3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Operasyona sînorkirina kiryarên DAIŞ’ê

Tirkiye, statuya ku li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûryeyê kurdan bi gelên herêmê re bi dest xistiye qebûl nake û di nav hewldanên hilweşandina vê statuyê de ye. Di vê çarçoveyê de Tirkiye heta niha bi piştgiriya hêzên navneteweyî 3 operasyonên leşkerî pêk anîne û beşeke herêmê dagir kiriye. Her wiha bi armanca dagirkirina deverên nû hewldanên wê yên têkbirina aramiya herêmê jî didomin.

Di destpêka salê de li Girtîgeha Sînaayê ya li bajarê Hesekê bi endamên DAIŞ’ê tevliheviyeke mezin derxist û xwest bi vê tevliheviyê aramiya herêmê têk bibe. Lê negihîşt mexseda xwe; Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) vê tevliheviyê têk birin. Piştre jî di meha adarê de li Kampa Holê ya malbatên DAIŞ’î lê ne jî pêngava yekemîn a “Operasyona Mirovî û Ewlehiyê” li dar xistibû.

Piştî vê di meha gulanê de Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan careke din gef li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwar û got ku wê dest bi dagirkirina deverên nû yên herêmê bikin.

Bi van gefên Erdogan re şaneyên DAIŞ’ê yên veşarî liv û tevgera xwe ya li herêmê zêde kirin û li Kampa Holê ya ku malbatên wan lê ne dest bi kuştina mirovan kirin. Li dijî vê Hêzên Ewlehiya Hundirîn bi piştgiriya HSD’ê di 25’ê tebaxê de pêngava duyemîn a “Operasyona Mirovî û Ewlehiyê” da destpêkirin.

Destkeftiyên ji bo DAIŞ’ê

Pêngava duyemîn a operasyonê hê jî didome. Berpirsê Navenda Ragihandina YPG’ê Siyamend Elî, der barê operasyonê de ji rojnameya me re axivî û nirxandinên girîng kirin. Siyamend Elî, di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku DAIŞ’ê êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî herêmê ji xwe re weke destkeftî dibîne û şaneyên wê yên veşarî xwestine ji êrîşên Tirkiyeyê sûd werbigirin û wiha got: “Li ser vî esasî ketin tevgerê. Di belgeyên ku me piştî şerê li Girtîgeha Hesekê bi dest xistin de hîn kir ku Kampa Holê jî di hedefa DAIŞ’ê de ye. Di vê çarçoveyê de Pêngava Duyemîn a Operasyona “Mirovî û Ewlehiyê” hat destpêkirin. Bi vê operasyonê tê xwestin ku sînorek ji kiryarên DAIŞ’ê re bê danîn.”

Elî, destnîşan kir ku destpêkê plansaziya êrîşê kirine û heta niha li gorî plansaziya ku kirine heta radeyekê armancên xwe pêk anîne û ev tişt got: “Bi taybetî şaneyên veşartî û serçeteyên ku van şaneyan bi rêxistin dikin ji hev belav kir û gelek çek û cebilxane desteser kir. Ev hemû roj bi roj vê pêngavê dewlemend dikin û dihêlin ku em bi pêş bikevin. Cihên ku ji bo perwerdeyê hatibûn amadekirin û bi dehan konên bêxwedî hatin rakirin. Bi çek û alavên ku me bi dest xist hîn kir ku DAIŞ’ê xwe aniye ber hêzeke ku biteqe.”

Operasyon ewlehiya herêmê ye

Di berdewamê de Elî bi lêv kir ku armanca operasyonê ne tenê girtina endamên DAIŞ’ê ye û wiha pêde çû: “Di heman demê de armanc pêşîgirtina planên wan bû. Di ser çeteyên ku me ew girtin de xwe gihand şebekeyên derveyî kampê. Li dijî van jî operasyon hatin lidarxistin û encamên erênî hatin bidestxistin. Hinek çete jî di van operasyonan de hatin girtin. Di vî hêlê de operasyona ku li kampê tê kirin ne tenê ji bo ewlekirina kampê ji bo ewlehiya tevahiya herêmê ye. Xebatên hevpar ên MÎT’a tirk û DAIŞ’ê bi hev re hene. Ev jî nîşan didin ku dewleta tirk çiqas dixwaze di nav kampê de tevliheviyê derbixe.”

Elî, di dawiya axaftina xwe de got ku di operasyonê de mizigîniyeke wan ji bo Şengalê jî hebûye, du jinên êzidî rizgar kirine û wê hewldanên wan ên ji bo rizgarkirina jinên êzidî yên di nav malbatên DAIŞ’î de hatine veşartin bidomin û ev nirxandin kir: “Bi pêngava xwe me pêşî li teqîneke mezin a DAIŞ’ê girt. Lê bêguman tenê operasyonên leşkerî û emeliyatên emnî têr nakin ku pêşî li DAIŞ’ê bê girtin. DAIŞ bi serê xwe mijareke gelek berfireh e. Divê civak û hikûmetên navneteweyî li dijî vê rabin, ev ne tenê karê HSD, YPG, YPJ û Rêveberiya Xweser e.”