18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Îranê xwepêşandan didomin

Ji 11’ê gulanê ve li gelek bajarên Îranê gel li dijî bûhabûnê derkevin kolanan û ev hefteyeke ku ev xwepêşandan didomin.  Çirûska destpêkê ya nerazîbûnên gel beriya hefteyekê bi buhakirina nirxên genim û nan û hin xurekên sereke dest pê kir.

Li gorî tora El-Erebiyê, duh li Îranê û bi taybet li bajarê Golpaykan yê parêzgeha Esfehanê û bajarê Jonkan bi dehan îranî ji ber bihabûnê daketin kolanan.

Xwepêşandêran sloganên ‘Raîsî şerm bike dev ji welêt berde, biçe’ berz kirin.

Li aliyê din jî hêzên ewlekariyê çekên giran ku ji tank û panzêran pêk tên şandin bajarê Jonkan ê parêzgeha Cehar Mihal û bajarê Bextiyarî yên li başûr rojavayê welêt.