18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bersûcê Sakîne Kultur ofîsa xwe wek cihê destdirêjiyê bikar aniye

Îbrahîm Barkin ê ku li navçeya Silopiya ya Şirnexê Sakîne Kultur bi îşkenceyê qetil kir, li navçeyê bi tacîz û bûyerên sextekariyê tê zanîn. Hat diyarkirin ku Barkin ê beriya niha bi tamîra alavên elektronîk ve mijûl dibû, li gelek malên ku ji bo tamîrê çûye tacîzî jinan kiriye. Hat hînbûn ku derbarê Barkin ê nêzî AKP’ê ye de gelek dosyayên lêpirsînê hene.

Li gor agahiyên hatin parvekirinê Barkin ê di sala 2009’an de zewicî pişt re hertim bi bûyerên tacîzê ketiye rojevê. Ji aliyê malbata wî ve ser bûyeran hatibe girtin jî Barkin dest bi tundiya li hevjîna xwe ya bertek nîşanî wî dan kir. Barkin jineke  zewicandî ya bi navê F. yê tacîz kir. Li ser vê yekê hevjîna wî bertek nîşanî wî da, wî jî hewl da bi çekê hevjîna xwe bikuje. Yekê ji malbata Barkin ew rewş wiha vegot: “Rojekê hevjîna wî peyamên wî dibîne û bertek nîşanî wî dide. Ji dayik û bavê Îbrahîm re dibêje. Dema Îbrahîm jî vê dibîhîse tê malê û hewl dide wê bikuje. Jin direve qata jor, bi navbeynkariya kesên di avahiyê de tê astengkirin.”

Barkin ê piştî vê rewşê hertim tundiyê li hevjîna xwe dike, pişt re bêbextiyê lê dike û dest ji hev berdidin. Hat diyarkirin ku Barkin li baxçeyê edliyeyê gef li hevjîna xwe ya dest ji hev berdane kiriye û hat hînbûn ku di nava 4 salan de nehiştiye ku zarok dayika xwe bibînin.

Derket holê ku piştî Barkin û hevjîna wî dest ji hev berdan, jina bi navê F. ku her tim tacîz dikir, bi darê zorê desteser kiriye.

Li gor agahiyên hatin parvekirinê Îbrahîm Barkin ê Serokê Ocaxên Tevgera Taybet ê Şirnexê ye, bi ofîsa ku li navçeyê vekirî bi soza kar dayînê gelek jin tacîz kirine û ev rewş xistiye bi awayekî sîstematîk.