3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo nebî qurban rê nede hovan

Ev rêxistina dizek ne ku tenê diziyê dike. Di heman demê de dema ku pêwîst bike karên îstixbaratê jî dike. Di 5’ê nîsana 1995’an de li bajarê Duhokê yê başûrê Kurdistanê di operasyoneke artêşa tirk de 3 “peywirdarên” Heyva Sor a Tirk tên kuştin.

Di ser erdheja ku di 6’ê sibatê de li Gurgumê çêbû re mehek derbas bû. Li ser erdhejê gelek nîqaş û nirxandin tên kirin. Wisa diyar e ku wê ev nîqaş û nirxandin demeke dirêj berdewam bikin. Lê mixabin weke her karesetên bi vî rengî piştî demeke wê ev kareset jî ji aliyê rayedaran ve bê jibîrkirin. Tenê heta çend salan dema ku salvegera erdhejê bê wê derkevin pêşberî kamerayan û bi çend peyaman qurbaniyan bi bîr bînin. Dibe ku rayedar ango rantxurên vê pêvajoyê ev êşa mezin ji bîr bikin. Lê kesên ku bûn mexdûrên vê erdhejê wê bi salan êşa wê bikişînin û bi derfetên xwe hewl bidin ku birînên xwe bi destê xwe bikewînin.

Ji ber hilbijartinê wê erdhej hinekî din jî di rojevê de bimîne. Hê maye ku li herêma erdhejê dîmenên mîzansen derkevin holê!. Bi nêzbûna hilbijartinê re wê ev dîmen peyda bibin û em ê matmayî bimînin. Heta dibe ku em bibin şahidên barandina rondikên gelek rayedarên desthilatê. Lewre di vê mijarê de gelek serkeftî ne; kesên ku wextê ji bo barandina rondikên dayikan “rondik” barandin û gotin, ‘ferq di navbera rengên rondikên dayikan de tune ye, êdî bes bila dayik rondik bibarînin’ îro ji bo barandina rondikên dayikên kurd her kar û xebatê dikin.

Di vê pêvajoya zor û zehmet ku kurd tê de derbas dibin de ew kesên ku ji bo çend dengan û mayîna xwe ya li desthilatê “siyaseta rondikên dayikan” dikirin, îro li Şengalê û rojavayê Kurdistanê bi dostên xwe yên “gurên boz” re nêçîra berxên dayikên kurd dikin. Dijminatiya wan a li dijî kurdan wisa xedar e, bi vê nêçîra xwe ji kurdan re dibêjin, ‘êşa erdhejê ne besî we ye, divê ji koza we gelek berx bibin qurban’. Van kesên ku ji koza kurdan berxên dayikan tune dikin, bi nêzbûna hilbijartinê re wê bên bajarên erdhejê ku ji ber xemsariya wan gelek kesan jiyana xwe ji dest da û daxwaza dengan bikin.

Di rewşeke wiha de divê bersiva her mexdûrê erdhejê hebe. Bersiva herî xurt jî weke encama xebata ku meheke li qadê bêyî dewletê bi pêşengiya HDP’ê ji aliyê rêxistinên sivîl û dixwazan ve tê meşandin, hê bêtir rexistinbûna sivîl a bêdewlet bê pêşxistin. Bersiv ji vê bersivê mezintir û çêtir tune ye. Tenê ev bersiv dikare xilasiya ji vê zilmê û çareseriyê bi xwe re bîne. Heke na li benda xizmeta dewletê bimîne wê gelek tişt bên windakirin. Ji roja destpêkê heta niha pêvajoya erdhejê nîşanî me da ku dewlet tenê dizî û rantxurî ye. Tenê bi dewletê ev dizî û rantxurî tê meşrû kirin.

Ma heke ku dewlet nebûna diziya ku di pêvajoyê erdhejê de Heyva Sor a Tirk (Kizilay) dike wê bihata qebûlkirin? Ji ber ku navê dewletê û perên desthilatê li ser wê ye Heyva Sor a Tirk dikare di bin navê “alîkariyê” de bi bazirganiyê diziyê bike. Bawer im tê zanîn ku ez qala çi dikim. Lê dîsa jî bi bîr bixim, di pêvajoya ku di serî de jin û zarok bi deh hezaran kes di bin kavilên avahiyên hilweşiyayî de canê xwe ji dest didan û bi milyonan kes li benda alîkariyê bûn de Heyva Sor a Tirk bi bazirganî dikir. Bi firotina konan re mijûl dibû. Belê saziya dewletê qaşo ya alîkariyê bi firotina konên ku diviya bigihandina mexdûrên erdhejê re  mijûl dibû.

Ev rêxistina dizek ne ku tenê diziyê dike. Di heman demê de dema ku pêwîst bike karên îstixbaratê jî dike. Di 5’ê nîsana 1995’an de li bajarê Duhokê yê başûrê Kurdistanê di operasyoneke artêşa tirk de 3 “peywirdarên” Heyva Sor a Tirk (Osman Bûlût, Yaşar Mûtlû, Metîn Mîthat Okan)  tên kuştin. Lê dema ku ev her sê “peywirdar” tên veşartin ji rayedarên Heyva Sor a Tirk bêtir serokê îstixabarata tirk ê demê Sonmez Koksal jî di nav de rayedarên îstixbaratê tev li merasîma cenazeyê wan dibin. Wê demê ev mijar dibe di çapemeniya tirk de dibe nûçe û dertê holê ku ev her sê kes endamên istixbarata tirk in û li herêmê weke peywirdarên Heyva Sor a Tirk kar kirine.

Ji ber ku hesabê vê yekê nayê pirsîn li Tirkiyeyê rêxistineke xwediyê vê raboriyê îro bi hêsanî dikare diziyê bike û biparêze. Îro dem ew deme ku divê talanker, diz, sîxurên di bin navê alîkariyê de xizmeta kuştina kurdan dikin bên deşîfrekirin û rûyê wan ê rasteqîn bê nasîn. Heke wiha nebe wê ev diz û kujer her li ser kar bin û gelek kesan ji xwe re bikin qurban. Ji bo ku em nebin qurban divê em rê nedin hovan.