8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bahozên tozê tevgera jiyanê pûç kir

Bahozên tozê yên roja 17’ê gulanê li gelek deverên Rojhilata Navîn bû sedema betalkirina rêwîtiyên balafiran, girtina deriyê dibistanan û bi hezaran kes ji ber tozê li nexweşxaneyan hatin dermankirin.  Ev yek ji nîşaneyên guhertina avhewayê ye ku dê bi xwe re felaketên mezin bi ser cîhanê de bîne.

Di encama bahozan de ewrên tozê li ezmanê Iraq, Kuweyt, Erebistana Siûdiyê û Îranê xuya kirin.  Li Erebistana Siûdî toz bûbû wekî mijê û ji nêz ve jî êdî tiştek nedihate xuyakirin. Beriya wê bi rojekê di 15 gulanê de jî bahoza tozê herî zêde bandora xwe li Iraqê kir.

Her wiha li gorî ajansa Îlafê derdora 4 hezar mirov ji ber pirsgirêka zehmetiya nefesgirtinê li nexweşxaneyan hatine dermankirin. LI İraqê li 7 parêzgehan ji bo 2 rojan karên fermî hatin rawestandin, her wiha li Bexdayê jî dibistan hatin girtin.

Li kuweytê jî dibistan hatin girtin û derdora 2 seatan tevgera balafirgehan hate rawestandin. Li Îranê jî dibistan, zanîngeh û dezgehên dewletê roja 17’ê gulanê ji ber toza zêde deriyên xwe venekirin.

Li gorî zanyaran ev guhertin di encama kêmbûna baranê û guhertinên avhewayê de pêk tên her wiha ev bahozên tozê nîşaneya felaketên mezintir ên ku dê Germahiya Global bi xwe re bîne.