4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Polisan Li Amedê 100 rojnameyên Xwebûnê desteser kir

Polêsan li otogara Amedê 100 rojnameyên hejmara 144’emîn a rojnameya Xwebûnê desteser kirin û destûr nedan ku rojname ji Mersîn re bên şandin. Li gorî agahiyên ku me bi dest xistin, di 17 û 18’ê îlonê de polês çûne Otogara Amedê û pirsa rojnameya me kirine.

Destpêke polês di 17’ê îlonê de saet di 4’an de çûne otogara Amedê û ji fîrmaya rojnameyan dibe Mersînê pirsa ku kê rojnameyan radestî wan dike û dişînin kuderê kirine. Dema ku rayedarên fîrmayê dibêjin ku rojnameyan dibin Mersînê polês 100 rojnameyan desteser dikin û destûr nadin ku fîrma rojnameyan bişîne Mersînê.

Xwe negihandine otobusa Semsûrê

Rojek piştî vê di 18’ê îlonê de 6 polês  careke din diçin otogarê û qamerayên otogarê kontrol dikin. Piştî ku fêr dibin rojnameya me çûye Semsûrê jî nimreya otobusa ku rojnameyan biriye digirin û li ajokarê wê digerin.

Polisên ku hejmareke rojnameya desteser kirine û hewl dane rojnameyên çûne Semsûrê jî desteser bikin ne polêsên otogarê ne û ji bo desteserkirina rojnameyan tu hincet nîşan nedane.