3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

29 demsalên payîzê

Medya Uren

Rojek ji rojên biharê bû, ji bo me serî netewand û xwe nefirot, leşkerên tirk êrîşî me kirin û em neçarê koçberiyê hêştin. Me digot herî dereng em ê payîzê vegerin malên xwe. Di ser koça me re 29 payiz derbas bûn û hîna em penaber in…

Di salên 1990’î de êrîşên dewleta tirk li hemberî gelê kurd dijwartir bûbûn. Êrîşên dewleta tirk ne tenê li hemberî tunekirina PKK’ê di heman demê de konspteke topyekûn a li hemberî hemû kurdan di meryetê de bû. Bi taybetî leşkeran li gundiyên ku gundên wan li ser sînor bûn, bi îşkence, zordarî, bi kiryar û gotinên kirêt rûmeta mirovan dişkandin. Bi sedan kes di wan bûyeran de wendabûn û hê jî çarenûsa wan nediyar e. Kurdên ku ev îşkence li wan dihat kirin neçar man ku di navbera salên 1993-1994’an de ji cih û warên xwe koç bibin. Gelek kes ber bi metropolan ve û gelek kes jî ber bi başûrê Kurdistanê ve çûn.
Koçberên ber bi başûrê Kurdistanê ve çûn 9 wargehên bi navê Qesrok, Bihêrê, Şeraniş, Bêrsîvê, Geliyê Qiyametê, Etrûş, Nînova, Nehdaran guherandin û herî dawî li wargeha penaberan a Ş. Rustem Cûdî (Mexmûr) bi cih bûn. Ev 29 sal in di statûya penabertiyê de dijîn. Ji bo em baştir bûyeran bibînin û bijîn em ê jiyana Zerê Orper guhdarbikin.

Êrîşên dewleta tirk li ser herêmê di salên 90’î de her diçû dijwartir dibûn. Leşkeran bi ser gundan de digirtin, kuştin, girtin, îşkence û heta nêzîkatiyên rûmeta mirov bişkînin dikirin. Yek ji van herêman jî navçeya Qilaban ya girêdayî bajarê Şirnexê bû. Di wan deman de dayika 10 zarokan Zerê Orper 36 salî bû. Zerê êrîşên leşkeran bi vê serpêhatiya xwe bi bîr tîne: “Dema leşker dihatin gund hemû zilamên gund li meydanê kom dikirin û li wan dixistin. Zêdetirîn zilamên gund girtîbûn. Hevjînê min û kurê min ê mezin ji ber ku karê qaçaxçitiyê dikirin û ne li gund bûn, nehatibûn girtin. Hema bêje di gund de çend kal, keyayê gund û hevjînê min mabûn. Leşker careke din ji bo hevjînê min hatin, ew girtin û ji derve bi girêya(bendikê)berazan girêdan û îşkence lê dikirin. Destûr nedan ez ji malê derbikevim. Zaroka min wê demê 4 mehî bû. Serleşker ket hundirê malê û xwest destdirêjiyê bike. Ji zilam, jin, zarok û kalan kes nema ku ji wê îşkenceyê paya xwe negirtî.”
Zerê Orper çîroka jiyana xwe wiha didomîne: “Ev bûyer êdî bûbûn ji rêzê û cerdevanî li me ferz dikirin. Gef li me dixwarin û tiştên neyên gotin digotin, ji me re rehetî nemabû. Kereke me hebû dema çav bi leşkeran diket ji wan ditirsiya. Zarokan carê henek pê dikirin, cilên leşkeran nîşanî kerê dikirin û ker har dibû û baz dida.” Zerê qala gelek serpêhatiyan dike, di vegotina serpêhatiyan de hem xembar dibe, hem jî dikene. Her çiqasî zarok bi kerê keniyabin jî, di rastiyê trajediya li gundan hatiye jiyîn aşkera dikir. Ên ku ji lawiran hez nekin ji mirovan jî hez nakin, ji xwezayê jî hez nakin. Ev jî raman û hestên wan yên dijminatiyê nîşa dide. Wan ji kurdan, ji axa wan, ji xwezaya wan û lawirên wan jî hez nedikir.

