spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şerîata Îranê jinan dikuje

Jinên kurd weke pêşengên vê serdemê hem li Kurdistanê û hem jî li hemû cîhanê hem pêşengiya çareseriya pirsgirêkên giran ên mirovahiyê dikin, hem jî ji bo hebûna xwe ya ku hatiye înkarkirin û tunekirin xwe birêxistin dikin. Têkoşîn û berxwedana jinan li çar parçeyên Kurdistanê berdewam dike. Ji ber vê yekê ye ku jinên kurd li her çar parçeyan Kurdistanê ku ji aliyê dewletên cuda ve hatine dagirkirin, dibin hedef.

Rejîma Îranê di çarçoveya polîtîkayên xwe yên qirkirinê de li dijî têkoşîna azadiya jinan her tim tundiya taybet û sîstematîk bi kar tîne. Rejîma Îranê ji kolanan bigire heta nav malan bi zext û tundiyê dixwaze li ser jinan serweriya xwe îlan bike. Li aliyekî bi van tundiyan jinan tune dihesibînin li aliyên din jî mêrên ku tacîz û tecawizî jinan dikin diparêzin. Di vî aliyê de nêzikatiya rejîma Îranê wek ya Tirkiyeyê ye.

Di bin navê alîkariyê de tecawiz

Wek tê zanîn di 3’yê îlona 2022’yan de li bajarê Merîvanê yê rojhilata Kurdistanê mêrê bi navê Goran Qadrî li ser navê alîkariyê çû ber deriyê Şilêr Resûlî ya ku du zarokên wê hene. Peywirdarê îstîxbarata Îranê Goran Qadrî yê çekdar xwest tecawizî Şilêr Resûlî bike. Resûlî jî ji bo ku xwe biparêze, xwe ji avahiyê de avêt û bi giranî birîndar bû. Resûlî ji hêla kesên derdorê ve bi lezgînî rakirin nexweşxaneyê. Resûlî piştî tedawiya 5 rojan di 8’ê îlonê de li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Piştî ku Resûlî jiyana xwe ji dest da di serî de bajarê Merîvanê li hemû bajarên rojhilatê Kurdistanê jin daketin qadan û li pêşiya avahiyên dadgehan kom bûn. Jinan diyar kirin ku bêdengiya li hemberî kuştina jinan were şikandin û cezayekî giran li Goran Qadrî were birîn da ku pêşî li van kuştinan bên girtin.

Di avahiya dewletê de kuştin

Hê mijara Resûlî di rojevê de bû vê carê jî hat hînbûn ku di 13’ê îlonê roja sêşemê de li paytexta Îran Tehranê karmendên dewletê yê bi navê ‘geşt û erşad’ ku li kolanan cil û bergên jinan kontrol dikin, ciwana kurd Jîna Emînî (Mehsa Emînî) ya 22 salî bi sedema xwepêçandana wê (hicab) neguncav e binçav kirin.

Karmendên dewletê bi birayê wê yê ku di dema bûyerê de bi hev re bûne re dibêjin; ‘Em ê wê ji bo saetekê bibin, şîret û fêrkariyê lê bikin’. Li ser bûyerê polisên ewlehiyê wê dibin qereqola li kolana Wuzera ya Tehranê. Piştî du seatan agahî ji birayê wê re tê dayîn ku Jîna Emînî bi ambulansê ji qereqolê derdixin û dibin nexweşxaneyê.

Krîza dil a ji nişkê ve!

Fermandariya Navendî ya Tehranê li ser bûyerê daxuyaniyek da û wiha hat gotin: “Jîna Emînî ji nişkê ve krîza dil derbas kir û me ew bi lez bir nexwaşxaneyê.”

Daxuyaniya ku ji rayedarên dewletê hatiye dijaqilan e. Jixwe daxuyanî ji aliyê birayê Jîna Emînî Kiyareş Emînî ku dema bûyer qewimî bû û ligel wê bû ve hat derewand.

 Rakirin nexweşxaneyê

Li ser mijarê Kiyareş Emînî bi van gotinan zelal behsa rewşa li ber deriyê avahiya polisan kir: “Ez li pişt deriyê avahiya polisên ewlehiyê rûniştibûm. Ji nişkê ve qêrîn û hawar li wir bilind bûn. Me hemûyan li deriyê avahiyê xist. Em çûn jorê lê derî venekirin. Piştî pênc deqeyan ambulansek ji avahiyê derket. Kî ji avahiyê derdiket digotin ku kesek kuştine. Min wêneyê Jîna nîşanî wan da. Yek ji wan got ku kesa ku bi ambulansê birine Jîna bi xwe ye.”

Hate ragihandin ku Jîna Emînî di 16’ê îlonê de li nexweşxaneya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da. Piştî vê bûyerê li gelek bajaran jin daketin kolanan. Jinan diyar kirin ku li Îranê di bin navê şerîatê de êrîşî jiyana jinan dikin û ji ber vê yekê jinek jiyana xwe ji dest da.

Bi van herdu bûyerên ku pêk hatin de derket holê ku hişmendiya mêrperest ango dewletê çawa hem kujer e hem jî parazvaniya kujeran dike.