19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tabloya ‘Çîroka Welatê Zeytûnê’

Tabloya hûnerî ya bi navê Çîroka Welatê Zeytûnê li hola wargeha Berxwedanê ya navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê hat pêşandan.

Tabloya hunerî ya Çîroka Welatê Zeytûnê ku li ser tabloyeke 58 metreyan hatiye xêzkirin ji aliyê endamên Desteya Kar û Barên civakî Hêvîn Şemiyo û Egîd Xelîl ve hat vekirin. Her wiha endama Tevgera Çand û Huner ya Komîna wênexêziyê Sebah Elî axivî û wênexêziya ku bi tiliyên xwe neqşe kirine wek zagonek ji bo vegera Efrînê azad diyarî kir.

Hevseroka Meclîsa Rêveberiya Xweser ya herêma Efrînê Şîraz Hemo piştî nîşandana tabloya Çîroka Welatê Zeytûnê axivî û wiha got: “Ji ber ku em xwedî dîrokeke kevnar û rûmet in, dijmin hewil dide me bi hemû aliyan tune bike. 58 rojan li warê zeytûnê berxwedaneke bê hempa hat nîşandan. Em xwediyê çiyayên Hawar, Deşta Cûmê, Tilê Endarê û Nebîhorê ne.”

Di heman demê de diyarî ji aliyê Desteya Kar û Barên Civakî ya herêma Efrînê û Komîna wênexêziyê ji hemû kesên ku di wênexêziya 58 metreyan daye her wiha wênexêzvanên dayîk, jin, astengdar û xwendekar hat dîyarîkirin.

Endama Desteya Kar û Barên Civakî ya herêma Efrînê Hêvîn Şêmiyo diyar kir ku dema mirov peyva Efrînê dianî ziman yekser wekhevî û aramiya hemû pêkhateyan dihate fêmkirin û wiha dom kir: “Piştî koçberkirina me ya ji Efrînê dagirkeriya tirk bi dagirkirina Efrînê nikare giyanên me ji Efrînê dûr bixe. Armanca me ji tabloya hunerî ew e ku em kêfxweşî û xemgîniyên ku Efrîn tê re derbas bûye ji cîhanê re ragihînin.”

Hêvîn Şêmiyo li ser diyarkirina navê tabloyê wiha got: “Gelek pêşniyar ji bo navê tabloya hunerî hat lê navê ‘Çîroka Welatê Zeytûnê’ ji hemûyan guncavtir e ji ber Efrîn bi zêtûnên xwe tê naskirin.”

Hêvîn Şêmiyo destnîşan kir ku ji ber dorpêça li ser Şehbayê ew di xêzkirina wêneyê de rastî zehmetiyan hatine û wiha domand: “Projeya tabloya hunerî du mehan bi amadekirinê li ber xwe da. Di projeya tabloyê de me gelek astengiyan kişand. Ji ber kantona Şehbayê di nava dorpêça Rêjîma Sûriyê de ye. Kesên ku bi tiliyên xwe ev tablo amadekirine jê xwendekarbûn, dema waneyên xwe bi dawî dikirin beşdarî tabloyê dibûn û alîkariya hevalên xwe dikirin. Ji ber wê bi riya vê tabloyê xwestin ji cîhanê re qonaxên Efrînê ragihînin.”

Hêvîn Şêmiyo axfitinên xwe wiha bidawî kir: “Dema ku mirov li tabloya wênexêziyê temaşe bike çar qonaxan tê de dibîne. Efrîn beriya dagirkirinê dema ku aştî û wekhevî tê de dihat dîtin, ji ber êrîşên dagirkeriya tirk Efrîn çawa berovajî rûxandinê û demografiyê bû, piştî berxwedaniya 58 rojan derketina Efrîniyan li ser riya çiyayê Xeyalan, her wiha berxwedaniya gelê Efrînê li kantona Şehbayê û ya dawî vegera Efrîniyan bi cilên folklorî li ser axa xwe. Ji ber ku vegera me li ser ax misoger e.”

Çavkanî; NÛJINHA