3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sînemaya kurd gihaye astekê

Alî Guler

Festîvala Filmên Kurd a Londonê (LKFF) kevintirîn mîhrîcana filmên kurd a li ser rûyê cîhanê ye. Ev 13 sal in bi sedan film li vir hatine nîşandan. Dîrektorê festîvalê Ferhan Stêrk, dibêje armanca wan ew e ku sînemaya kurd di cîhanê de bigihînin asteke bilind.

Festîval ev 21 sal in bênavber tê lidarxistin. Festîvala 13’emîn îsal jî 23 û 30’ê îlonê de li Londonê tê lidarxistin. Bernameya festîvala îsal jî gelek tijî û dewlemend e. Bi giştî dê 31 film di nava hefteyekê de werin nîşandan. Dê ji Başûr, Rojava, Rojhilat û bakurê Kurdistanê gelek derhêner di festîvalê de werin gel hevdu û filmên xwe nîşan bidin û li ser sînemaya kurd nîqaş bikin.

Dîrektorê festîvalê Ferhan Stêrk der heqê dîroka festîvalê, armanca wan û rewşa sînemaya kurd de pirsên rojnameya Xwebûnê bersivand.

Festîvala Filmên Kurd a Londonê kengî û çawa dest pê kir?

Di vê pêvajoyê de em gelek tiştan jî fêrbûn. Platformên dijîtal û onlîne çawa tên bikaranîn, çawa tên nîşandan. Me gelek tercube girt. Festîval di mijdara 2001’ê de hat damezerandin û destpêkirin. Festîval ji aliyê komek hevalên hezkiriyên sînemayê û dilxwazên çanda kurd ve hat destpêkirin.

Bingeha fikrê festîvalê ji serkeftina filmê Bahman Ghobadî ya ‘Kusî jî Dikarin Bifirin’ tê.

Ev film, wê salê di Festîvala Filmên Navneteweyî ya Cannesê de tê nîşandan û xelat werdigire.

Ev serkeftin bala gelek sînemevanên cîhanê dikîşîne ser sînemaya kurd. Ev nêzîkatî di nava kurdan de jî heyecanekê çêdike. Wê demê hevalên Londonê jî di bin vê bandorê de dimînin û dest bi xebatê dikin.

Ev rêwîtî çawa berdewam dike?

Van hevalan destpêkê xwestiye filmê Bahman Ghobadî li vir nîşan bidin, piştre çend filmên din jî lê zêde dikin. Ev jî têr nake, Mijdara heman salê jî festîval tê li darxistin.

Ev 13 sal in festîval tê lidarxistin. Heta niha bi sedan film hatin nîşandan û ji bo sînemaya kurd bû navnîşanek ber biçav. Ev bi serê xwe ne tenê fesîtvalek e. Ji bo kurdên diyasporayê bû pirek di navebara welat û vir de.

Berhemên edebî û çandî bi teybetî jî sînema her dem bûye bendek girîng di navbera dîrokê û îro de. Ji bo kurdan ev girîngtir e.

Armanca festîvalê çi ye….

Gelek armancên festîvalê hene. Lê armanca bingehîn danasandina sînemaya kurd e. Em dixwazin filmên kurd ên tên çêkirin di cîhana sînemayê de were xuyakirin. Sînemaya me jî di cîhanê de were qebûlkirin.

Gel temaşe dike, nîqaş dike û derheqê kurdan de dibe xwedî agahî. Sînemaya rêyek bi bandor e. Ji bo wê jî nîşandana filman ji bo me girîng e.

Sînemaya kurd bi Yilmaz Guney hat danasandin. Yilmaz Guney tenê sînemaya kurd li cîhanê neda danasandin, heman demê ji bo ciwanên kurd jî bû mînak û ekolek. Di nav salan de gelek ciwanan li pey vê rêçê meşiyan û ketin vê rê . Ev 20 sal in jî li hemû cîhanê bûye xwedî nasname. Gelek pêş ket û di nava bazara cîhana sînemayê de ji xwe re cihek çêkir.

