5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rizîbûna saziyan û mirina dewletê!

Rizîbûna saziyên dewletê rizîbûna dewletê bixwe ye. Meriv dikare bibêje ku di vê erdhejê de dewleta tirk a di bin kontrola faşîzma AKP’ê û MHP’ê de mirina xwe dît.

Nêzîkî mehekê di ser erdhejê re derbas bû. Dema meriv encamên erdhejê û tevgerên dewleta faşîst û rêveberiya wê dimeyzêne, mixabin wêneyekî baş dernakeve pêşberî me. Li gorî îstatîstîkên fermî yên dewletê nêzî 50 hezar mirî, 100 hezarî zêdetir birîndar û milyonan kesên bêmal.

Bê guman sedema van hejmarên zêde dewlet û rejîma AKP’ê ye. Lêbelê AKP û dewlet ku her du yek in tu berpirsiyarê nagirin ser xwe, berevajî vê Xwedê sûcdar dikin. Li gorî wan Xwedê erdhejan û xaniyên tijî sextekarî çêdike, her wiha Xwedê riyên bêqalîte, balafirgehên bajaran xira dike ku dewlet û rejîm nikaribin alîkariyê bigihîjînin qurbaniyan. Di heman demê de Xwedê qeder daniye pêşiya mirovahiyê (yan jî misilmanan) ku mirovahî çêbike wê nikaribe xwe ji van karesatan rizgar bike.

Di destên faşîzma kesk de sûcdarkirina Xwedê pir hêsan e. Di dawiya her karesatê de faşîzma kesk bi hestên mirovan dileyizin ku di demên teng de berê xwe didin xwedê û alîkariyê jê dixwazin. Ew dizanin ku dema ol, bawerî û xwedê tên bihîstin, mirov ji neçarî bê deng dibin. Her pergala faşîst li gorî xwe amûran ava dike da ku karibin baştir civakê kontrol bikin û hêsantir karibin civakê bi rê ve bibin. Çawa ku faşîzma Hîtler nîjada bilind/saf ji xwe re kir amûr, bi heman awayî jî faşîzma kesk jî xwedê ji xwe re dike amûr. 250 sal berê fîlozofê alman Nîetzsche, di dema Xwedê ji hêla desthilat û kesên derdora wan ve wekî amûr hat bikaranîn de got ku “Xwedê mir”. Bênirxkirina Xwedê bû sedema vê gotinê. Di serdema faşîzma kesk de jî nirxên herî pîroz ên civakê weke amûr tên bikaranîn.

Ketin pey propagandayê

Helbet vê rejîmê ne tenê Xweda ji bo berjewendiyên xwe bi kar anî, her wiha hemû nirxên civakê ji bo berjewendiyên xwe bi kar anî/tîne. Karesat û bobelatan hemûyan di çarçoveya berjewendiyên xwe de dinirxîne, ji bo vê yekê jî ewilkî disekine, piştre plan û projeyan li ser civakê amade dike. Lewra rejîmê di 3-4 rojên destpêka erdhejê de ji bo rizgarkirina mirovan tiştek nekir. Di esasê xwe de refleksa civakê û rexistinên sivîl pîvand, li gorî refleksa wan jî derket qadê. Li hemberî rûreşiya wan hevkarî û alîkariya civaka sivîl di asta herî jor de bû, lewra ji neçarî alîkariya navdewletî xwest û dest danî ser alîkariyên civaka sivîl û weke alîkariya xwe nîşan da.

Çapemeniya xwe ya riziyayî jî da derdora xwe û ket pey propagandayê. Li ser keftûlefta civakê bi hêza çapemeniya riziyayî xwest xwe heyî bike. Lê civakê rûyê wan ên qirêj dîtibû û dest bi pirsên “dewlet li ku ye?” “artêş li ku ye?” “AFAD li ku ye?” kiribû. Helbet bersivên van pirsan jî diyar in: dewlet li qesra Beşteyê ketibû pey xefk û dafikan. Artêş li pey sûîqastan bû ku geh li rojavayê Kurdistanê geh li başûrê Kurdistanê bi balafiran mirov dikuştin. Tevî ku PKK agirbest îlan kiribû jî artêşa tirk di şer de israr dikir. AFAD jî ketibû pey kar û feydeyê kon û zexîre difirotin saziyên civaka sivîl da ku pereyan bişîne New Yorkê û keça Erdoğan li wir mala tirkan veke. Ev pirs û bersiv rizîbûna saziyên dewleta tirk nîşan didin, rizîbûna saziyên dewletê rizîbûna dewletê bixwe ye. Bi kurtasî meriv dikare bibêje ku di vê erdhejê de dewleta tirk a di bin kontrola faşîzma AKP’ê û MHP’ê de mirina xwe dît. Ji ber ku xala herî girîng a dewletê sazîbûn e, heke saziyên dewletê û sazîbûna dewletê tune bin, meriv nikare qala dewletê jî bike. Di vê erdhejê de jî derket holê ku hemû saziyên dewletê di bin xizmeta Erdogan de ne û ji bo kesayetiya Erdogan kar dikin.

