spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

MÎT’a tirk li Iraqê tevna xwe fireh dike

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Musteşarê MÎT’a dewleta tirk a dagirker Hakan Fîdan di 10’ê îlonê de serdana Bexdayê kir. Hakan Fîdan bi Serokkomarê Iraqê Berhem Salih, Serokwezîr Mustafa Kazimî, Serokê Parlamentoyê Mihemed Helbûsî û Wezîrê Karê Derve Fûad Hisên re rûnişt.

Şandeya MÎT’a tirk di çarçoveya hevdîtinên xwe de bi Serokê Hevpeymaniya Serweriya Sunnî Xamîs Ferhan Xencer û rayedarên PDK’ê re jî civiya. Di vê serdanê de herî zêde hevdîtina li gel Xamîs Xencer derket pêş. El-Xencer li herêmê bi nîzîkatiya xwe ya bi dewleta tirk re tê naskirin.

Têkiliyên dewleta tirk ên bi Xamîs Xencer re ne tekîliyên ji rêzê ne. Piştî hilbijartinên pêşwext ên Iraqê Xamîs Ferhan Xencer bi şerê rejîma faşîst Erdogan re li Enqerê hevdîtinek pêk anî. Piştî vê hevdîtinê Xamîs Xencer di 25’ê çileya 2022’yan de bi hevkariya hin parlementerê Sunnî Hevpeymaniya Serweriyê ava kir. Hevpeymana Serweriyê û Hevpeymaniya Teqedum a bi serokatiya Mihemed Helbûsî tifaq ava kir. Piştî avakirina vê tifaqê Mihemed Helbûsî û Xamîs Xencer çûn Tirkiyê. Li vir bi şefê rejîma Faşîst Erdogan û musteşarê MÎT’a tirk Hakan Fîdan re rûniştin.

Di kulîsên parlamentoya Iraqê de tê gotin ku tifaqa di navbera her du aliyan de li ser daxweza dewleta tirk pêk hatiye. Sedem jî ew e ku dewleta tirk a faşîst dixwaze ji vê qirîza heyî sûd bigire û li herêmê bandora xwe zêde bike. Li gorî hin îdîayan, yek ji armancên vê tifaqê jî li Iraqê avakirina herêmeke sunnî ye. Dema mirov têkîliyên dewleta tirk ên bi aliyên Sunnî re dibîne mirov nikare vê îdayê piştguh bike.

Bêguman ev aliyekî vê hevdîtinê ye. Aliyê din ê vê hevdîtinê jî planên dewleta tirk ên dagirkeriyê ne. Di çarçoveya êrîşên li dijî gelê kurd û gerîlayên azadiyê de dewleta tirk a dagirker ji 17’ê nîsanê ve li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê di nava êrîşên dagirkeriyê de ye. Tevî hevkariya PDK’ê ya îstixbarî û piştgiriya NATO ya leşkerî jî heta niha artêşa dagirker weke hatî plankirî li herêmê nikare bi pêş ve biçe. Dewleta tirk a dagirker hewl dide ji krîza siyasî ya li Iraqê sûd bigire û li herêmê planên xwe yên dagirkeriyê bibe serî. Ji bo vê jî bi hemû hêza xwe ya leşkerî, dîplomatîk û îstixbarî di nava hewldanên qirêj de ye. Li Bexdayê yek ji rojeva sereke ya şendeya MÎT’a dewleta tirk a faşîst jî ev bû.

Beriya em siyaseta dewleta tirk a şer binirxînin, divê bê zanîn ku şerê li herêmê diqewime ne şerekî loqal e. Hêzên navneteweyî ji bo Rojhilata Navîn di nava qirîzê de bigirin bi taybet dewleta tirk erk dar kirine. Di çarçoveya vê erkê de dewle tirk a dagirker li herêmê rêxistinên çete û kesayetên fîgur ava kirine. Yek ji van fîguran jî Xamîs Xencer e. Dewleta tirk beriya niha li ser nakokiyên Sunnî û Şîa xwe li ser siyaseta Iraqê ferz dikir. Niha bi hevkariya hin aliyên siyasî hewl dide hebûna xwe li herêmê xurt bike. Ji bo xwe li herêmê bi cîh bike jî şerê li dijî qadên gerîla wek hincet dide nîşandan û leşkerên xwe gav bi gav li herêmê bi cîh dike.

