spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve’

Jin, bi boneya kampanyayê, dixwazin berê têkoşînê veguhezin kuçe, tax, gund û bajarên Kurdistanê... Ev gava giring a ku ji hêla jinan ve hat avêtin dê ji bo şoreşa ‘Jin jiyan azadî’ bibe îlhama asta xwe rêxistinkirinê

Em strana şoreşê, ji dayîna têkoşînê fêm dikin! Jinên ku jiyanê tînin ser zimên, ew kesin ku ji strana azadiyê kezî dihonin; ji hestên wan, ji her hevokên wan evîna welêt bejn bilind dibe. Di her rûpelên pirtûka çîroka şoreşê de, hêvî li rûyê jiyanê dineqişînin. Di vê wateyê de li gor şareza vê pirtûka ji ezmûnên dîroka me, jin têkoşîna xwe bi rêxistin dike. Bi vê heqîqeta jiyanê ku di tarîtiyê de aliqî ma; rastiyê ronî dike, di her rûpelek pirtûka şoreşê de, hebûna xwe ji nû ve berhev dike…

Bi boneya parastina nirxên jiyanê; ku roj nîne rastî êrîşên desthilatdariyê neyên, Tevgera Jinên Azad (TJA) di 15’ê îlonê de li Rihayê bi durişma “Bi jin jiyan azadiyê, ber bi azadiyê ve” dest bi kampanyayeke kir. Tê payîn ku wê kampanya hetanî 8’ê Adara 2024’an bidome. Di danezana ku hat aşkerekirin de, mijarên weke tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, têkoşîna li dijî şerê taybet, tundiya li dijî jinan, talankirina xwezayê û mafê zimanê dayikê ji mijarên esasî yên ku derketin pêş.

Jin, bi boneya vê kampanyayê, dixwazin berê têkoşînê veguhezin kuçe, tax, gund û bajarên Kurdistanê… Starta kapmanyayê di salvegara kuştina Jîna Emînî de hat li darxistin, helbet wê ev gava giring a ku ji hêla jinan ve hat avêtin dê ji bo şoreşa ‘Jin jiyan azadî’ bibe îlhama asta xwe rêxistinkirinê. Jin, bi vê kampanyayê armanc dike ku têkoşîna xwe ya di qada civakî de berfirehtir bike. Ji ber ku têkoşîna jinan, têkoşîna azadî û hebûnê ye. Li dijî hişmendiya mêr û desthilatdariyê, ev yekane ew rêye ku diçe ber bi azadiyê. Kampanya herwiha mijarên weke tecrîda ku li girava Îmraliyê tê girankirin û belavî hemû civakê dibe, polîtikayên qirêj ên ser beden, ked û aqilê jinan tên meşandin; talankirina xwezaya Kurdistanê û gelek mijarên din digire dest û li dijî van hemûyan tevahî jinan, vedixwîne pêvajoya gurkirina têkoşînê.

Starta kampanyayê li bajarê bakurê Kurdistanê yê Rihayê hat destpêkirin. Bajarê Rihayê di warê pir çandî û dîrokê de ciheke xwe yê girîng heye. Ji lewma hijmendiya desthilatdar bi zext û tundiyê, dixwaze hêza jinan a civakî û siyasî li Rihayê bi pelçiqîn. Li hemberî vê feraseta serdest a nêr, jinên kurd, dest bi pêngavek nû ya rêxistinkirina têkoşînê dikin. Ev destwerdana jinan, di demeke ku pêdiviya herkese bi hêza pêşengiyê heye hat avêtin. Ev ji bo çareserkirina pirsgireka kurd, destpêkek nû ya xebatek giring e. Di warê kivşkirina dîrokê de, bajarê Rihayê, dîroka tevahî mirovahiyê di hembêza xwe de dihewîne. Ji ber giringiya bajêr a dîrokî ku mozaîka çandî ya hemû komên etnîkî û baweriyan e; jinan starta ewil a kampanyaya “bi jin, jiyan, azadiyê, ber bi azadiyê ve” li Rihayê bajarê “ewliya/pêxemberan” dan destpêkir in…

