serweriya mêr e, li jinan hemûyan pîroz be, em têkoşîna jinan a ji bo azadkirina mirovahiyê û xwezayê silav dikin, hêviya xwe ya serketinê tînin ser ziman. Di rojeke bi vî rengî de ya biwate, em baweriya xwe tînin ziman ku jinên li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê bi hestên piştevanî û berxwedanê wê têkoşîna azadiyê mezin bikin û me hîn bêhtir nêzî azadiyê bikin.

Nirxên ku ji dîrokê heta niha hatine afirandin encama berxwedan, piştevanî û berdêlên mezin in. Ya ku 8’ê Adarê afirand û bi wate kir, berxwedan û têkoşîna jinan e. Jin di dîrokê de her tim li dijî sîstema serweriya mêr li ber xwe dan, bûn xwedî seknekê. Ya ku hêviyê dide mirovahiyê û jiyanê dewam dike, ev berxwedana dîrokî ya jinan e. Sekna jinan a ku li ber her cure mêtingeriyê radibe û azadiyê ji bo mirovahiyê dixwaze, mohra xwe li tevahiya dîrokê xistiye.

Pergala nêr li jinan ferzkirin

Piştî ku aqlê serwer ê mêr bi dek û dolaban, bi xapandin û komployan serwerî li ser jinan çêkir, têkiliyên mêtingeriyê kete dîroka mirovahiyê. Mirov vê rastiyê bi rengekî şênber di dîrokê de dibîne. Ji xwe dîroka devkî û nivîskî ya pêvajoya serweriya mêran qalê dike bê çawa jin xistine bin serweriya xwe û sîstema mêtingeriyê çawa ava kiriye. Bi nirxandina dîrokê ya dûrî fikrên serweriya mêran, ev rastî dikare bê dîtin û fêhmkirin. Nêzîkatiya serweriyê ya li jinan tê ferzkirin, di heman demê de mêtingerî û desthilatdariya li ser jiyan û civakê bi xwe re aniye. Mêtingerî û serweriya li ser jinan encameke bi vî rengî bi xwe re aniye. Her ku nêzîkatiya mêtingerî û serweriyê ya li ser jinan zêde bû, têkiliyên mêtingerî, serwerî û koletiyê yên li nava civakê jî kûr bûn. Ev yek jî rastiyeke din e ku dîrokê nîşanî me daye.

Sîstema modernîteya kapîtalîst sîstemeke welê ye ku herî zêde êrîşî civakîbûnê dike û mêtingeriyê kûrtir dike. Bi vî rengî şêweyê herî giran ê sîstema serweriya mêran e. Sîstema kapîtalîst ji ber karakterê xwe yê dijminatiya li civakê ew çendî êrîşî jinan û xwezaya jinan dike. Ji ber ku jin nîşaneya jiyanê, parvekirinê û civakîbûnê ye, sîstema serweriya mêran ji bo van hestan tune bike, civakîbûnê bi temamî ji holê rake bi rengekî piralî êrîşan dike. Modernîteya kapîtalîst bi çanda serweriya mêr, zext, mêtingerî, komkujî û têgihiştina azadiyê ya sexte ku li ser xwezaya jinan ferz dike, hewl dide vê rastiya xwe ya dijminatiya li jinan veşêre.

Paradîgmaya modernîteya demokratîk

Rêber Apo nêzîkatiyên modern û kevneşop hemû red kir û hewl da ku xwezaya jinan fêhm bike û pê re bi rengekî rast bijî. Ev nêzîkatiya Rêber Apo û hewldana wî, kir ku di azadiya jinan de kûr bibe. Rêber Apo baweriya xwe bi wê yekê anî ku tenê bi azadiya jinan civak dikare azad bibe û jiyan jî dikare bi wate bê kirin. Lewma ji bo jin bibe xwedî îrade û bi hêza xwe têbigihêje gelekî hewl da. Rêber Apo karên xwe û şoreşa ku pêşengiyê jê re dike weke şoreşa jinan pênase kir, paradîgmaya xwe jî spart azadiya jinan û bi vî rengî nêzîkatiya xwe ya ji bo jinan nîşan da. Vê nêzîkatiya Rêber Apo karakterê şoreşa Kurdistanê diyar kir, kir ku şoreşa Kurdistanê li ser xeteke azadîparêziya jinan bi pêş bikeve.

Weke ku tê zanîn di 6’ê sibata 2023’yan de li Kurdistanê erdhejeke mezin qewimî. Dewleta tirk û desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst gel di nava mirinê de hişt. Li hemberî vê yekê bi pêşengiya jinan piştevanî û alîkariyeke civakî ya gelekî bi wate hate kirin. Ev piştevanî nîşan dide ku jin û gel xwedî potansiyeleke çiqasî mezin in, xwedî wê hêzê ne ku dikarin jiyana xwe û azad ava bikin, rêveberiya xwe ava bikin.

Gelekî bi wate ye ku di vê 8’ê Adarê de jin piştevaniyê ji herêmên erdhejê re dikin, pêşengiyê ji piştevaniya civakî re dikin. Her wiha tê dîtin ku ji her demê bêhtir li hemberî sîstema serweriya mêran, li dijî vê faşîzma sîstemê û her cureyên wê di nava têkoşînê de ne, em vê yekê jî silav dikin. Em careke din 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li hemû jinan pîroz dikin, bi vê wesîleyê têkoşîn û berxwedana jinan ya bi dirûşma Jin, Jiyan, Azadî ber bi azadiyê ve dimeşin, silav dikin.”