Dema dibînin ku gundî çetetiyê qebûl nakin vê carê wan neçarî koçberiyê dikin. Leşker dikevin gundan, xaniyan dişewitînin, li gundiyan dixin û wan derdixin. Êrîşên çekdarî li ser gundan pêktînin. Di wan êrîşan de gelek kes birîndar bûn yan jî jiyana xwe ji dest dan. Jixwe her deverên sînor zeviyên mayînan bûn. Gundên Qilabanê jî neçarbûn sînor derbas bikin û biçin başûrê Kurdistanê. Li ser sînor bi cih dibin. Di wê demê de kurê mezin ê Zerê jî ji ber mayînên di gund de hatine vedan birîndar dibe. Herdu çav û destekî xwe wenda dike. Hevjînê Zerê kurê xwe dibe nexweşxaneyê û Zerê bi tenê zarokên xwe yên din kom dike û ji gund derdikeve. Ew nikare bikeve xema kurê xwe, nikare binalîne, ji ber ku ew dûcanî ye û 9 zarokên wê yên din jî bi wê re ne. Ew hinek sewalên xwe û pereyên ku li gel wan heye dibin û diçin. Wê demê hevjînê wê jî xwe digihîne wan. Li ser sînor jî rastî êrîşan tên û derbasî wargeha duwem dibin. Wargehên Qesrok, Bihêrê, Şeraniş, Bêrsîvê jî derbas dikin, heta digihêjin wargeha Geliyê Qiyametê û Ertûşê.

Di dawiya sala 1995’an de li wargehên Geliyê Qiyametê û Ertûşê jî gel rastî êrîşên dewleta Tirkiyeyê tên. Lê mixabin cara yekem êrîşên PDK’ê ku hêvî nedikirin di vê demê de çêdibin. Bi dehan welatî bi awayekî keyfî ji aliyê pêşmergeyan ve hatin qetilkirin. Derdora wargehê hat girtin û xistin nav ambargoyê. Ambargoyê 6 mehan berdewam kir, gel, zarok ji birçiyan; ji ber şert û mercên zor gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Zêdetirî 15 hezar sewal hatin kuştin û dizîn. 3 zarokên Zerê jî li vir nexweş dikevin û jiyana xwe ji dest didin. Zerê wan rojan bi van gotinan bibîrtîne: “A herî giran jî ev bûyer ji aliyê PDK’ê ve hat kirin. Ji beriya PKK derbikeve ser dika dîrokê, hevjînê min jî di nav de, gelek ciwanên Qilabanê ji wan re pêşmergetî dikirin. Me digot ew jî ji bo me kurdan şer dikin. Lê mixabin tişta me dît em pê matmayî bûn. Bi dijminê me re di nava hevkariyê de bûn. Sewalên ku me ji birçiyan xilas dikirin jî wan ji me didizîn. Dixwestin qetlîameke mezin pêkbînin. Qet ji bîra min naçe ji bo em zarokan têr bikin me xwe diavêt talûkê. Zilam li hev kom bûn û xwestin xwarinê peyda bikin, lê pêşmergeyan nehiştin derkevin û ew qetilkirin. Me hezkiriyên xwe, canên xwe, bîranînên dilêş û dilşewat li pey xwe hêştin.”

Piştî çend wargehan diguherin derbasî Mexmûr, wargeha dûpişk û maran dibin. Heta digihîjin Mexmûrê zêdetirî 68 kurd ji aliyê PDK’ê ve tên qetilkirin. Li wargeha Mexmûr jî bi dehan kes ji ber dûpişk û maran jiyana xwe ji dest didin. Birçîbûn û tîbûn li vir jî dibe wekî çarenûsa wan. Bêguman divê tenê qala êş û azaran neyê kirin. Ji derketina gundan heta wargeha Mexmêrê ya îro hemû kêliyên jiyana wan bi berxwedanê derbas bû. Berxwedan li dijî hemû polîtîkayên dijminatiyê û li dijî îxanetkariyê dewam kir. Daxwaza wan daxwaza gelê Kurd e. Ew azadiya Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan û nasnameyeke azad dixwazin. Heta ev yek pêk neyê ew ji soza xwe nayên xwarê.

Zerê jî gotina xwe ya dawî dike û dibêje: “Çi bi serê me anîn dîsa em bi israr meşiyan. Çi bi me kirin jî em venegeriyan, em ji hev belav nebûn. Daxwaza me yek bû ji ber wê em jî yek bûn. Yekitiya me bila ji bo kurd û Kurdistanê bibe mînak. Dema ez ji gund veqetiyam bihar bû, min digot herî dereng em ê payîzê li gundê xwe vegerin. 29 demsalên payîzê di ser me re derbas bûn. Em hîna li welatê xwe di statûya penaberiyê de ne û em li ber xwe didin”