4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Alî Çîçek li ser gora xwe hat bibîranîn

Komeleya 78’an a Amedê, Alî Çîçek ê di rojiya mirinê ya li dijî pêkanîn derveyî mirovahiyê yên li Zîndana Amedê di 14’ê Tîrmeha 1982’yan de dabûn destpêkirin de jiyana xwe ji dest dabû, li ser gora wî bi bîr anî. Endam û rêveberên Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên Kesên Xizmên Xwe di Dêrguşa Şaristaniyê de Windakirine (MEBYA-DER) ya Amedê, Komeleya Lêkolînê ya Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) beşdarî bernameya bîranînê bûn.

Di bîranîna ku bi rêzgirtinê dest pê kir de Hevserokê Komeleya 78’an ê bi Çîçek û hevalên wî re di heman zindanê de mabû, Huseyîn Bariş axivî. Bariş, qala tiştên wê serdemê hatin jiyîn kir û wiha got: “Girtîgeh di rewşeke wisa de bûn ku kesên di heman qawişê de jî nedikarîn bi hev re biaxivin. Axaftina du mirovan a bi hev re jî qedexe bû. Piştî çalakiya Mazlûm Dogan, heval Alî, Hayrî û Kemal di dadgehê de gotin hevalên wan xwe şewitandine. Ji ber vê yekê heval Ferhat Kûrtay û 3 hevalên wî yên di qawişa 33’yan de diman, hev kirin û di 17’ê Gulana 1982’yan de xwe şewitandin. Di vê çalakiyê de serkeftineke mezin bidestxistin.”

Bariş destnîşan kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan wê demê hatin jiyîn îro jî tên jiyîn û wiha got: “Di sedsala 21’an de nahêlin ku em bi zimanê xwe jî biaxivin. Ji tiştên girêdayî kurd û Kurdistanê qet tavîz nadin.”

Hevserokê MEBYA-DER’ê Şeyhmûs Karadag jî wiha got: “Şehîdên zindana Amedê, ji bo azadiya gelê kurd dîwarê zilmê hilweşandin û pêşî li azadiyê vekirin. Tişta ji me tê xwestin, xwedî derketina li mîrateya wan e û bi cih anîna daxwaza wan e. Heta ku xeyalên wan pêk werin divê ev têkoşîn bidome. Heta ku di canê me de dilopeke xwînê bimîne jî em ê bi xeyalên wan berdewam bikin.”

Karadag, berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê û wiha got: “Tecrîda li ser Serokatî û şerê li Zapê hatiye destpêkirin ji bo tunekirina gelê kurd hatiye destpêkirin. Heke deriyê Îmraliyê vebe wê azadî pêk were. Tecrîda li ser Serokatî her ku diçe giran dibe. Qasî ku hevdîtina wî ya bi parêzer û malbatan tê astengkirin şer zêdetir mezin dibe. Çawa ku egîdan ji bo gelê kurd xwe şewitandin û canên xwe feda kirin, em jî wê heta azadiya gelê kurd pêk were, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Bîranîn, bi danîna qerenfîlan a ser gora Çîçek bi dawî bû.