Krîterê qebûlkirina filman çi ye?

Ji bo me 2 mijarên sereke hene. Yekemîn; filmên em nîşan dinin divê kurdistanî bin, yan jî derheqê çand, civak û sosyolajiya kurdan de be. Krîterên bingehîn ev in.

Ya duyemîn ne mecburiye ku derhêner kurd be lê divê çîrok kurdî be. Bi kurtasî ya çîrok, yan jî derhêner ji sedî sed divê kurdistanî be.

Dîsa her sal mijar û dirûşmeya festîvalê cuda ye. Li gorî demê em diyar dikin. Mijarên weke; têkoşîna kurdan, berxwedana jinên kurd. Yan jî çand û xweza mijarên bi vî rengî digirin dest. Belê li gorî dirûşmeyan jî em heman salê filman hildibijêrin.

 Îsal çend film tên nîşandan?

Di festîvala 2022’yan de jî bi giştî em 31 film bên nîşandan. Di nav wan de 15 kurtefilm, 16 jî filmên dirêj hene. Belgefilm jî di nav de ne. Filmê di bernameya îsal de cih digirin bi giştî di salên 2021 û 2022’yan de hatine kişandin. Ji ber wê hejmar hinek kêm e. Lê salên berê zêdetir film dihatin nîşandan. Mînak sala 2013’an di festîvala 8’emîn de 120 film hatibûn nîşandan.

Tê zanîn ji ber nexwaşiya Covîd 19 ev 2 sal in weke gelek sektorên din sînema jî di nava tengasiyê de ye. Ji ber vê yekê film kêm hatin kişandin.

Hûn rewşa sînemaya kurd çawa dibînin?

Heke mirov ji salên 2000’î heta roja me ya îro lê binêre herî kêm her sal belgefilm, kurtefilm jî di nav de zêdetirî 100 film tên çêkirin. Kurd êdî çîrokên xwe bi xwe çêdikin û tînin ser perdeya spî. Zimanek sînemaya kurd êdî hatiye çêkirin. Ev her çiqas qels be jî mirov dikare behsa serkeftinên sînemaya kurd bike. Erê; bazarek bi rêk û pêk heye lê li gorî rewşa kurdan sînemaya wan gihaye asteyekê. Ev jî li gorî min serkeftinek mezin e.

Ev jî bêguman giradayî têkoşîn û berxwedanê ye. Ev têkoşîn bala cîhanê jî dikişîne ser xwe. Gelek derhênerên ewropî jî diçin Kurdistanê û dixwazin derheqê kurdan de film bikişînin. Ev jî tê wateya ku êdî di cîhanê de kurd xwedî rolek mezin in. Ji bo azadiyê têkoşînê didin meşandin û di nava berxwedenekê de ne. Ji aliyê din de jî asta sînemaya kurd nîşanî me dide.

Derhênerên kurd di filmên xwe de êdî tenê pesnê kurdan nadin lê ew pêvajo derbas kirine û êdî ji gelek aliyan ve pirsgirêkên civaka xwe dinirxînin. Derhênerên kurd di filmên xwe de êdî pirsgirêkên civakî, polîtîk, çand û rewşa civakî dinirxînin û filmên xwe li ser van mijaran çêdikin.

Ev jî pêşketinek mezin e ji bo civak, huner, wêje û sînemaya me. Îro di filmên kurd de ev hindik be jî heye. Ev pêşketin hêviyek mezin dide me.

Lê hê jî pirsgirêkên mezin hene; di warê nîşandana filman, bazar û prodeksonê de. Ji ber wê jî gelek ciwan derfetê nabînin ku çîrokên xwe derbasî ser perdeya spî bikin.

Ji bo pêşketina sînemaya kurd festîvalên filmên kurdî yên cîhanê xwedî roleke çawa ne?

