3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Akşener dîsa vegeriya Tifaqa Milet

Seroka Giştî ya Partiya Îyî ku ji ber namzetiya serokkomariyê xwe ji Tifaqa Milet vekişandibû, piştî şertên wê hatin qebûlkirin dîsa vegeriya.

Seroka Giştî ya Partiya Îyî Meral Akşener, namzetiya serokkomariyê ya Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû red kiribû û xwe ji Tifaqa Milet vekişandibû. Piştî ku şertên wê ji hêla Tifaqa Milet ve hatin qebûlkirin jî dîsa vegeriya. Akşener, ji bo tev li civîna Tifaqa Milet bibe, hate Navenda Giştî ya Partiya Saadetê.

Şertê Akşener ew e ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû û Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Mansur Yavaş weke cîgirên serokkomar bên qebûlkirin.