10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jinên kurd, belûc, ereb dê bi hev re bimeşin qadan 

Ew jinên têkoşer ên ku di sala 1910’an de li dijî desthilatên kedxwar ên serdestiya mêran, 8’ê Adarê ji dîroka têkoşîna jinan re kirin mîrat e, em wan bi bîr tînin. Jinên kedkar bi çalakiyên xwe nîşan dan ku bi hevgirtina enternasyonal a cîhanî, jin dikarin, desthilatên destpot, kedxwar têk bibin.

Têkoşîna wan jinên jîr e ku 8’ê Adarê di qonaxa hevsengiyê ya daxwaza azadiyê de geşbûna xwe gihand roja îro. Ev roj bû mîlada serhildana li dijî zilma bi hezarên salan a serdestiyê. Her ku 8’ê Adarêke nû tê bi rêngê hêjayî li qadan qîrîna jinan a ji bo wekhevî-azadiyê bilintir dibe. Ji lewma têkoşîna jinan ji rastiya dîroka xwe ne qût e; jin bi vê bîr û baweriyê bi doza wekhevî û azadiyê radibin.

Jinên kurd bi sedan salan e, li dijî zîhniyeta bavik-paşverû ya serdestiya mêran, bi rengekî hêjayî rastiya dîroka xwe, tevî hemû zehmetiyên jiyanê bi têkoşînê pêşwazî dike. Îro dengê jinan, tevî dengê hev bûye; li hember mêtîngeriyê li her derê bilind bûye. Êdî qada jinan a têkoşînê, xwe nû kiriye…

Îro qêrîna dengê dirûşma jin, jiyan, azadî li hemû cîhanê deng vedide. Mîrasa ku Evîn Goyî afirand, ji damarê têkoşîna jinan re ruhekî, pîvaneke nû ye.

Îca dê 8’ê Adara îsal, ji hemû salên berê hîn çetîntir be. Erdheja 6’ê sibatê nîvê civaka kurd û tirk xiste bin bandora xwe. Bi erdhejê re, pirsgirêkên civakî yên heyî girantir bûn. Encamên tofanê yên li ser xisleta mirovan, zirarên wê yên madî, manewî barê jinan girantir kiriye.

Mixabin, êrişên heyî yên hêzên serdestiya mêrên li ser xweza-jîngihê, nebûna qadên jiyana biewle, dibe sedema karasatên bi vî halî. Ji aliyekî din ve, jiyana jin, zarokan li ba îktîdarê tu qîmeta xwe ya mirovî nîn e. Nirxên mirovahiyê li gel netewe-dewletê erzan û bê qîmet e… Nexasim jî, jin bê qedir bûye!

Di karesata 6’ê sibatê de dewletê tevî desthilata xwe AKP’ê, ji pileya temaşevaniyê qevzek jî wê de neçû. Li naverastan qise dikir, li jin û kedkarên dildar ên bi hewara erthejzedeyan ve çûn heqaret kir. Alîkariya mirovî asteng kir, gef li saziyên civakî barand.

Di pêvajoya erdhejê de ji Kurdistanê heta Tirkiyeyê û heta welatên Ewropayê jin û ciwan bi rêxistînî tevgeriyan; bi pêşengiya wan cara ewil bû ku hevgirtina civakî belavî her derê dibû. Li hêla din, dewletê bi rojan li herêmên ku erdhej lê çêbûn, qîrînên ji jêrzemînên kavilan bilindibûn xwe li nebihîstinê danî! Li mirovahiya ku li ber pêlên tofana sedsalê diket, ji qesra Enqerê ya hezar û du oda-menzel temaşeyî mirovên dibin kavilande asê mayî kir…

Her wiha xeteriya li ser jiyana zarokên ku ji ber erdhejê bêxwedî mane dewam dike. Mixabin çarenûsa bi sedan zarokên ku windane nayê zanîn. Dewlet zarokan ji malbat, xwedî û xizmên wan direvîne. Kurd, politikaya dewleta tirk a revandina zarokan, ji çîroka bi hezaran keçên windayî yên dêrsîmî dinasin.

Dewlet-desthilatdarî, li herêmên erdhejê, li hember civakê di nava şerekî pir alî de ye. Bi çavkaniyên civakê, li civakê dixê; ji civakê didizê. Li ser xizaniya civakê, rant dike. Di rojên erdhejê de netewe-dewlet bi kêrî mirovên mexdûr nehat, ew ji mirinê re berdan…

Şerê herî biêş, şerê li dijî jin û zarokan e. Di şexsê jinan de hilweşîna ekolojîk a avhewayê rû daye. Roj nîn e ku ji xwezaya me parçeyek kêm nebe.