Mirina dewletê

Ji ber ku deriyê her saziya dewletê bi pereyan vebûn, şûna girîngiya jiyanê girîngiya pereyan û Erdogan derket pêş, bi vê yekê dewletê mirina xwe îlan kir. Dewlet ma di bin xirbe û kavilên faşîzma AKP’ê û MHP’ê de. Di esasê xwe de dewlet feydaya giştî esas digire lêbelê di şîrketan de feydaya xwediyê şîrketê esas tê girtin. Îro hemû saziyên dewleta tirk bûne holdîng/şîrket û bê guman xwediyê wan jî RTE ye. Lewra hemû li benda gotinên Erdogan disekinin û li gorî feydaya wî tevdigerin. Heke ku feydaya Erdogan rizgarkirina mirovên di bin kavilan de nebe wê çima wan mirovan ji bin kavilan derxin? Di şîrketan de armanca yekem kar e. Kizilay û AFAD jî du saziyên dewletê bûn ku di demên karesatan de diçûn alîkariya mirovan lê belê ji ber ku êdî tu sazîbûna wan nemaye û bûne holdîngên Erdogan, dema mirov di bin sermayê de diqufilîn bazara firotina kon û alavên alîkariyê vekiribûn.

Tevî van hemû pirsgirêkan Erdogan gef li civakê û rêxistinên civaka sivîl dixwarin. Ji ber ku rêxistinên civaka sivîl valahiya dewlet û holdîngên Erdogan bi keftûlefteke mezin xwestibûn dagirin. Encamên erdhejê jî da xuyakirin ku rêxistinbûna civaka sivîl çiqas girîng e. Di nav rêxistinên civaka sivîl de cihê rêxistinên gelê kurd û saziyên herêmê jî taybet divê bê qalkirin. Van saziyan pêşiya karesateke mezintir girt. Ji komaleyên herêmê bigirin heta baroyên herêmê bi awayekî lezûbez alîkarî gihandin qadên erdhejê. Di nav van de HDP, komên şanoyê, çapemeniya azad, komaleyên jinan û hwd. bi awayekî lez organîze bûn, berê xwe dan bajarên erdhejê. Tevî gelek deveran ji hêla faşîzma kesk ve hatin astengkirin û dest danîn ser alavên alîkariyê jî rêxistinbûna xwe nîşan dan. Çar şaredariyên HDP’ê yên ji ber lehiya qayûmê filitîn jî bi organîzeyeke baş û serkeftî li gel civakê cihê xwe girtin.

Armanca faşîzma kesk

Herî dawî divê bê diyarkirin ku faşîzm encamên karesatên wiha li gorî berjewendiyên xwe bi kar tîne. Jixwe faşîzma kesk jî niha di nav keftûleftê de ye ku demografiya herêmê biguherîne. Ji ber ku herêmê kurd û elewî zêde ne, wê hewl bide ku van herêman vale bike. Yek jê sedema mudaxelenekirinê ev e. Herêmên rojavayê Kurdistanê yên di bin dagirkeriya dewleta tirk de ne ku ji erdhejê bandor bûne, dewletê nehişt ku alîkarî biçe wan herêman. Armanca faşîzma kesk ew e ku van deveran vale bike û çeteyên xwe li van deveran bi cih bike. Xaleke din a girîng bê guman rewşa zarokên bêmalbat in ango zarokên di erdhejê de kes ji malbatên wan nemaye. Niha faşîzma kesk van zarokan dibe bajarên cuda û li cem cemaatan bi cih dike. Çawa ku zarokên dersimî birin û li gorî bîrdoziya xwe mezin kirin, niha van zarokan jî dibin û didin ber destên cemaatan. Di vê hêlê de divê saziyên civaka sivîl wekî rojên ewilkî yên erdhejê baldar bin, li ser van zarok û demografiya herêmê bisekinin, helbet ne tenê saziyên civaka sivîl, civak bi xwe jî divê li hemberî faşîzma kesk têkoşîna xwe bilindtir bike.