19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mirinê jî tecrîda li Îmraliyê neşikand!

Bavê girtî Veysî Aktaş ku li Îmraliyê li cem Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê girtin jiyana xwe ji dest da û destûr nedan kuu Aktaş tev li merasîma cenazeyê bavê xwe bibe.

Bavê girtî Veysî Aktaş ku zêdeyî 20 meh in bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di nava şert û mercên tecrîda giran de tê ragirtin û agahî jê nayên girtin, Abît Aktaş duh li Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyûbî jiyana xwe ji dest da. Li ser vê yekê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, ji bo muwekîlê wan Aktaş tev li merasîma cenaze û şîna bavê xwe bibe duh serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê heta niha ji bersiveke erênî yan neyînî nehatiye dayîn.

Cenazeyê bavê Aktaş, Abît Aktaş li Goristana Yenikoy a navçeya Rêzan a Amedê hat veşartin. Ji ber ku bersiveke erênî yan neyînî ji serlêdana Buroya Hiqûqê ya Asrinê re nehate dayîn, Aktaş nikaribû tev li cenazeyê bavê xwe bibe.

Piştî veşartina cenaze malbata Aktaş li Mala Şîne ya Cemîl Kaya ya li navçeya Rêzanê şîn danî û wê şîn sê rojan berdewam bike.