3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nûran Îmîr desteserkirina rojnameya me bir rojeva Meclisê

Di 17 û 18’ê îlonê de polês çûbûn otogara Amedê û 100 rojnameyên hejmara 144’emîn a Xwebûnê ku wê biçûna Mêrsînê desteser kiribûn. Her wiha polêsan hewl dabû ku rojnammeyên biçin Semsûrê jî desteser bikin. Lê ji ber ku rojname ji bajar derketibûn polês li ajokarê otobusa ku rojnameyan biribû geriyabûn û xwestibûn ku çûna rojnameyan a Semsûrê jî asteng bikin.

Parlamentera HDP’ê Nûran Îmîr, desteserkirina rojnameya bir rojeva Meclisê û pêşnûmepirsekê da Serokatiya Meclisê û xwest ku Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag der barê mijarê de daxuyanî bide. Îmîr, di pêşşnûmepirsa xwe de cih de zextên li ser sazî û dezgehên çapameniya kurd û rojnamegerên kurd û banga rawestandina zextan kir.

Nûran Îmîr, di pêşnûmepirsa xwe de ev pirs ji Bozdag kirin:

“ *Armanca astengkirina belavkirina rojnameya tekane kurdî Xwebûnê çî ye? Belavkirin û xwendina rojnameya kurdî sûuc e?

* Polês bi kîjan hincetên hiqûqî belavkirina rojnameya tekane kurdî Xwebûnê asten dikin?

* Ji ber kurdbûna xwe çend rojnameger girtî û hikumxarî ne?

* Bandora zextên li dijî rojnamegerên kurd a paşdemayîna Tirkiyeyê ya di endeksa çapameniyê de çî ye?

* Armanca zextên li ser sazî û dezgehên çapameniya kurd çî ye? Li djî zimanê kurdî pêkanîneke taybet heye?”