3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ajansa Mezopotamyayê 5 salî ye

Ajansa Mezopotamyayê (MA), ji bo salvgera damezrandina xwe ya 5’emîn ji bo xwînerên xwe peyamek a spasiyê weşand. Di peyama Ajansa Mezopotamyayê de wiha hat gotin:

“Çapemeniya azad, 33 sal in bi dehan rojname, radyo, ajansên nûçeyan û kovaran li hemberî serdestan dibe deng, gotin û çavê gel û heqîqetê derdixe holê. Helbet me jî dixwest em bi rojname, ajans û radyoyên bi heman navî xwe bigihînin gel, lê nebû. Kî desthilat be bila bibe, qet ferq nake; yên ev rojname, radyo û ajans girtin û bombe kirin, ew in. Lê her ku wan wiha kir, me ew bi navên nû ava kirin û me bi heman ruhî da ser rêça heqîqetê. Em hebûn, hene û em ê hebin. Jixwe me ev yek gelek caran di manşetên rojnameyên xwe de jî nivîsiye. Desthilat hatin û çûn. Li gor heyamê geh hişk geh jî nerm bûn, lê li hemberî wan qethiyen me dest ji heqîqetê berneda.

Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê ku di 4’ê Nîsana 2002’yan de bi dirûşmeya “Em ji rastiyê tawiz nadin” dest bi weşanê kir û di 14 salên weşana xwe de mudaxileyeke tund li feraseta çapemeniya li Tirkiyeyê kir û bi vî awayî bû markayek, di 30’yê Cotmeha 2016’an de bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) a hikûmeta AKP’ê hat girtin.

Piştî DÎHA hat girtin bi 14 rojan, yanî di 14’ê Mijdara 2016’an de, li dijî tarîtiya Rewşa Awarte (OHAL) û Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK), bi dirûşmeya “Rastî dê di tariyê de nemînin” dîhaber dest bi weşanê kir. dîhaber jî eynî wekî DÎHA’yê, di nîvê şeva tarî ya 25’ê Tebaxa 2017’an de bi KHK’ya Hejmar 693’yan hat girtin. Desthilat ku hewl dide bi Rewşa Awarte û KHK’yan li ser pêyan bimîne, tenê 9 meh û nîvan hewldana ji bo heqîqetê ya dîhaberê deyax kir. Desthilat ji girtinê, rojnamevanên ji kelepora çapemeniya azad jî ji ragihandina heqîqetê û nûçeyên rast bêzar nebûn û newestiyan.

Em rojnamevanên ku tu carî naxwazin gel ji nûçeyan bêpar bimîne, bêyî bi derengî bikeve em li hev kom bûn û di 20’ê Îlona 2017’an de wekî em bibêjin “cardin em”, me bi nûçeya “Belgeya ku xebatkarên edliyeyê pê hatin fîşkirin di nava dosyeyê de hatiye jibîrkirin” Ajansa Mezopotamyayê (MA) gihand ber destê we. Em şopdarên kelepora çapemeniya azad, di heyameke wisa de ku dihat xwestin tevahiya civakê di tarîtiyê de bê hepskirin, me bi pizotê çiraya dihat tefandin çirayek din vêxist û tevî gelên li dijî tarîtiyê li ber xwe didin, me pêl bi pêl ronahiya vê çirayê belav kir.

Me 4 sal li dû xwe hiştin û em îro di 5 saliya xwe de dibêjin merheba. Îro em dibînin ku desthilata dixwest me radestî tarîtiyê bike, ne wekî roja ku me dest bi weşanê kir bihêz û xwedîşayan e. Lê me, azmûn û tecrûbeya 33 salan jî li vî 5 salên xwe bar kir û em hîn bêtir bihêz û xurt in. Ji lew re em hevrêyên wan rojnamevanan in; rojnamevanên ku dizanibûn dê ronahî tarîtiyê têk bişikîne û ji ber hindê mineta xwe ji kesekî negirtin û netirsiyan: Gurbetellî, Apê Mûsa, Ferhat, Orhan, Safyettîn, Cengîz, Metîn, Nûjiyan, Denîz, Agirî, Rizgar û Mazlûm…

Ji roja ku me dest bi weşanê kiriye heya niha malpera me ya înternetê 34 caran hatiye astengkirin. Rûpela me ya facebookê ya pesendkirî bi daxwaza desthilatê hat girtin, hesabên me yên medyaya sanal hatin sînordarkirin, kamerayên nûçegihanên me hatin desteserkirin, wênegirên wan hatin şikandin. Bi dehan nûçegihanên me hatin binçavkirin û girtin, gef li wan hatin xwarin, heqaret li wan hatin kirin û doz li ser dozê li wan hatin vekirin. Lê Ajansa Mezopotamyayê gavek jî paş de neavêt. Tenê ne li seranserê welêt, li seranserê cîhanê jî îmze danî binê nûçeyên girîng.

Raya giştî cenazeyên bi posteyê hatin şandin, hestiyên ji goristanan hatin derxistin û di bin peyarêyan de lis er dilê hev hatin veşartin, qedexekirina axaftina bi kurdî li dibistanên seretayî, organîzasyonên fuhûşê yên li konên ji bo sûriyeyiyan hatine çêkirin, tiştên malbata parlementerê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz anî serê malbata Şenyaşarê, komkujiyên li Pirsûs û Ebqereyê û îfadeyên emîrê DAIŞ’ê yê derbarê şewitandina 2 eskerên ji tirkiyeyî, lînçkirin û kuştina malbat û karkerên kurd ên li bajarên rojavayê Tirkiyeyê, telefonên ku polîsan bi hinceta qaçax in ew desteser kirin û diyarî hevjînên xwe kirin, çerxa bertîlê ya qeyûmên tayinî şaredariyên HDP’î hatin kirin, gundiyên ji helîkopterê hatin avêtin, li girtîgehan mirina biguman a girtiyan, penaberên di rêya koçberiyê de hatin windakirin û di çeman de hatin fetisandin, îşkenceya eskeran a li gundiyan, qirkirina daristanên Şirnexê, cinayetên bi destê wesayîtên zirxî tên kirin, di dozên polîs û eskeran de polîtîkaya bêcezatiyê, zilma DEDAŞ’ê, karkerên keda wan tê xwarin û cinayetên karî, komkujiyên jinan, bavê ku li edliyeyê hestiyên kurê xwe di hundirê qutiyekê de wergirt û gelek nûçeyên girîng ji Ajansa Mezopotamyayê hîn bû.

Ajansa Mezopotamyayê ku bi kurdî, tirkî û îngilîzî weşana xwe dike, serpêhatiya çapemeniya azad didomîne. Em malavayiya we şopdarên xwe dikin, ji ber ku hûn me bi tenê nahêlin.”

Ajansa Mezopotamyayê (MA)