21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mehmet Candemîr hat veşartin

Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk ê Êlihê yê berê û endamê Meclisa Partiyê (PM) ya DBP’ê Mehmet Candemîr (60) ku li Girtîgeha Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê dihat ragirtin, jiyana xwe ji dest dabû. Candemîr, li Êlihê ji hêla bi hezaran kesan ve hat oxirkirin. Malbata Candemîr duh di saetên êvarê de cenaze wergirt û bi konvoyekê ji Amedê ber bi Êlihê ve ketin rê. Li bajarokê Girê Sîra leşkeran nehişt ku konvoya cenazeyê derbas bibe. Piştî bertekên gel, leşker neçar man ku rê vekin.
Hezaran kesan pêşwazî kirin
Cenazeyê Candemîr anîn Goristana Asrî ya Êlihê û bi hezaran kesan cenaze bi dirûşma “Şehîd namirin” pêşwazî kirin. Piştî wecîbeyên olî, girseyê cenazeyê Candemîr bi meşekê ber bi goristanê ve bir. Malbata Candemîr, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), hevserokên giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, parlamenterên HDP’ê yên Êlihê Feleknas Ûca û Mehmet Ruştu Tiryakî, hevşaredarên Êlihê Songul Korkmaz û Mehmet Demîr, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, endam û rêveberên MEBYA-DER, TUAY-DER, rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî di merasîma oxirkirina Candemîr de amade bûn. Di dema merasîmê de gelek caran dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin.
Hiqûqa wan ya dijminatiyê ye
Piştî definkirina Candemîr, hevseroka giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz da zanîn ku bi hezaran kes ji ber hiqûqa dijminatiyê niha di girtîgehê de tên ragirtin û wiha got: “Hevalê me Mehmet, di girtîgeha ku tê de dîl dihat girtin şehîd bû. Şehîd Mehmet, ji bo gelê xwe jiyana xwe ji dest da. Rêhevalê me Mehmet, di encama zîhniyeta qirker a AKP’ê de jiyana xwe ji dest da. Em ê di rêya rêheval Mehmet de têkoşîna xwe bidomînin. Em ê têkoşîna wî bi ser bixin. Şehîd namirin, şehîd namirin.”
Hat zanîn ku  şîna malbata Candemîr li Mala Şînê ya taxa 19’ê Mayisê dê bê kirin.