spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Apê Mûsa li ser gora xwe hat bibîranîn

Zanayê kurd Mûsa Anter (Apê Mûsa) ku di 20’ê Îlona 1992’yan de li Semta Seyrantepe ya Amedê hatibû qetilkirin, li ser gora xwe ya li gundê Sitîlîliyê ya navçeya Nisêbîna Mêrdînê hat bibîranîn. Komeleya Rojnamegeran a Dîclê Firatê (DFG), biranîn organîze kir. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan,  Berdevka HDP‘ê Ebrû Gunay, parlamenter Pero Dundar û Hasan Ozguneş, Hevşaredarên Mêrdînê Ahmet Turk û Fîgen Altindag ên qeyûm tayinî şûna wan hatin kirin, Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû, Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP), rojnamegerên kurd, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, malbata rojnameger Huseyîn Denîz ê di salên 90’î de hatibû qetilkirin û gelek kes tev li bibîranînê bûn. Beriya bîranînê, serdana muzexaneya Apê Mûsa hat kirin.

Di bîranînê de ewilî kurê Mûsa Anter, Dîcle Anter axivî. Anter anî ziman ku 30 sal di ser qetilkirina Apê Mûsa re derbas bûye û got: “Doz 30 sal in berdewam e. Sibê dîsa danişîneke dozê heye. Sûcên li dijî mirovahiyê nakevin ber demboriyê. Qetilkirina Apê Mûsa û bi hezaran kesan bi destên dewletê nayê efûkirin. Em demokrasî û edaletê dixwazin. Eger ev pêk bên wê sûcên li dijî mirovahiyê ji holê rabin.”

Anter bal kişand ser hevdîtina xwe ya bi Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû re jî û got: “Hevhelalkirin bi eşkerekirina kujerên Apê Mûsa û kiryar nediyaran pêkan e.”

Pişt re, Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû axivî û got: “Xwestin pênûsa Apê Mûsa bişikînin lê peyrewên wî rahiştin wê pênûsê û gotina vî gelî domandin. Girtin, kuştin, bombekirin nikaribûn pêşî li ber kevneşopiya çapemeniya azad bigirin. Ji niha û pê ve jî dê nikaribin pêşî li ber bigirin. Em peyrewên Apê Mûsa em ê meşa wî ji cihê mayî bidomînin. Em li vir, li ser gora wî careke din soz didin.”

Herdem heqîqet nivîsî

Di bîranînê de herî dawî Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan axivî û got: “Îro carek din em li ser gora Apê Mûsa dibêjin Xwedê rehma xwe lê bike û ji malbat, dost û hevrêyên wî re sebrê dixwazin. Berî 30 salan îro Apê Mûsa hat qetilkirin, em careke din di salvegera qetilkirina wî de hatin ba hev û Apê Mûsa bibîr tînin. Pênûsa Apê Mûsa tu carî ji rastiyê dûr neket, timî aştî, birastî û heqîqetê nivîsî û ji bo rastî derkeve holê têkoşiya. Kesayet, helwest, berxwedan û têkoşîna Apê Mûsa, wê tu carî ji bîra gelê kurd neçe.”

Çapemeniya azad di rêya heqîqetê de dimeşe

Bûldan anî ziman ku Apê Mûsa rojnamevan bû û pênûsa wî timî ji bo parastina aştiyê nivîsand û got: “Ji wê rojê heta niha çapemeniya azad ev pênûs dewr girtiye û vê heqîqetê dimeşîne. Helbet em kesên ku Apê Mûsa qetil kirin jî nas dikin. Ev nav, mirovên naskirî ne. Lê çendî ev qas sal derbas bûne jî, ne girtinek ne jî jî lêpirsînek cuda nehat kirin.”

Têkoşîna edalet û heqîqetê dê bidome

Bûldan got ku helbet bi milyonan kes hene ku têkoşîna Apê Mûsa bidomînin û bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Lê em dizanin ku bi milyonan kes xwedî lê derdikevin. Wekî Ferhat Tepe, Mehmet Sîncar, Vedat Aydin, yên kiryarên wan nediyar. Em kiryaran nas dikin. Em careke din li pêşberî hemû gelê xwe soz didin em ê tu carî we ji bîr nakin, em ê heta dawiyê bi têkoşîna we re bin. Em careke din ji malbat û hevrêyên wî re sersaxiyê dixwazin û soz didin ku têkoşîna edalet û hiqûqê wê ji niha û pê ve jî bidome.”