4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Têkoşîna kurdî ya biheybet

Li dijî şerê taybet û êrişên li ser kurd, kurdî û her war, qad û nirxên Kurdistanê, gelê kurd dikare bi têkoşîneke biheybet a şoreşger a ji her milî ve, serketineke mayînde pêk bîne

Di nirxandinên xwe yên di nivîsarên borî de me behsa rist û girîngiya zimanê kurdî ya ji bo neteweya kurd û mirovahiyê kiribû. Me bi kampanyaya ciwanan a ku bi dirûşma “Li Dijî Şerê Taybet Têkoşîneke Biheybet” dane destpêkirin ve têkildar, di nivîsara xwe ya bi serenavê ‘Ciwanên Kurd û Têkoşîna Kurdî’ de der barê rist, erk û berpirsyariya ciwanên kurd û hemû ciwanên şoreşger û azadîxwaz ên cîhanê ya di têkoşînên azadî û rizgariya neteweyî û civakî yên xwebûnî û gerdûnî de, bi taybetî jî di mijara parastin û pêşxistina zimanê kurdî de kurteramanên xwe diyar kiribûn. Di nîvîsara xwe ya din de jî bi mebesta diyarkirina çarçoveyeke giştî ya ‘Stratejiya Têkoşîna Kurdî ya Ciwanan’ hinek raman û kurtnirxandinên xwe bi we re parve kiribûn.

Em ê di vê nivîsara xwe de jî der barê bingeh û çarçoveyeke giştî û xweser a dîrokî û rojane de, bêyî ku bikevin kitekitan çend raman û nirxandinên xwe bi we re parve bikin da ku armanc û bingeha nivîsarên din jî baştir bê fêhmkirin û têgihiştin, rê û rêbazên têkoşîna zimanê kurdî rast bên destnîşankirin û pêkanîn.

Bo çi têkoşîneke biheybet

Wek tê zanîn, kurd û Kurdistanê ji ber gelek sedemên xwezayî, civakî, çandî, erdnîgarî, bîrmendî, hişmendî, aborî û hwd. her dem di dîrokê de cihekî taybet girtiye. Ji ber vê taybetbûna xwe ji gelek milan ve bûye jêderk, û navendeke sereke ya dîrokî û bi taybetî jî civakbûyîna mirovahiyê û di gelek mijaran de pêşengiya gelek şoreşan kiriye.

Ev yek ji aliyekî ji bo kurd û Kurdistanê çendîn rûmet, şanazî û serbilindiyeke gerdûnî be, li aliyê din li gel pêşketina serdestî û desthilatdariya şaristaniya navendî ya nêrîst û dewletperest di nava demê de bûye sedema êrişên hêzên desthilatdar û dagirkeran.

Di encama van êrişên piralî de, bi sedan sal e Kurdistan ne tenê ji aliyê erdnîgariyê ve ji gelek aliyan ve hatiye parçeparçekirin, dagirkirin; rastî her cureyê mêtingerî, tunehesibandin, pişaftin, helandin, jiholêrakirin, kujî û tevkujiyan hatiye.

Ji ber ku kurd û Kurdistan ‘taybet’ in, êrîşên li ser wan ên ji roja destpêkê heta niha jî ne wisa êrîşên asayî û ji rêzê ne. Bi taybetî jî di encama êrîşên dagirkeriya Persiyan de, li gel pêvajoya hilweşîna pergala kurdan a konfederal a Medyayê taybetbûna êrişên li ser kurd û Kurdistanê zêdetir, berfirehtir, kûrtir û dijwartir bûne. Ev yek di serdemên dagirkeriya Bîzansiyan, piştre dagirkeriya ereb, Selçûkî û Osmaniyan gihiştiye asta herî jor. Em dikarin bi rengekî zelal diyar bikin ku meşandina şerê taybet a li Kurdistanê yê ji aliyê dagirkeran ve, van sed salên dawiyê, li gel pêşketina hişmendiya netewedewletên ereb, faris û bi taybetî jî avabûna komara tirk a faşist gihiştiye asta herî jor.

Armanca êrişên li ser kurd û Kurdistanê yên bi hezaran sal e jiholêrakirina hemû nirxên wan ên neteweyî, civakî û xwebûnî ye; helbet di encamê de jî jiholêrakirina wan a ji her milî ve ye. Ji ber vê yekê, êriş ne tenê bi rê û rêbazên komkujiyên fizîkî, ji wê gelek wêdetir bi riya pişaftin û helandinê ji her milî ve bi pêş ketine. Bi taybetî zimankujî û çandkujiya li ser kurdan di asta herî jor de pêk hatiye û hê jî pêk tê. Rêzdar Abdulah OCALAN vê rewşa taybet wek ‘di nava pencên komkujiya çandî de’ pênase dike, ji qirkirina fizîkî xeteretir dibîne û gelek dahûrandinên kûr û hûr li ser dike; rê û rêbazên rizgarbûna ji vê rewşa dojehî jî yek bi yek vedibêje û diyar dike ku pêkanîna rizgarbûna ji vê rewşê û bidestxistina azadiyeke xwebûnî û gerdûnî jî tenê bi têkoşîneke biheybet pêkan e.

