spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Taşdemîr; Dîrok rêya sêyemîn weke peyvirekê li me ferz dike

Di 21-22’yê de gulanê li Enqereyê 4’emîn Konferansa Asayî ya Jinan, bi dirûşmeya “Em di Azadiyê de Bi Israr, Di Tekoşînê de Bi Biryar in” hat lidarxistin. Meclisa Jinan a HDP’ê encamnameya konferansê aşkere kir. Têkidarî encama konferansê Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr nixandînên girîng kirin.

Dîlan Dîrayet Taşdemîr ewil li ser naveroka konferansê rawestiya û wiha got: “Beriya ku em konferansa navendî li Enqereyê li dar bixin, me konferansên herêman li dar xistin. Me li Kurdistanê û herêmên din konferans li dar xistin. Di van konferansan de kesên di nava rêxistinên jinan de xabatê dikin amade bûn. Di van konferansên herêmê de hem pêvajo hat nirxandin û hem jî rewşa jinan û polîtîkayên li dijî jinan hatin nirxandin. Siyaseta herêmê derket pêş. Jin dê li herêmê û navendê çawa rola xwe bilîzin hat niqaşkirin. Di vê pêvajoya ku operasyonên dagirkeriyê û êrîş zêde ne rola jinan dê çi be hat niqaşkirin. Tespîtên der barê êrîşên li dijî HDP’ê û li dijî jinan ku li herêman hatin kirin, li navendê jî derketin pêş. Dagirkeriya Tirkiye ya li ser herêmê û bandora şer a li ser qeyrana aborî, tundiya li ser jinan hat niqaşkirin. Ji Tirkiye û Kurdistanê hemû nûnerên jinan ên ji bo demokrasiyê têdikoşin wekî delegasyon beşdarî konferansa navendî bûn. Dîsa ji pêkhateyên partiya me jî nûnerên jin beşdarî konferansê bûn.”

‘Ji bo mezinkirina rêya sêyemîn niqaş kirin’  

Dîlan Dîrayet Taşdemîr, bal kişand ser niqaşên der barê rêya sêyemîn jî û wiha got: “Di vê konferansê de bêtir li ser rêya sêyemîn niqaş hatin kirin. Jinan nirxandina; jin dê çawa rêya sêyemîn mezin bikin û li vir rolek çawa bilîzin kirin. Li cîhanê, Rojhilata Navîn û herêmê hêzên kapîtalîst rengê wan cuda bin jî helwest û feraseta wan a li dijî gelan û jinan yek e. Her tim dixwazin li dijî destkeftiyên gelan û jinan serweriyê pêk bînin. Ji ber vê yekê pêwist e ku gel, jin û kedkar li dijî van hişmendî û êrîşan xwe biparêzin û xwe bi rêxistin bikin. Li dijî pergala kapîtalîst paradîgmayek derketiye holê. Ev paradîgmaya modernîteya demokratîk bandora xwe li Rojhilata Navîn û hemû cîhanê dike. Bandora xwe li siyaseta Tirkiye û Kurdistanê dike. Em jin dikarin li ser vê paradîgmaya rêya sêyemîn çawa xwe bi rêxistin bikin.”

‘AKP-MHP dixwaze jinan ji nava jiyanê derxin’

Dîlan Dîrayet Taşdemîr, polîtîkayên AKP-MHP’ê yên li dijî jinan jî nirxand û wiha pêde çû: “Li aliyê din li dijî jinan qirkirinek zêde heye. Mirov dikare wekî komkujiya jinan pênase bike. Mirov nikare wekî tundî pênase bike. Li dijî jinan qirkirin heye. Jenosîd heye. Jin li kar, li mal, li kolanan û li gelek qadên cûda tên qetilkirin. Li meclisê rastî tundiyê tên. Li dijî nasnameya jinê komkujiyek heye. Ev jî bi polîtîkayên îqtîdara AKP-MHP’ê ve girêdayî ye. 20 salin li ser îqtîdarê ne. Dixwazin rengê siyaseta xwe li dijî jinan ava bikin. Hebûna jinên azad û têkoşîna jinan a azadiyê ji bo xwe wekî pirsgirêk dibînin. Dixwazin hemû destkeftiyên ku jinan di têkoşîna salan de bi dest xistine binpê bikin. Fesihkirina Peymana Stenbolê û êrîşa li dijî Pergala Hevserokatiyê mînaka vê yekê ne. Naxwazin jin bi reng û fikra xwe bijîn. Dixwazin jinan ji nava jiyanê dûr bixin.”

Dilan Dîrayet Taşdemîr da zanîn ku li ser lawazî û pirsgirêkên xwe jî rawestiya û wiha got: “Di encamê de hat diyar kirin ku heta em jin xwe bi rêxistin nekin û rêxistina xwe xurt nekin xeteriyek mezin li ser jinan heye.”

‘Pêdivî bi zanîn û perwerdehiyê heye’  

Taşdemîr, li ser biryarên hatin girtin jî rawestiya û wiha got: “Biryar li ser pêdiviyan derketin holê hatin girtin. Li ser jinan şerekî taybet heye. Li ser bedena jinên ciwan şerekî taybet heye. Li dijî vê yekê pêdivî bi xurtkirina bîrdoziyê heye. Bi rêya akademiyên jinan pêdivî bi zanîn û perwerdehiyê heye.”

‘Akademî êdî ferz in’

Dîlan Dîrayet Taydemîr anî ziman ku li dijî van êrîşan perwerdehiya navxweyî êdî têr nake û wiha got: “Pêdivî bi perwerdehiyek berfirih ku hemû jinan di bin sîwana xwe de biparêze heye. Ji bo vê pêdiviyê biryara avakirina Akademîya Siyasetê ya Jinan hat dayîn. Dîsa biryara avakirina meclisa jinên ciwan hat dayîn. Ji ber ku di nava civakê de hejmara jinên ciwan zêde dibe. Lê di aliyê bîrdozî, siyaset û civakê de polîtîkayên qirêj li ser ciwan tê meşandin. Ji bo wê pêwistî bi meclîsa ku ciwanan bi rêxistin bike heye.  Di 5-6 salên dawî de polîtîkaya îqtîdara AKP’ê taybet li ser hemû jinan tê meşandin. Dixwazin jinan parçe bikin û birêve bibe. Hêdî hêdî dixwazin ku jinan li gorî xwe bi teşe dikin û terbiye bike. Ji ber vê yekê êdî seknek bi tenê têr nake. Tenê sekna parastinê têr nake. Hewce heye ku rêxistinên jinan xetek bîrdozî û polîtîk ava bikin. Îro dîrok rêya sêyemîn wekî peyvirekê datîne pêş me.”

‘Parastin têr nake pêdivî bi rêxistinkirinê heye’  

Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, herî dawî anî ziman ku seknek bi tenê li ser rojevên rojane têr nake û wiha bi dawî kir: “Seknek bi tenê van êrîşan nadin seknandin. Jinan bendek mezin li dijî êrîşan ava kiriye. Jin xwe diparêzin. Lê em êdî naxwazin tenê xwe biparêzin. Parastin tenê têrê nake. Em dixwazin vê hişmendiya êrîşkar têk bibin. Hewce heye ku jin, rêxistin û saziyên jinan xwe bi rêxistin bikin. Xetek polîtik û bîrdozî biafirînin. Em vê yekê xeta hêzên demokratîk bi nav dikin. Ev bi xeta sêyemîn pêkan e. Dîrok îro xeta sêyemîn wekî peyvirekê datîne pêşiya me.”