4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nerazîbûnên li dijî kuştina Jîna Emînî di roja çaremîn de didomin

Xwepêşandan û nerazîbûnên li dijî kuştina ciwana kurd ya bi navê Jîna Emînî (Mehsa Emînî) di roja çaremîn de berdewam dike. Bi taybetî li bajarê Senendecê û gelek bajarên din tevî destwerdana hêzên ewlekariyê hêrsa gel li dijî kuştina Jîna Emînî ya ji alî (polîsên Exlaqê) bi nerazîbûn û xwepêşandanan berdewam dike.

Doh bi şev li Tehran û Meşhedê jî xwepêşandan hebûn, li Tehranêç bi sedan jin daketin kolanê û ji bo nerazîbûna li dijî kuştina Emînî, hin jinên xwepêşandêr çarşevên xwe ji ser xwe avêtin û bi dirûşmeyên wekî Bimre Komarta Islamî meşiyan.

Jinên xwendekarên zanîngeha Tehranê jî bi dirûşmeya Jin Jiyan Azadî bi sedan nerazîbûna xwe li dijî kuşîtina Jîna Emînî anî ziman û bang li rayedarên dewletê kirin ku mijara kuştina Emînî bi rengekî, zelal ji raya giştî re aşkera bikin.

Ji aliyekî din ve Rêveberê Giştî yê SpaceX, Elon Musk, doh li ser hesabê xwe yê Tweeterê daxwaz kiribû ku ambargoyên di vê warê de li ser Îranê werin rakirin da ku gelê Îranê bikaribe sûdê ji peyka Starlink bigire. Ev daxwaza Elon Musk ji bo gelê Îranê bikaribe sûdê ji internetê bigire hatiye kirin ji ber ku rayedarên Îranê di dema nerazîbûn û xwepêşandanan de internetê ji ser gelê xwe dibire.