27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji ber ku kurd û elewî ne kon nadin wan

Hanim Bayram a 80 salî ku kon bi dest wê neketiye û ji ber vê tevî zarokên xwe li cihê tenûrê dimîne got: "Kon dan ên cem me lê ji ber ku em kurd û elewî ne, nedan me."

Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Dilgeş Rûvanas rewşa dawî ya erdhejzedeyên li Meletiyê parve kir. Li Meletiyê hê jî ji bo bi hezaran welatiyên ku xaniyên wan hilweşiyane an jî xisareke mezin dîtine, ne kon ne jî zexîre hatine peydekirin. Hin welatî bi derfetên xwe ji xwe re kon çêkirine û hin jê jî ji bêgavî di xaniyên xisardîtî de dimînin.

Li gundê Karşiyakayê yê navçeya Wêranşar a Meletiyê Hanim Bayram a 80 salî tevî zarokên xwe li bin holika tenûra 2 metre fireh û 5 metre dirêj, dimîne.

Dewletê alîkarî nekir bo ku kurd û elewî ne

Hanim Bayrama tevî kurê xwe, bûka xwe û neviyên xwe li cihê tenûrê dimîne, anî ziman ku 30 roj di ser karesatê re derbas bûne lê hê jî konê wan tune ye. Bayramê bi lêv kir ku niha di tenûra li ber xaniyê xwe yê xisardîtî de dimînin û got ku cihê tenûra lê dimînin jî gelek deverên wê xisar dîtine.

Bayramê got: “Xaniyê me hilweşiya, axurê me û tûtina me şewitî lê kesî alîkariya me nekir. Ji ber ku em kurd û elewî ne alîkariya me nekirin. Kon dan ên cem me, lê nedan me. Ez li vî cihê tenûrê dimînim. Ger erdhejek çêbibe ew ê jî hilweşe. Ez ê biçim? Em li cihê tenûrê dimînin. Ev der her roj diheje. Em nizanim em ê biçin ku! Berê me di vê tenûrê de xwarin çêdikir, nan çêdikir û şîrê xwe dikeland. Mehek e em li vê derê ne. Me kon xwest lê kesî nedame. Ger erdhejek çêbibe em ê di bin vê betonê de bimînin û bimirin.”

Dîsa vegeriya gundê xwe

Bayramê ragihand ku tekane xwesteka wê, li şûna xaniyê wê yê di erdhejê de xisar dîtiye xaniyekî din bê çêkirin û got: “Ez li gundê xaniyekî nû dixwazim. Piştî erdhejê çûm navenda Meletiyê. Ez 2 rojan li wir mam lê min îdare nekir. Min ji zarokên xwe re got, min bibin gund. Li wir nexweş ketim. Cihê em lê dimînin cihê tenûra me bû lê niha bûye mala me.”

Bayramê anî ziman ku li gund bi karê tûtinê û sewalvaniyê re mijûl dibûn û got: “Heywanên me hene lê êmê wan tune ye. Şivanê me jî li vir e. Ji ber ku cihekî lê bimîne tune ye, di xaniyekî xisardîtî de dimîne. Em ji bo heywanên xw êm dixwazin. Gava em dibêjin em ji bo heywanên xwe doza êm dikin, dibêjin ‘hûn zengîn in.’ Zengînê çi! Erdhej çêbû, her kes wekî hev e.”