4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Apê Mûsa hat bibîranîn

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ji bo bîranîna Apê Mûsa (Anter) ku di 20’ê îlona sala 1992’yan de li Semta Seyrantepe ya Amedê hatibû qetilkirin, merasîma bîranînê li dar xist. Merasîma bîranînê li Kolana 442’yan a Taxa Cumhuriyetê ya Seyrantepe ya Amedê hat lidarxistin. Di bîranînê de kurê Mûsa Anter, Dîcle Anter, DFG, Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), parlamenter Îmam Taşçier û Gulistan Kiliç Koçyîgît, xizmên girtiyên nexweş, Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER), Hewldana 78’an a Amedê, rojnameger Huseyîn Aykol û gelek kesên din amade bûn.

‘Em generalên Apê Mûsa ne’

Di bîranînê de hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû diyar kir ku zanyarê gelê kurd, mamosteyê rojnamegerên kurd Apê Mûsa 30 sal berê li vê kolanê hatibû qetilkirin û wiha got: “Guleya li wî hatiye xistin, li zimanê gelê kurd, li lêgerîna heqîqetê hat xistin. Xwestin bi qetilkirina Apê Mûsa re gelê kurd bêdeng bikin û bêpênûs bihêlin. Apê Mûsa li vê kolanê hat qetilkirin û pênûsa wî di nava xwînê de ma. Lê belê peyrewên wî hîn niha jî rastiyan dinivîsin. Cengîz Altûnan, Gurbeteliyan, Ferhat Tepeyan, Denîz Firat û Nûjiyan Erhanan ew pênûs dewr girtin û ji me re hiştin. 16 kedkarên çapemeniya azad û peyrewên Apê Mûsa ji ber ku heqîqet bi gel re parve dikirin, di 16’ê hezîranê de hatin girtin. Em li vir dîsa dibêjin; ev kesên ku dema hewl didan rastiyê bigihînin gel û di vê oxirê de hatine qetilkirin, rûmeta me ne. Em li cihê Apê Mûsa lê hatiye qetilkirin dîsa bang dikin; em pênûsa Apê Mûsa ne. Em generalên wî yên biçûk in. Em peyrewên wî ne û dê dest ji têkoşîna heqîqetê bernedin.”

Di vê oxirê de şehîd hatin dayîn

Rojnameger Huseyîn Aykol jî êrîşên di demên berê de yên li dijî çapemeniya azad dihatin kirin bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Girtin çêbûn lê me dîsa jî meşa xwe domand. Ez nehatime vê derê ku nefreta li dijî kujerên Apê Mûsa vebêjim. Ez hatime vê derê ku deynê xwe yê ji bo Apê Mûsa bidim. Ka te em çawa hiştibûn em wisa nînin. Ji wê rojê heta niha me nêzî 50 rojname derxistin, radyoyên me çêbûn. Televîzyonên me hene ku ji bo hemû cîhanê weşanê dikin. Her neteweyekî ajansa xwe heye. Em di vê oxirê de şehîd bûn, hatin girtin. Ajansên me jî mîna rojnameyan hatin girtin. Niha her ku em dijîn, dê tiştên gelê kurd jî dijî bikin nûçe. Em ê bi hemû cîhanê re parve bikin. Ev bû 33 sal ku ez li vê derê me. Ciwanên di emrê zarokê min, neviyê min de niha tev li çapemeniya azad bûne. Roj bi roj mezintir dibin.”

Bi milyonan Apê Mûsa hene

Piştre jî parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier axivî û wiha got: “Di dîrokê de gelek caran hewl dan ku gelê kurd tune bikin. Apê Mûsa got; ‘em vê qebûl nakin.’ Ji bo vê jî ji bo gelê kurd nivîs nivîsandin. Lewma di 70 saliya xwe de li kolanekê hat qetilkirin. Heta ku ev pergal wiha bidome, dê kesên weke Apê Mûsa jî her hebin. Dibe ku Apê Mûsa wê demê bi tenê bû lê niha bûne bi milyonan.”

Piştî axaftinan, beşdarvanan dirûşmeya “Kesek nikare çapemeniya azad bêdeng bike” berz kirin û heta cihê Apê Mûsa lê hatiye qetilkirin meşiyan. Beşdaran, karanfîl danîn cihê ku Apê Mûsa lê hatiye qetilkirin û bîranîn bi dawî bû.