Piştî sala 20001’î Festîvala Film Kurd a Londonê (LKFF) hat destpêkirin li Ewropayê û deverên din jî ji vir feyz hat girtin û festîvalên bi vî rengî hatin destpêkirin. Piranî li diyasporayê hatin destpêkirin û li gor şertên wê rojê bû. Heman rewş îro jî berdewam e. Ji ber ku îro ji hêla Tirkiye, Îranê ve li cihên kurd lê dijîn sînemaya kurd qedeqe ye. Film nayên nîşandan. Îro li başûrê Kurdistan û Rojava rewş hatiye guhertin. Ji bo wê festîvalên li diyasporayê hatine destpêkirin di vir de rolek mezin dilîze.

Derfeteke ji bo sînemaya kurd û derhênerên kurd. Her wiha ew platformeke girîng e.

Ev hem ji bo derhênerên kurd hem ji bo pirsgirêka kurd girîng e. Gelek gelên cîhanê jî bi van rêyan filmên kurdan dibînin û derheqê kurdan de ji dibin xwedî agahî.

Sînemaya kurd bi vî rêngî di qada navneteweyî de belav dibe û dibe parçeyek sînemaya cîhanê.

Piştî çend salan şûn de cara yekemîn festîvalek fizîkî çêdibe?

Rast e ji ber nexwaşiya covîd 19 me çend salan festîvala fîzîkî çênekir. Wek her kesî em jî di bandora nexwaşiyê de man. Lê me piştî nexwaşiyê demek şûnve festîval li ser platforma dijîtal pêk anî. Festîvala 12’emîn jî me bi tevî wan şertan bi awayek dijîtal pêk anî. Navê wê jî Festîvala Filmên Kurd a Gobal bû. Me ev bi festîvalên kurd ên din re hevpar organîze kir.

Bi kurtasî derheqê cîhana dijîtal de em bûn xwedî agahî. Festîval nehat rawestandin. Li ser platformên dijîtal hat nîşandan. 100 filmên herî baş ên kurd bi 10 festîvalên kurd ên din re me nîşan da. Ev tiştek nû bû ji bo kurdan. Di vê demê de erêniyên wiha jî derketin holê.

Em wek fizîkî îsal festîvalê li dardixin. Piştî 4 salan şûnve em derbasî salonên sînemayan û ekranên mezin dibin. Heyecanek heye. Eleqeyek mezin çêbûye. Temaşenên Londonê li hêviya me ne. Em jî li benda vê yekê ne.

Festîvala me ya îsal bi filmê derhêner Mano Xelîl a “Cîran” dest pê dike. Dîsa filmên Şefket Emîn Korkî “Ezmûn” yê Mehmet Elî Konar “Govenda Elî û Zîn” û Bextiyar Fetah “Sifir 9” heye.

Ji Rojava gelek belgefilm hene. Belgefilma Hêza jî di nava bernameyê de tê nîşandan.

Di nava van hemû filman de noqteyeke hevpar heye. Salên berê li ser kurdan bi teybetî jî li ser êzidiyan komkujî û talan hebû. Lê îro ew zarokên komkujiyan mezin in û li dijî vê zîhniyetê têkoşînê didin meşandin. Ev jî hêviyekê belav dike. Ji bo wê jî dirûşmeya festivala îsal Hêvî ye.

Ferhan Stêrk kî ye?

Ferhan Stêrk, di sala 1982’yan de li Nisêbîna Mêrdînê hatiye dinyayê. Stêrk ji sala 2007’an û vir ve jî li Londonê dijî. Bi sînemayê re eleqeder dibe û ji sala 2011’an û vir ve jî bênavber di nava kar û xebatên Festîvala Filmên Kurd a Londonê (LKFF) de ye. Stêrk ji sala 1911’an ve ango ev 11 sal in ku wekî dîrektorê festîvalê xebatên xwe yên sînameyê berdewam dike. Ferhan Stêrk zewicî ye û zarokek wî heye.