27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zimanê dayika me

Suphî Orhan

“Ez mam di hikmeta Xwedê da
Kurmanc di dewleta dinê da
Aya bi çi wechî mane mehrûm
Bîl cumle ji bo çi bûne mehkûm?”
(E. Xanî, Mem û Zîn)

Di civaka me de piranî kesayet dema ku dixwazin peyamekê ragihînin, pend û şîretekê li yekê bikin, bêhtir balê bikişînin li ser axaftina xwe, di der barê hin mijaran de mirov şiyar bikin serî bi mesele û çîrokan dixin. Ji bo ku derd, fikir û xweziyên xwe baştir ragihînin yên li pêşberî xwe, bandora gotinên xwe têkûz bikin hawariya xwe digihînin mesele û çîrokan. Destê xwe di nava tûrikê bîra xwe de digerînin, dema meseleyek, çîrokek, an jî nimûne û pendeka pêşiyan tê bîra wan bi xwe bawer ji xwe re wiha dibêjin; min te girt de ka were bigihêje gaziya min. Wê mesele û çîrokê di bîra xwe de ya kê dizane ku ya çend sal/sedsal berê ye zindî dikin, bi derdora xwe re par ve dikin. Di têkiliyên xwe yên rojane de vê wekî ritûelekê bê hejmar pêk diînin. Lewma jî dayîk, pîrik û kalên Kurdan hunermendên rasteqîn yên çîrokbêjiyê ne. Loma heyanî vê heyama dawî jî civaka me girîngêyeka pir mezin didan gotinên pêşiyan. Gotin û pendên pêşiyan nola guharokan di guhê xwe de digirtin. Bona mirov ji şaşiyên xwe varqile, nekeve heman kêmasiyan, bibe xwedî tevgereka rast, xwe ji elimandinên çewt xelas bike gotinên pêşiyan fena pisûlayê datînin pêşiya mirov. Gelek caran wiha dest bi axaftina xwe dikin; pêşiyan ji me re tiştek nehîştiye, tişta ku divê bê gotin, gotin e. Bi gotina pêşiyan merama xwe rave dikin. Dema ez zarok bûm kalê min digot nimêj bike, nexasim ji bo nimêja sibehê bang li min dikir. Min jî digot ez biçûk im, nimêj nakim. Ji bo ku bibêjî tu êdî mezin bûyî, berê xwe dida demên qedîm, gotinek di nava pelên dîrokê derdixist û ji min re digot, ‘qiloçên kerê tunin, kerê wetnê ker deşik e.’ Bi vî rengî digot tu mezin bûyî, kemiliyî, êdî xwedî berpirsiyarî.

Dema min xwest ez ji bo Roja Cejna Zimanê Kurdî vê nivîsê binivîsim, ev rewşa civaka me hate bîra min. Dibe ku di meseleya zimanê me de jî pêşiyên me zêde tiştek ji me re nehîştibin. Di der heqê zimanê kurdî de, der barê girîngiya zimanê dayikê de, ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê, heta bo girîngiya bi zimanê dayikê axaftinê… Pêşiyan gelek tişt gotin e, nivîsandin e. Hê jî di vê mijarê de em dibêjin û dinivîsin. Ez dê di vê nivîsê de ji pêşiyan pir cudatir tiştekî nenivîsim. Tenê ev hevokên min bi dildar û xwenerên zimanê kurdî re hesbihalek e, danûstandinek e, parvekirineka ji dilê min tê ye.