Dewleta tirk beriya niha hewl dida bi destê çeteyên DAIŞ’ê vê plana xwe bibe serî lê piştî ev deşîfre bû û şûn ve serî li rê û rêbazên cuda da. Li başûrê Kurdistanê herêmên mîna Şengal, Mexmûr û Kerkûk ên di hedefa çeteyên DAIŞ’ê de bûn, niha heman herêm di hedefa dewleta tirk a dagirker de ne. Di van êrîşan de rola PDK û hikûmeta Kazimî pir girîng e. Dewleta tirk ji bo li herêmê bigihêje armancên xwe bi destê MÎT’ê lewaziyên van aliyan baş bi kar tîne. Lewma kar û xebatên MÎT’a tirk ên li herêmê dide meşandin mirov nikare ji rêzê bigire dest. Bi destê van aliyên ku êdî bûne parçeyekî planên dagirkeriya dewleta tirk êdî nikarin bi îradeya xwe ya siyasî biryarekê bigirin.

Mînaka vê ya herî dawî li herêma Zaxo qewimî. Fakulteya Zanistên Civakî ya Zaningeha Zaxo beriya dewmsala nû ya perwerdehiyê di 20’ê tebaxê de nexşeya Kurdistanê li ser dîwarê Fakulteya Zanistên

Civakî nexşeya Kurdistana mezin çêkir. Rêvebiriya Zaningeha Zaxoyê bêyî ku hincetekê nîşan bide di 11’ê îlonê de nexşeya Kurdistanê ji ser dîwarê Fakulteya Zanistên Civakî rakir.

Biryara rakirina nexşaya Kurdistanê piştî serdana Wezîrê Karûbarên Pêkhateyan ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Aydin Marûf hat wergirtin û pêkanîn. Aydin Marûf bi xwe tirkmen e û bi nêzîkatiya xwe ya bi dewleta tirk tê naskirin. Ev yek jî bandora Aydin Marûf ya di hikûmeta herêma Kurdistanê de dide diyarkirin.

Wek li jor jî me got, dewleta tirk bi rêya hin kesayetên xwefiroş hewl dide mudaxaleyî siyaseta herêmê bike. Li Bexdayê Xamîs Ferhan Xencer, li Kerkûkê Erşad Salihî û li Hewlerê jî Aydin Marûf. Dibe ku ev kes wek nav derdikevin pêş, lê ew ji nav zêdetir wek rêxistinbûyîna MÎT’a tirk kar dikin. Li dora van kesan gelek kesên ku nayên naskirin jî hatine bicîhkirin.

Di rêxistinkirina vê pargala sîxurî û hevkariyê de rola hikûmeta Kazimî û PDK’ê pir girîng e. Bi taybet piştî di rêvebiriya herêma Kurdistanê de guhertin çêbû û şûn ve yanî di van çend salên dawî de li herêmê xebatên MÎT’ê zêde bûn. Rêvebiriya ku êdî îradeya xwe bi tamamî teslîmî vê pargala qirêj kiriye nikare li gorî berjewendiyên gelên herêmê siyasetê jî bike. Lewma êdî hikûmet bê erk, saziyên hiqûqê bêbandor hatine hiştin.

Ji ber ku ev hemû ji aliyê MÎT’a tirk ve tên plankirin û bi rêvebirin serdana Hakan Fîdan a ji bo Bexdayê pir girîng e. Şandeya MÎT’a tirk ji derveyî aliyên siyasî bi gelek derdorên cuda re jî rûnişt. Lê çi balkêş e ku ne aliyên siyasî û ne jî saziyên ku bi wan re hevdîtin hatine kirin kesî behsa şandeya dewleta tirk a dagirker nekir. Hin aliyên ku kêmbe jî hêsta neteweyî û niştimanî di dilê wan de heye bi dengekî nizm be jî rexne li vê şandeyê kirin. Lê diyar e ku ger krîza siyasî ya li Iraqê bi vî halî dewam bike û PDK di vê hevkariyê de israr bike wê MÎT’a tirk bi çend herêman re sînordar nemîne û rêxistinbûyîna xwe ya sîxuriyê berfirehtir bike.

Em ji bîr nekin ku DAIŞ jî rêxistinbûyînek dewleta tirk a dagirker bû. Lewma hemû hewldanên dewleta tirk ew e ku li herêmê tişta ku çeteyên DAIŞ’ê nivco hiştiye temam bike. Ji bo vê armancê jî şefê MÎT’a tirk Hakan Fîdan bi hurgilî di nava xebatek qirêj de ye. Serdana Bexdayê jî gaveke ji vê xebatê ye.