15 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Roja ku rûyên spî û yên reş ji hev xuya dibin

Dildarê Amedê

Piştî ku dewleta tirk di 18’ê nîsana 2022’an de bi fermî ragihand ku wan li başûrê Kurdistanê dest bi operasyoneke nû ya derveyî sînor kiriye, qaşo hin helwest û nerazîbûn ji alî hikûmeta Iraqê ve hatin daxuyandin.  Xwedê giravî ji bo hikûmeta Iraqê nerazîbûna xwe li dijî vê êrîşê nîşan bide, Wezareta Karên Derve ya Iraqê bang li sefîrê tirk ê li Iraqê kir û nerazîbûna xwe jê re da xuyakirin.

Her wiha Muqteda El Sedir, lîderê şepêla El Sedir nerazîbûna xwe bi parvekirineke li ser malpera dijîtal anîbû ziman û gotibû xwedê giravî ew dê li hemberî vê destwerdana axa Iraqê bê deng nemînin.

Ji xwe di van nerazîbûnan de jî herî zêde mijara ku çima dewleta tirk ev êrîş bi hikûmeta Iraqê re kordîne nekiriye, derdikeve pêş. Hemû gilî û gazinên wan ew e wekî ku bêjin li şûna we ev êrîş bi hikûmeta başûr û PDK’ê re kordîne kir, we bi hikûmeta Iraqê re kordîne kiribûna wê bêtir fermî bûya.

Nerazîbûneke din ji alî polîtîk buroya YNK’ê ve hate kirin. Endamê Mekteba Siyasî ya YNK’ê Arês Abdulla got ku eger alîkariya PDK’ê nebe, ne hêsane ku dewleta tirk êrîşî başûrê Kurdistanê bike. Arês got ku siyaseta niha ya li gel Tirkiyeyê, ne siyaseta Herêma Kurdistanê ye, baş yan xirab be, PDK berpirs e.

Ew jî ji nerazîbûnê wêdetir dixwaze ku xwe ji encamên xirab ên ku dê ev êrîş bi xwe re bînin, bêrî bike û bêje ez ne di nava vê planê de me.

Dema mirov bala xwe dide van daxuyaniyan û li rastiya rewşê difikire aşkera derdikeve holê ku ev nerazîbûn ne ji dil in û wekî me di destpêkê de got daxuyaniyên xwedê giravî û qaşo ne.

Ji ber di pratîkê de heke Iraqê destûrê nede an jî bi kêmanî çavê xwe ji vê êrîşê re negirtibaya dewleta tirk nikaribû axa Iraqê û serweriya wê binpê bike.

Her wiha di pratîkê de em dibînin ku çawa hikûmeta Iraqê ew operasyon wekî firsetekê bikar anî û hemwext êrîşî Şengalê kir.

Berê jî me dît ku çawa çavên xwe ji êrîşên li dijî şengalê re digirt û qet dengê xwe nedikir wekî ku ew êrîş û bombebaran ne li ser axa welatê wan pêk tên.

Ji xwe rol û misyona partiya PDK’ê aşkere û zelal e, qaşo û xwedê giravî be jî wan tu daxuyanî û nerazîbûn der barê vê êrîşê de nedane.

Ji xwe beriya destpêkirina vê êrîşê şandin pey rayedarên KDP’ê û agahî û fermana destpêkirina êrîşê ji wan re gotin.

Îca mirov dikare aşkera û zelal bêje hûn tev rûyê xwe reş dikin. haya we tevan ji vê êrîşê heye û yên hin aliyan ne tenê haya wan lê destê wan jî di nava vê êrîşê de heye. Tenê mirov dikare vê cudahiyê di navbera hemû aliyên başûr û Iraqê de bike, hinek bi alîkariya xwe û hinek jî bi bêdengiya xwe destekê didin van êrîşan û li hêviya encamê ne.

Bi rastî ev roj ew roj e ku ‘rûyên reş û yên spî ji hev xuya dibin’

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê