18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Fînlandiya û Swêdê bi fermî serî li endamtiya NATO’yê dan

Tevî hemû gefên Rûsyayê îro Fînlandiya û Swêdê bi rengekî fermî ji bo endamtiya NATO’yê daxwazên xwe pêşkêş kirin.  Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg ev daxwaz erênî nirxand û got ku piraniya welatên NATO’yê bi wê yekê re ne ku endamên wê zêde bibin. Her wiha biryara Fînlandiya û Swêdê ya tevlêbûna NATO’yê wekî biryareke dîrokî nirxand.

Der barê mijarê de Wezîrê Karên Derve yê Danîmarkayê Jeppe Kofod daxuyaniyek da û tê de wiha got: “Divê diyaloga pêvajoya tevlêkirina van herdu welatan di demeke zû de dest pê bike”  Her wiha li ser hesabê xwe yê tweeterê got ku dê welatê wî piştgiriyê bide tevlêbûna herdu welatan û ev parvekirin kir: “Ewlekariya van herdu welatan wekî ewlekariya Danîmarkayê ye û ji bo pejirandina serlêdanê çi ji destê me were, emê bikin.”

Hêjayî gotinê ye heke Fînlandiya û Swêdê bikevin nava NATO’yê dê sînorê di navbera Rûsya û NATO’yê de berfirehtir bibe. Niha 440 mîl sînorê hevbeş di navbera welatên NATO û Rûsyayê de heye û heke serlêdana Swêd û Finlandiyayê were pejirandin dê ew sînor bibe 708 mîl.