28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Banga Gobadî ya ji desthilatdarên Başûr: Çima hûn bêdeng in?

Li rojhilatê Kurdistanê û Îranê, serhildanên ku ji ber kuştina jina ciwan Jîna Emînî ya ji aliyê hêzên rejîma îranê ve bi îşkenceyê hatibû kuştin hatine destpêkirin, berdewam dikin. Li gelek bajarên Rojhilat û Îranê gel kolanan li dijî rejîma Îranê çalakiyan li dar dixe û helwesta wê ya li dijî kurdan û jinan şermezar dike.

Ev çalakiyên li Rojhilatê Kurdistanê li dinyayê deng vedane. Gelek welatan derbarê çalakiyan de daxuyanî dan û rejîma Îranê şermezar kirin. HDP’ê jî du bi daxuyaniyekê ji ber kuştina Jîna Emînî rejîma Îranê şermezar kir û piştevaniya xwe ya çalakiyên li herêmê aşkera kir. Di encama van çalakiyan de Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, aşkera kir ku der barê kuştina Jîna Emînî de lêpirsîn dane destpêkirin û wê bûyerê lêkolîn bikin.

Rayedarên Başûr bêdeng in

Lê tevî vê daxuyaniya Reîsî jî serhildanên li herêmê bi dawî nebûne û gel li kolanan e. Tevî vê rewşê jî heta niha ji rayedarên Herêma Kurdistanê û Serokkomarê Iraqê yê YNK’î Berhem Salih der barê mijarê de tu daxuyanî nehatine dayîn û helwesta faşîzane ya rejîma Îranê ya li dijî kurdan ji aliyê wan ve nehatiye şermezarkirin.

‘Heqê we yê bêdengiyê tuneye’

Hunermend Behman Gobadî yê ji rojhilatê Kurdistanê, der barê mijarê de li ser hesabê xwe yê medya sanal bi dîmen daxuyaniyek da û bertek nîşanî bêdengiya rayedarên Herêma Kurdistanê û Serokkomarê Iraqê Berhem Salih da. Gobadî, bang li Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî, Serokê Giştî yê YNK’ê Qubad Talabanî û Serokkomarê Iraqê Berhem Salih kir ku çima deng ji xwe dernaxin û ev pirs ji wan kir: “Qey hûn ji Komarê Îslamî ya Îranê ditirsin?”

Gobadî, di daxuyaniya xwe de ev tişt got: “Ji bo malbata Barzanî û Malbata Talabanî û Serokkomarê Iraqê yê kurd Berhem Salih; BÊDENG NEBIN! Heqekî we yê bêdengbûnê tune ye! Hûn ji çi ditirsin? Madem hûn dibêjin em pêşengê gelê kurd in, nexwe heqekî we yê ku hûn gelê kurd bi tenê bihêlin tune ye.”