Sedsala 21’emîn ku şahidiya şoreşa zîhnî ya bi têkoşîna jinan dike; ji destpêka vê sedsalê ve felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” bû hêviya herî mezin a têkoşîna azadiyê. Jinan, riya parastina nirxên xwe ji astengiyan derxist. Bi rêziknameya çalakiyên demokratîk, bi şêweyên meşandina têkoşînê hesiyan.

Bi wesîleya 8’ê Adarê, dê jin li dijî qirkirin, kuştina jinan li gelek kolanên cîhanê hêrsa xwe bînin ziman. Ji bo ku jin ji vî halê feqîriyê xwe rizgar bike, pêdivî bi rêxistinkirina pergala siyaseta demokratîk heye. Belê feqîrî zenga dinanan e, pergala mêtîngeriyê ku li ser feqîriya jinan bi gewde dibe, li giyanê zarokan texrîb dike. Mêtingeha mêran xwe li ser keda jinan birêxistin dike, bi têkoşînê kiçik dibe.

Tundî li dijî hemû dînamîkên civakê ye, ji rêbazên sixurî, tiryak û fihûşê jiholêrakirina ehlaqê civakê ye. Têkbirina nirxên hevgirtina civakê ye. Ev êrîş, ji çend şêwazên êrîşên têne zanîn e…

Yek ji armancên têkoşîna jinan a herî girîng, israra lêgerîna li heqîqetê ye. Jin, bi “rastiyên” pergalê re, di nava şer û pevçûnê dene. Rastiya jinan, ji yek parebûyîna cewherê heqîqetê ye. Ji xurcika dîrokê, li mile dayikê ye.

Pêdiviya her civakeke birêxistin û xwe parstine heye. Ji sedema şert û mercên îroj, yeqîniya mirovan bi dewletê kêm bûye? Baweriya xelkê bi tu sazî-destgihên dewletê nema tê. Dewlet ji saziyeke neteweparêz/nijadpares tê. Dîwarê avahiya xwe li ser makezagona yekparêziya tirkbûnê lê kiriye.

Bi erdheja 6’ê sibatê re, civak li dora êşên hev bû yek ruh, xwedî li hev û din derket. Li dora hev kom bû, bi hewara hev û din ve çû. Ev ruhê nasnameya civaka nû ye, xwedî derketina heve. Bi boneya felaketa erdhejê, civak bi xetereyên li ser xwe hesiya. Di van rojên zor ên erdhejê de, rûyê rast ê dewletê nas kir. Jinan, li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo tevna jiyana nû, zend û bendên xwe badan. Avakirina jiyana nû ya bi pêşengiya jin û dildarên dil-wêrek, hêviyeke mezin da. Jinan starta 8’ê Adarê, bi daxuyaniyên cihê, plansaziya çalakiyên ku bên kirin aşkera kir. Bi vê boneyê biryara ku ew ê rêxistinkirina civakê, mezin bikin da.

2023’yan; dê ji bo jinan bibe sala mezinkirina rêxistinkirina civakî. Jin wê bi ruhê 8’ê Adarê, li qadan, daxwazên xwe biqîrin. Çendî destkeftiyên jinan, li gel misogeriya jiyanê ne. Jin, bi têkoşîna xwe dikarin bi hev re, serkeftine bi dest bixin…

Wê di 8’ê Adara 2023’yan de, jinên kurd, ermen, tirk, ereb, fars, belûcî, mil bidin milê hev û bi hev re bimeşin qadan… Dê jinên bûne maxdûrên erdhej-dewletê bi tenê nehêlin; li gel wan bin û êşên wan parve bikin. Bi pêşdeçûna têkoşîna jinan re, li devêrên ku ji erdhejê bandor bûne, bi saya hevgirtina manewî têkiliyên nû çêbûn.

Sazî û rêxistinên jinan, li dijî desthilata mirovkuj a faşîst AKP’ê, biryara mezinkirina têkoşîna yekbûyî ya rûxandina vê desthilatê da. Zanista vê têkoşînê, xwe dispêre hişmendiya şoreşa JIN, JIYAN, AZADÎ. Dem, dema azadiya jinan e. Roja 8’ê Adarê, ya hevgirtin, mezinkirina têkoşîna yekbûna Jinan pîroz be…