8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Odeyên Avahîsazan ji bo îhaleya firotina taxa Fabrîkayê (Îplîk) hişyarî da

Hevserokê Odeya Avahîsazan a Amedê Ferît Kahraman kes û kargehên ji bo firotina Taxa Fabrîkayê ketin îhaleyê hişyar kir û da zanîn ku temînata îhaleyê ya hatiye dayîn dê heta doz biencam dibe bên bloqekirin.

Qeyûmê ku Şaredariya Yenîşehîr a Amedê xistiye bin deynan, Taxa Fabrîkayê (Îplîk) da ber firotinê. Qeyûm, 49 hezar û 879 mîtrokareyan ê erdê Taxa Fabrîkayê da ber firotinê. Tevî bertekan jî heta niha ev biryara xwe nedaye sekinandin. Firotina taxê dê sibe bide ber îhaleyê.

Hevserokê Şaxa Odeyên Avahîsazan a Amedê Ferît Kahraman kes û kargehên dê bikevin îhaleyê hişyar kir û da zanîn ku dê temînatên wan bên bloqekirin.

Kahraman, da zanîn ku qeyûm herî kêm 340 mal û mizgeftek a taxê daye ber firotinê û wan jî wek Odeya Avahîsazan ji bo ku ev biryar bê sekinandin serî li 3’yemîn Dadgeha îdarî ya Amedê daye û wiha got: “Ji bo betalkirina biryara firotina taxê hewldanên me çêbûn. Kes an jî kargehên dikevin îhaleyê, ji bo temînatê dê herî kêm 5,5 Mîlyon TL pere bidin. Hem odeya me û hem jî welatiyan pêvajoyeke hiqûqî dabûn destpêkirin. Di demekî ku serlêdan didomin de, dadgeh divê ji bo sekinandina vê biryarê ji ewil li van dozan binêre. Heke ev rewş çênebe jî gelek daneyên xurt di destê me de hene ku ev îhale betal bibe. Hem Qanûna Şaredariyan a Hejmar 5393 hem jî Qanûna Veguherandina Avadaniyên di Bin Xetereya Afetê de bi awayekî vekirî dibêjin ku firotineke wiha nabe.”

Dibe ku temînat bloke bibin

Bi domdarî Kahraman diyar kir ku li gorî texmîna wan dê doza wan a ji bo betalkirina îhaleyê bi ser keve û wiha bi dawî kir: “Lewma jî divê kesên dikevin îhaleyê ku dê weke temînat 5,5 Mîlyon TL’an bidin bizanin ku ev pere di dema dozê de bên bloqekirin. Em wan di vê mijarê de hişyar dikin.”

Çi qewimî bû?

Hêjayî gotinê ye ku Qeyûmê Şaredariya Yenîşehîrê 340-390 malên li hemberî şaredariyê û mizgefta taxê dabû îlanê û sedema wê jî spartibû biryara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya di 17’ê mijdara 2021’an a Qada Veguherîn û Pêşketin a Bajar a Taxa Dokuzçeltîkê.” Tê payîn ku îhale dê di 20’ê îlonê de bi awayekî girtî bê dayîn.

Odeya Avahîsazan a Amedê jî bertek nîşanî biryarê dabû û ji bo betalkirina vê biryarê û zû destgirtina dozê, serî li 3’yemîn Dadgeha Îdarî ya Amedê dabû.

Çavkanî: ajansa MA’yê