Bêguman me kurdan jî li dijî rewşa hov a li ser me tê meşandin ji her milî ve berxwedan, serhildan, têkoşîn û raperîneke bênavber bi pêş xistiye. Herçiqas ji ber gelek sedem, rewş, şert û mercên navdewletî, herêmî û navxweyî, me heta dawiya sedsala bîstemîn serketineke mayînde bi dest nexistibe û ew mîsoger nekiribe jî heta astekê pêşî li hewldanên dagirkeran ên jiholêrakirina nirxên xwe yên neteweyî û civakî girtiye û rista parastina wan pêk aniye.

Helbet li dijî şerê taybet û êrişên herî hov ên dagirkeran ên li ser kurd, kurdî û her war, qad û nirxên Kurdistanê gelê kurd tenê dikare bi têkoşîneke biheybet a şoreşger a ku ji her milî ve pêk tê serketineke mayînde û sazkirina rizgarî û azadiya neteweyî û civakî pêk bîne.  Ji bilî vê riyeke din nîn e.

Rêgeha rastiya têkoşînê

Rastî ew e ku, êrişên hêzên serdest, dewletperest, desthilatdar û tevkujerên dagirker û mêtingeran a li dijî kom, gel û neteweyên bindest ên rizgarîxwaz û azadîparêz çend taybet be divê têkoşîna xweparastin, xweazadkirin û xwerizgarkirina bindestan jî li ser bingeha hemû nirxên xwe yên xwebûnî û gerdûnî hind bi heybet be.

Divê baş bê zanîn û yek kêliyê neyê jibîrkirin ku têkoşîna biheybet a neteweya kurd û hemû netewe, gel, kom û kesan a ku li dijî her cureyê şerê taybet ji bo jiyan û cîhaneke azad, wekhev û dadparêz tê meşandin berî her tiştî bingeh û çavkaniya xwe ji hemû nirxên xwe yên xwebûnî û gerdûnî yên ku ji destpêka dîrokê heta roja me hatine digire.

Çawa ku dagirker, mêtinger, serdest û desthilatdar li gor armancên xwe yên bingehîn, staretejîk û taybet rê, rêbaz, alav, amûr, kiryar û pêkanînên xwe yên şerê taybet diyar dikin û li gor wê tevdigerin divê rizgarîxwaz û azadîparêz jî li dijî vê yekê her dem û di her qadê de, bi rê, rêbaz, amûr, kiryar û pêkanînên herî xweser, afirîner û encamgir têkoşîneke bingehîn û stratejîk a biheybet bimeşînin.

Dema ku rastî ev be, divê em bersiva pirsên wek “Li dijî şerê taybet têkoşîneke bi heybet bi kîjan armancê, li ku, çawa, bi kîjan bîr, felsefe, doz, hişmendî, ramanpergal, xet, pîvan, teşe, şêwaz, rê, rêbaz, alav û amûran bê meşandin dê bi ser bikeve? Têkoşîna biheybet a li dijî şerê taybet di nava civakê de dê çawa belav bibe? Erk û berpirsyariyên tevgera ciwanên kurd û hemû saziyên ciwanên têkoşer û şoreşger ên li dijî şerê taybet ji bo serketina têkoşîna bi heybet çi ne?..” û gelek pirsên din ên bi mijara me ve têkildar, bi awayekî herî rast bê dayîn.

Bêguman ji bo rastbersivandina pirsan jî kurt û kurmancî jî be divê em xwe berdin bîra rasteqîniya dîroka Kurdistanê ya dûr û nêzîk, rewşa di roja me de ji her milî ve binirxînin û li gor wê tevbigerin da ku xwe ji her cureyê dagirkerî, mêtingerî, serdestî û desthilatdariyê rizgar û azad bikin.

Divê her dem di bîra me de be ku çawa bîra me ya her tiştî di kûrahiya dîrokê de veşartiye, raz û gehwera bîra me ya diyarde, rewş û bûyerên niha jî di bîra herî kûr a rasteqîniya dîrokê de veşartiye.

Helbet raz, kod û şîfreyên rê û çareseriya rizgarbûna ji her tiştê jirêderketî, nebaş û nerast jî di wê bîrê de veşartiye, ku ew bîr ne tenê hezaran salên borî di nava xwe de dihewîne, di heman demê de çend kêliyên berî niha jî di nava xwe de dihewîne…

Li ser vê bingehê, em ê di nivîsara xwe ya pêşiya me ya bi navê ‘Bîra Têkoşîna Kurdî’ û di nivîsarên xwe yên din de li ser mijarên têkildar nirxandinên xwe bi we re parve bikin.