4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

3’yemîn konferansa jinan pîroz be

3’yemîn konferansa jinan a Cihanê ku li Tûnisê pêk hat, ji gelek dîmenên belkêş ên jinên ji çar aliyê cîhanê hatibûn re şahidî kir. Pêkanîna vê konferansê, pêdiviya têkoşîneke hevpar a pêşwazîkirina bendewariya hemû jinan derxiste hole.

Delegasyona jinên kurd ên ku ji kurdistanê beşdarî konferansê bûn, bi pêşkeşkirina nîqaşên zanista jinê-jineolojiyê ku bi rêya xebatên atolya hat pêşkeşkirin de, mohra xwe li rêveçûna komxebatê dan. Zanista “jineolojiyê” ku di dîroka têkoşîna azadiya jinan de têgînek nû ye, bala beşdarên konferansê kêşand…

Jinên ji 5 parzemînên cîhanê li Tûnisê di 3’yemîn konferansa Jinan a cihanê de li hev civiyan; refên xwe yên hevgirtina têkoşîna yekbûyî bi tevna ahengiya ruhê jinê xemilî. Jinan bi yek dengî destnîşan kirin ku ew ê, li hember emperyalîzma kedxwar a global bi hevkariya têkoşîna yekbûyî nirxên ku bi destên jinan avabûne, bi hevre hembêz bikin…

Jinên ku ji gelek welatên cîhanê herikîn Tûnisê, di bin sîwanekê de hatin gel hev, 3’yemîn konferansa jinan a cîhanê bi şîara “şoreşa jinan erk e” li darxistin. Jinên ji gelek welatên cîhanê çûne Tûnisê, derbarê pirsgirêkên şoreşa jinan de şeş rojan bi fikrên hev şêwirîn; ji hev ezmûn, zanebûna hêza têkoşînê wergirtin. Jinan barê hev yê têkoşînê, li gel hev parvekirin.

Bi rêya nîqaşên konferansê jinan piştgiriya xwe ji bo her jineke ku rastî tundîûtujiya pergala bavik-serdestiyê dimîne û dibe maxdurê vê pergala mêrane, li dijî vê hişmendiyê bîryara xwe ya geşkirina têkoşîne xistin helwesta jinan a giştî cîhan ê. Hemû jinên ku ji çar hêlên dinyayê beşdarî konferansê bûn bi kelecanî, rûkeniyeke zor û zehmetiyên dîroka jinan li gel hev vegotin. Ji dîmenên konferansê dihatin jî rûkenî û bextewariya delegeyên civînê diyar bû ku dema jin bibe yek, dikare bi rola guhertin û veguhertina civakê rabe.

Jinên li Tûnisê di 3’yemîn konferansa jinan a cîhanê de li hev civiyan, daxwazên xwe yên doza azadiyê ragihandin hemû jinên cîhan ê. Bi boneya nîqaşên vê civînê re jinan derfetên hev nasîne bi destxistin, hêza hevûdin hembêz kirin. Di nîqaşên jinan ên hatin pêşxistin de jinan diyar kirin ku ew ne bi hevre, lê bi emperyalîzmê re di nav nakokiyê de ne û ji ber vê yekê divê jin piştgiriyê bidin hev û refên xwe bixin yek.

Her wiha konferans derfetekê dide me ku em bi rêxistinên jinan ên cîhanê re tevbigerin û pirsgirêkên xwe yên hevpar binasin û pêşkêş bikin.

Nûnerên jinên kurd ên ku ji bakur û rojvayê Kurdistanê beşdarî konferansê bûn bi nîqaş û sekna xwe mohra xwe li rêveçûna civînê dan. Beşdarvanan balkişandin ser pergala jinên kurd û wiha qala destkeftiyên şoreşa rojava kirin: “Em şoreşeke demokratîk dixwazin û pêwîste jinên cihanê, jinên bakur û rojhilatê Sûriyê ji xwe re mînak bigirin, ji bo ku rastiya xwe nas bikin û mafên xwe bi dest bixin pêdivî bi têkoşîneke hevgirtî ya jinên dinyayê heye.”

Bi qasî ku me şopand beşdarên konferansê di rûniştinê de bi atolyeyên cuda li ser pirsgirêkên cihêreng ên jinên pênc parzemînan nîqaş pêşxistin. Şer û pevçûnên siyasî jî trajediyên jinan li hemû cîhanê girantirk kirine. Civînên nevneteweyî yên bi vî rengî dikarin jinan bînin cem hev. Ji lewma çareserî bi aqlê kolektîf ê jinan peyda dibe.

Yek ji koordînetora Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Selwa Qîqa ya beşdarî konferansê bû nirxandinên balkeş kirin û wiha peyvî: “ Kesên demokrasiyê diparêzin bi salan e di girtîgihan de ne, mîna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku banga pêkanîna sîstema demokratîk li hemû gelan dike ev 24 sal in di bin tecrîdê de tê girtin ku pêwendiya wî ji dinyayê hatiye birîn.”

Ji bo çareserkirin û têkoşîna li dijî pirsgirêkên jinan ên kûrewî divê stratejiyeke jinan a navneteweyî bê danîn. Pêdivî bi hevgirtina femînîst a komên jinan heye. Ev jî dikare bi nîqaşên hişmendiya zanista jinê-jineolojiyê bi pêşve here.

Beşdarên konferansê, bi yekdengî diyarkirin ku pirsgirêkên jinan ên li hemû deverên dinyayê yek in û bala xwe dane ser pêdiviya hevgirtinê ya ji bo dîtina çareseriyên hevpar. Jinan bi vê helwesta xwe nirxandinên çêker ên kûr pêşxistin û sînorên di navbeyna wan de hatine lêkirin bi nîqaşên cihêreng ên germ parzemîn derbas kirin…