21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn

Nûnerên rêxistinên civakî û partiyên siyasî li Mêrdîn, Mexmûr û gelek navên din bi bername û daxuyaniyan, kesên ji bo azadiya gelê kurd di meha gulanê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anîn.

Mêrdîn

Ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner ku di şeva 18’ê Gulanê de bedena xwe dan ber agir, di salvegera 40’emîn a şehadeta xwe de li navçeya Qoserê ya Mêrdînê hatin bîranîn. Bîranîn li Goristana Çeçanê pêk hat. Girseyê li Goristanê Çeçanê serdena gora Ferhat Kûrtay kirin û di şexsê Kûrtay de hemû şehîdên gulanê bibîr anîn. Beriya bîranînê girseya gel li ber avahiya HDP’ê ya navçeyê civiyan û meşiyan Goristana Çeçanê. Girseya gel ji aliyê xwişka Kûrtay, Rabîa Kûrtay ve hate pêşwazîkirin.  Hevserokê Şaxê MEBYA-DER’ê ya Mêrdînê Mehmet Akpinar diyar kir ku wê xwedî li têkoşîna çaran derkevin.

Mexmûr

Nûnerên Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê, li kampa penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî, ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Hakî Karer di salvegera 45’an a şehadeta wî de de bi bîr anî. Navê Saziya Malbatên Şehîdan Sarya Kaya anî ziman ku ew bi saya têkoşîna Hakî Karer û berxwedêrên li zindanan hatin vê astê û wiha got: Em çi bêjin jî nikarin berxwedana navbera salên 1980-90’î vebêjin. Têkoşîna me bi saya Rêbertî û şehîdên me gihîştiye vê astê.” Piştî axaftinan sînevîzyonek li ser Şehîdên meha Gulanê hate nîşandan.