Di vê dinyaya ku em niha tê da dijîn de, em dizanin û dibînin ku gelek ziman winda bûne, gelek zar û ziman jî bi xeteriya windabûnê re rûbirû ne. Beriya niha 90 salan îroj C.E.Bedirxan û hevalên wî ji bo zimanê kurdî jî ev xeterî dîtin. Ji ber vê C.E.Bedirxanî risteyên li jêr li ser hejmara yekem ya kovara Hawarê neqişand:”Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e./ Xwenasîn ji me re riya felat û xweşiyê vedike./ Her kesê ko xwe nas dike; dikare xwe bide naskirin./ Hawara me berî her tiştî herêma zimanê me dê bide naskirin./ Lewma ji ziman şerta heyînê a pêşîn e.” (C.E.Bedirxan, Hawar Hej.1,1932)
Wekî ku di van risteyan de jî hatiye diyarkirin, ji bo hebûna civak û neteweyekê têkiliya di navbera çand, ziman, nasname û zanînê de pir girîng e. Di vê mijarê de lêkolînên bêhejmar hatine kirin û îroj jî li ser hîmên zanistê lêkolîn tên kirin. Zimannasî ji bo civak, netewe û mirovî hê jî qadeka berfireh ya lêkolînê ye. Ziman, nexasim zimanê dayîkê tenê navgîna ragihandinê nîn e, di serî de ew nîşaneya cudahî û reseniya civak û neteweyekê ye. Edîtora UNESCOyê ya Atlasa Zimanên Di Bin Xeteriyê ya cîhanê Chrîs Molesey ji bo zimanê dayîkê wiha dibêje: “Zimanê dayikê ew ziman e ku mirov pê xewnan dibîne, pê difikire, heta mirov di ferqê de nîn e, lê fikirên di zimanên din de werdigerîne wî zimanî. Ew ziman, zimanê dayîkê ye.”. Heman rengî li ser girîngî û xweşikiya zimanê dayîkê helbestkar û nivîskar J.Bergerî jî vê nirxandina balkêş dike: “Têgîna zimanê dayîkê bifikirin. Di zimanê Ûrisî de ev têgîn bi bêjeya Rodnoiyazkê tê derbirîn, ango zimanê min ê yekta yan jî zimanê min ê dildar. Mirov hinekî jî pêş de bibe, dikare bibêje zimanê cana min. Zimanê dayîkê zimanê me yê yekem e, gava herî pêşîn dema em tifalin, em wê ji devê dayîka xwe dibihîzin. Mantiqa têgînê ji vir tê. Di nava zimanekê dayîkê de hemû zimanên dayîkê hene. Bi gotineka din: Her zimanê dayîkê gerdûnî ye.” (J.Berger, Hoşbeş Metîs, 2017)

Wekî civak û netewe em tenê bi bişaftinê re na, em bi qirkirinaka dijwar ya çandî û fizîkî re jî rû bi rû ne. Nasnameya me ya neteweyî û çandî, mafên me yên civakî û kolektîf nayên pejirandi. Bandora vê herî zehf li ser ziman çêdibe. Lewra ziman pênaseya hebûn û xwebûna mirov û civakekê ye. Heger dagirker û zordest qesta hebûn û xwebûna me nekin dê çima li ser ziman û çanda me bişaftineka evqasî dijwar pêk biînin! Ji bo me xwedî derketina ziman xewdî derketina hebûn û xwebûna xwe ye. ‘ Ez xwedî li zimanê Kurdî derdikevim, kurdî dipeyîvim lê têkoşîna neteweyî min eleqedar nake’ nêrîneka bi vî rengî xeflet e, xwe bi feraseta dakirkeran bişaftin e. Li welatê me jî li welatên din yê cîhanê jî têkoşîna neteweyî û çandî bi hev re meşiya ne. Ji ber vê rastiyê bi tesbîta L. Thomas re; “heqê me heye em bipirsin, mirineka ku gelekî ji nasnameya wê mehrûm hiştin tirsnaktir heye an na?” Em vê wiha bibêjin; zarokekê ji zimanê dayîka wê dûrxistin, civakekê ji ziman û nasnameya wê dûrxistin dijwartir tu tiştek tune ye. Zimannasê îngilîzî Davîd Crîstal vê tesbîtê dike:”Mirineka zimanekê, mirineka neteweyekê ye.” Îroj ji bo me; zimanê me neteweya me ye, neteweya me zimanê me ye. Heger em wekî netewe naxwazin bimirin wê demê divê em bazara zimanê xwe geş bikin. Pêşiyên me gavên gelekî girîng avêtine, heyamên dîrokî derbas kirine. Ji bo me şoptariya wan divê. Tenê em bixwazin, bi wêrekî, bê dudilî di rêya wan de bimeşin.

Di vê Roja Cejna Zimanê Kurdî de divê em li xwe mikur werin; hişmendiya ku qesta hebûn û xwebûna me dike, dixwaze koka me biqelîne dê tu carî ji bo me û zimanê me gaveka erênî neavêje. Encax em dikarin bi bîra xwe ya dîrokî, li gorî rastî û reseniya civaka xwe ji bo zimanê dayîka xwe xebatên micîd bikin. Ji bo perwerdeya zimanê zikmakî polîtîkayên alternatîf û afirîner pêş bixin. Lewra êdî dayîkên me ji zarokên xwe, pîrik û kalikên me ji neviyên xwe fêhm nakin. Pêşiyên me wekî her mijarê di vê mijarê de jî em şiyar kirine: “Dijminên bav û kalan nabin dostê lawan!” Ez cumle, zimanê dayîka me hebûn û xwebûna me ye, em bi hebûn û xwebûna xwe xwedî derkevin.
Roja Cejna Zimanê Kurdî Pîroz Be!