21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hunermendên piştgiriya serhildana gelê Îranê dikin rastî zextên rejîmê tên

Rayedarên Îranê di nav wan de Hengameh Ghaziani û Katayoun Riahi, hin hunermend serbest berdan lê ew nayê wê wateyê ku zextên wan ên li dijî hunermendan bidawî bûne.

Di navbera rayedarên Îranê û leystikvan û hunermendên ku piştgiriyê didin serhildana gelê Îranê de rageşî û nakokiyên mezin hene. Hunermend rastî zext û tundiya rejîma Îranê tên. Li gorî raporên dawî binçavkirin û girtina hunermendan berdewam dike. Êvara roja sêşema borî hêzên dewletê hunermend Suheyla Gulîstanî û Hemîd Borazadî binçav kirin.

Wekî tê zanîn Suheyla Gulîstanî leystikvan û derhuner e û Hemîd Borazadî jî derhunerekî şanoyê ye û di dema dawî de dîmenê komeke jin yên bêyî sernixumandin belav kiribû.

Doh jî nivîskar Nagma Semînî li ser malpera xwe ya dijîtal parvekirinek der barê binçavkirina Gulîstanî û Borazadî de belav kiribû û wiha nivisandibû: “Dîsa 2 hunermend binçavkirin, ew dikarin leystikvanan binçav bikin lê ew nikarin şanoyê binçav bikin.” Her wiha li bin dîmene ji bo piştgiriya wan hunermendan wiha nivisandibû: “ Dê ev şano bidawî bibe û rastî derkeve holê, qehremanên me yên rastî kesên nenas in.”

Beriya niha jî endamên meclisa rêveberiya Komeleya Nivîskar û Şanogeran der barê piştgiriya bi serhildana gelê Îranê re dabû xuyakirin ku ew dê ji bo protestokirina Rêveberiya Giştî ya Çand û Hunerê bi rengekî komî istîfa bikin.

Ji aliyekî din ve komeke çalakvanên Şanoger li ser malpera dijîtal piştgiriya xwe ya bi daxwazên gelê Îranê re wiha anîn ziman: “Ji niha û şûnde em ê cihê xwe di tu karekî şano û sînemayê yê ku sernuxmandina jinan ferz dike, cih negirin.”

Hêjayî gotinê ye ku di van rojên dawî de rayedarên Îranê di nav wan de Hengameh Ghaziani û Katayoun Riahi, hin hunermend serbest berdan lê ew nayê wê wateyê ku zextên wan ên li dijî hunermendan bidawî bûne.