20 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Insiyatîfa jinan li dijî êrîşên dewleta tirk daxuyanî da

Însiyatîfa li Dijî Dagirkerî û Qirkirina Jinan, Ji bo Aramî û Ewlehiyê di 20 nîsana 2020’an de ji bo raya giştî daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de li ser êrîşên dawî yên dewleta tirk li ser axa başûrê Kurdistanê rawestiya û ew êrîş û pê re jî êrîşa dewleta Iraqê ya li ser Şengalê şermezar kir. Insiyatîfê piştgiriya xwe ya bi gelê kurd û bi taybetî bi jinên kurd re destnîşan kir û berxwedana gelê kurd pîroz kir.

Di daxuyaniyê de li ser bêdengiya saziyên navneteweyî û welatên cîhanê jî hat rawestandin û hat gotin ku ew vê bêdengiyê şermezar dikin.

Di daxuyaniyê de bal kişandin ser encamên şeran û wiha hat gotin: “Wekî di hemû şer û pevçûnan de herî zêde jin rastî zilm û zordariyê tên, ev êrîş dê zirarê ne tenê bide destkeftiyên jinên kurd lê dê zirareke mezin bide destkeftiyên jinên iraqî jî. Lewre em bang li hemû jinan dikin ku piştgiriya xwe ji bo jinên kurd bidin xuyakirin û dengê xwe li hemberî vê dewleta tirk bilind bikin.”

Êrîş ne tenê li dijî kurda ye

İnsiyatîfê der barê armanca êrîşan de jî di daxuyaniya xwe de wiha nivîsî: “Dewleta tirk bi nêzîkbûna bidawîbûna peymana Lozanê re dixwaze hin deverên din ji axa kurdan dagir bike û bi ser împratoriya osmanî ve berde û xewna xwe ya avakirina împratoriya osmanî pêk bîne. Em dibêjin ku ev êrîş di heman demê de serweriya iraqê jî binpê dike û divê her kes dengê xwe li dijî vê dagirkeriyê bilind bike.”

Daxuyanî bi van dirûşmeyan bi dawî dibe;

Bijî berxwedana gelên herêmê

Bijî berxwedana gelê kurd û jinên kurd

Bimre faşîzma tûranî û hemû rengên dagirkeriyê û komkujiyên jinan.

Hêjayî gotinê ye ku ev insiyatîfa jinan insiyatîfeke li ser asta Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê ye bi tevlêbûna jinên ji welatên wekî Iraq, Tirkiye, Tunis, Libnan, Sûriye, Misir, Libya, Yemen, Fas û Filistinê pêk hatiye.