5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nancy Pelosi: Azerbeycan û Tirkiyeyê tewanbar kir

Seroka Meclisa Nûnerên Amerîkayê Nancy Polesi serdana Ermenistanê kir û di daxuyaniya çapemeniyê ya hevpar bi Serokê Parlamentoya Ermenîstanê Alain Simonyan re rexne li Tirkiye û Azebeycanê kir.

Pelosî roja Yekşemê li Êrîvanê di civîneke çapemeniyê de rexneyên tund li Azerbeycan û Tirkiyeyê kir û wiha got: “Ez bi navê Kongreyê êrîşên Azerbeycanê ên li dijî Ermenistanê şermezar dikim, Tirkiye û Azerbeycanê berpirsên tevliheviya li ser Karabaxê û van êrîşên dawî ên li ser sînorê Ermenistanê ne.”

Serokwezîrê Ermenistanê da xuyakirin ku di wan êrîşên dawî de 105 leşker hatine kuştin. Her wiha beriya niha jî gelek caran peymana agirbestê ya 10’ê mijdara 2020’an hatiye binpêkirin.

Di şerê di navbera Azerbeycan û Ermenistanê yê di 10’ê mijdara 2020’an de jî dewleta tirk bi alîkariya Azerbeycanê kiribû û gelek balafirên bêmirov dabûn Azerbeycanê.

Hêjayî gotinê ye ku nakokiyên dîrokî di navbera Tirkiye û Ermenistanê de hene û Ermenistanê dewleta tirk bi komkujiya li dijî ermeniyan tewanbar dike û dibêje ku di sala 1915’an de derdora milyon û nîvek ermenî hatine kuştin. Tevî ku gelek dwletan ew bûyer wekî, komkujiyê binav kiriye dewleta tirk heta niha wan bûyeran wekî komkujî qebûl nake.