Li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê, li hember jina, li her derê zext û zorî zêdebûn e. Bi teybet jî piştî hilbijartinên giştî, asta tundîûtujiya li ser jinan, ji hêla aborî, derûnî, fizîkî û civakî de rewşa jinan di astek xeternak a qeyranî de ye. Bi vê sedemê tinê jî mabe, destpêkirina pêvajoyek wilo ya kompanyayê, wê li bakurê Kurdistanê bibe wesîleya geşkirina rûhê têkoşînek mezin a ji pir hêlî ve…

Bêguman îro mijara serekê yek jê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan e. 31 meh in ji Îmraliyê bi tu ewayî agahî nayê vergirtin! Jin jî aşkere dibêjin ku; ‘tecrîd û tundiya li ser jinan tê kirin, giredayî hev e’. Ev pênasek rast e, divê naveroka vê nirxandinê bi têkoşînê werê teyîsandin. Tecrîd di esasê xwe de di keseyata rêber Abdullah Ocalan de, li ser nirxê civakê  tê şidandin. Girankirina tecrîde, ji holê rakirina vîna jina azad e. Di vê pêvajoya kampanyayê de, yek ji têkoşîna jinan a ku wê werê dayîn de, wê ji bo pûçkirina tecrîda li Îmraliyê be. Rakirina ji holê ya tecrîda li Îmraliyê, ji bo jinên kurd pêywîra ewil a welatparêzî û erkek ehlaqî ye. Ev diyardeya, dilsoziya jinan a li gel fikr û felsefeya Ocalan, raber dike. Li dijî vê yekê jî, ji bo ku jin di vê têkoşîna xwe de bi serbikevê; pêwîstî bi xwerêxistinkirinek nû ya civakî heye. Ma ji bilî têkoşîn û xwerêxistinkirine li pêş jinên kurd çi rêkên din hene gelo?

Ji bo jinan pirsgirêka herî mezin, hilweşandina tecrîd û valederxistina politîkayên dewetê yên meşandina şerê qirkirinê ye. Politîkayên tesfiyêkirine ku ji hêla “dayîreya” şerê taybet ve tê bi rêve birin; herî zêde li Kurdistanê tê meşandin. Her ku tecrîd tê dijwarkirin zextên li ser jinan jî zêdetir dibe. Jin, di vê wateyê de li dijî tecrîdê, şerê qirêj-taybet têdikoşin. Ji armancên bingehîn ên vê kampanyaya TJA’yê, pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan a Abdullah Ocalan e…

Jinan pîştî bajarê Rihayê, îca di 20’ê îlonê de li bajarokê Gundikê melê yê Şirnexê jî, bi boneya vegotina plansaziya xebatên kampanyayê, hatin gel hev. Civandina jinan a li Gundikê melê, li pêşber Cûdiyê mirada helbet wateyek xwe ya bîra dîroka têkoşînê tînê hişê mirovan… Mirovahî ewil car li hember Tofana mezin, bi eşqa jiyana nû li navsera Cûdiyê mirada, bi per û bask dibe! Li kontara vî çiyayî ku xwedî dîrokek wiha qedîm e, aktivîstên TJA’yê, ji bo mezinkirina kompanayayê bang li tevahiya jinên Tirkiyeyê, rêxistinên femînîst, parêzvanên mafên jin-xwezayê û tevahiya jinên cîhanê kirin ku piştgiriyê bidin kampanyayê û beşdarî têkoşîna wan a li hember faşîzme bibin.

Er ê bingehê vê kampanyayê li bajarê qedîm yê Rihayê û şûnde jî li Botanê hat avêtin, lê ya giring ew e ku merîv vê pêvajoyê belavî  tevahiya sazî û pêkhateyên civakê bike. Li hember tevahî êrîşên li dijî hebûna  jinê, bi pêşengiya tevgera jinên azad-TJA’yê, daxwaza jinan a azadiyê ku kêlî bi kêlî bilind dibe, dê encama wê serkeftin be…