17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi portreyên hîpnotîk çanda Kenyayî

Wênegir Thandiwe Muriu ji Kenyayê ye û portreyên xweşik yên mînîmalîst digire û bi van portreyên mînîmalîst, ew dixwaze çanda kenyayî bide nasîn. Modelên wê yên ku cilûbergên afrîkî li xwe dikin, bi rengê portreyan re dibin yek û di dawiyê de dîmenên hîpnotîk derdikevin holê. Ev portereyên wê yên hîpnotîk û mînîmalîst rengo rengo ne û bêhemd bala mirov dibin ser xwe.

Di portreyên Thandiwe Muriu de tiştekî din ku bala mirov dikşînin jî berçavk in. Berçavkên ku modelên wê didin ber çavên xwe pirr cuda ne. Ji malzemeyên cûr bi cûr van berçavkan çêdike û bi van berçavkên xwe yên balkêş dixwaze çanda Kenyayî derxe pêş. Her wiha ew dibêje, bibîranînên şexsî yên van berçavkan jî hene û her berçavkek xwedî maneyekê ye.

Mînak ji bo berçavkên ji bafon ango alumînyûm dibêje, ew li her malê hene û xelk ji bo xwarina xwe di wan de çêbike wan bikartîne. Malzemeyên bafonî bûne parçeyekî çanda Kenyayê. Her wiha ji bo çerxên bisqilêtan jî dibêje, ew nîşaneya çûnûhatina Naîrobiyê ne. Thandiwe Muriu bi van portreyên xwe ji çand û rêûresmên kenyayî sûdê werdigire û bi formên nûjen huner ji nûve şirove dike.

Çavkanî; Yenî Ozgur Polîtîka