30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji xwezaya kurdan jî ditirsin

Dewleta tirk ev demeke li herêma Besta ya ku girêdayî Şirnexê ye zirarê dide daristanan û daran jêdike. Li dijî gelê kurd li her qadên jiyanê êrîşên berfireh tên kirin. Hemû nirxên kurdan dikin hedef û xera dikin. Bi hincetên “ewlehiya herêmê” ji bo ku operasyonên leşkerî bikarin bi rihetî pêk bînin daran jêdikin. Ev polîtîka sed sal in didomin. Lewre her zindiya ku di Kurdistanê de dijî êrîşê dikin. Bi jêkirina daran jî qada ajal, nebat, av, ax û mirovan teng dikin.

Têkildarî van mijaran rojnameya me bi Hevberdevkê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Mirad Bîlgîç re axivî.

Sed sal in vê polîtîkayê dimeşînin

Hevberdevk Mirad Bîlgîç di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku darên li Bestayê li gorî polîtîkayên sed salan jêdikin û wiha got: “Ev demeke dirêje li Şirnexê herêma Bestayê dar tên jêkirin. Jêkirina van daran wekî polîtîkayeke şerê taybet tê kirin. Ev bûyer di nav raya giştî de bi demkî û ji hev qût tê bi dest girtin. Ji bona wê jî armanca jêkirina daran baş nayê fêhmkirin. Ji avabûna komara Tirkiyeyê heta îro polîtîkayên bi vî rengî li Kurdistanê bi pêş dixin. Ji ber feraseta pergala netew-dewletan li Tirkiyeyê ji bilî netewa tirk hemû gelên din û tevî nirxên wan dikin hedefa şerê xwe. Gelê kurd sed sal in li dijî van polîtîkayan li ber xwe dide. Îro jî bi jêkirina darên Bestayê careke din xwezaya Kurdistanê dikin hedef.”

Pêşkêşî sermayeya serdestan dikin

Bîlgîç, bi lêv kir ku dewlet ji bo ku bi rihetî li Kurdistanê operasyonan bike daran jê dike û ev tişt anî ziman: “Xwezaya Kurdistanê heta niha tu carî rê nedaye zilimkaran. Lewre ji bo ku dewlet jî vê rastiyê dizane êrîşê xwezaya Kurdistanê dike. Ji ber wê jî siyaseta tunekirina xwezayê dixin dewrê. Vê siyasetê jî ji bo ku bikaribin Kurdistanê dagir bikin bi pêş dixin. Heta niha leşkeran ji bo ku xwezaya Kurdistanê tune bikin agir berdidan daran. Her wiha di salên 90’î de bi valakirina gundan polîtîkayên xwe dimeşandin. Ji bo ku bikarin bi rihetî zirarê bidin xwezayê û şer bikin gund vala dikirin. Lê di van salên dawîn de êdî daran jêdikin û pêşkêşî sermayeya serdestan dikin. Li gorî lêkolînên me di nava 8 mehan de sedî 8 darên Şirnexê jêkirine. Nîjadperestiyê ewqas wana çavsor kiriye ku ji xwezaya kurdan jî ditirsin.”

Bi aqilê nîjadperestiyê êrîş dikin

Di berdewamiya axaftina xwe de Bîlgîç, destnîşan kir ku dewlet bi aqilê nîjadperestiyê qetlîama xwezayê pêk tîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tê zanîn Şirnex û Cûdî li gorî hemû baweriyan cihên pîroz in. Cihê ku jiyan ji nû ve şîn bûyî ev der in. Ji ber ku vê rastiyê dizanin ewqas êrîş dibin ser xwezaya Kurdistanê. Ji xwe re kirine armanc ku divê Kurdistan ji kurdan paqij bibe. Her wiha kirine armanc ku divê darên li vir hemûyan jê bikin. Ev jêkirin ne tenê bi çend daran ve sînordar kiriye. Îro Besta di rojevê de ye. Lê heta doh Licê, Çewlîk, Geliyê Godernê û Dêrsim jî di rojevê de bû. Ev pirsgirêk ne ji rêzê ye. Lewre bi aqilê nîjadperestiyê û şerê taybet zirarê didin ekolojiya kurdan jî.”

Divê refleksên parastinê hebin

Bîlgîç, diyar kir ku divê li dijî talana xwezayê refleksên civakî bên avakirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “ Dewleta tirk ji 2012’an ve wekî polîtîkayekê li hemû cihên ku daran jêdike qereqol û qeleqolan ava dike. Bi hinceta pirsgirêka ewlehiyê van daran jêdikin. Dibêjin em herêmê diparêzin lê tiştekî wisa nîne. Lewre gelê kurd parastineke wiha ji kesekî wan nexwestiye. Bi çêkirina bendavan û bi jêkirina daran dixwazin tirsa leşkeran bixe di nava gel de. Navê wê dikin herêma ewlehiyê lê ji kurdan paqij dikin. Li kîjan deverên Kurdistanê be bila bibe divê li dijî van polîtîkayên dewletê refleksên me yên parastinê xurt bin. Divê hemû xwezaparêz, hawîrdorparêz û parêzvanên mafên mirovan bizanin ku ev êrîş li ser hemû civaka ekolojîst e. Divê demildest em xwedî li Bestayê, Geliyê Godernê û li hemû xwezaya xwe derbikevin.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê