10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelê kurd bi meş û mîtîngan hevkariya PDK’ê şermezar kir

Gelê kurd li Qibris, Efrîn, Mexmûr, Amed, Silemanî, Almanya, Fransa, Swêd û gelek navendên din hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re şermezar kir û xwest PDK dawî li hevkariyê bîne.

Qibris

Bi bangewaziya Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê, Kurdistaniyên li Navenda Çandê ya Teofîlîsê civîyan û heta Parka Molozê meşiyan. Girseypê di meşê de hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re şermezar kir. Girseyê di meşê de bê navber diruşmeyên ‘’Bijî Serok Apo’’, ‘’Bijî berxwedana gêrîlayan’’, ‘’Bimire xayintî’’, ‘’Bijî HPG’’, KT’ya Faşîst’’ û ‘’Erdoganê Dîktator’’ berz kirin û çerxa şoreşê xwend.

Siyasetmedar Lezgîn Serhatê helwesta PDK’ê bi tundî rexne kir û wiha got: “Xeta xayinan a ji bo berjewandiya xwe ya malbatî û şexsî û madî pêşkêşiyê ji dijminan re dike wê tu car serfiraz nebe.”

Efrîn

Li Efrînê jî gel bi dirûşmeyên “Hevkariya PDK’ê bi dewleta tirk re xiyanet e”, “Em li hemberî xiyaneta PDK’ê bi ruhê yekîtiya neteweyî têbikoşin”, “Bimire xiyaneta PDK’ê” heta Kampa Serdemê ya li gundê Til Sûsinê meşiyan. Gel di meşê de alên PKK’ê û pankartên li dijî xiyaneta PDK’ê hildan. Gel li Kampa Serdemê ji bo şehînên xwe deqeyek rêz girt. Piştî rêzgirtinê Endamên Sazî û Meclîsan axivîn. Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Xelîl Îso, li ser navê Rêveberiya Kantona Efrînê Şaziya Îbrahîm û li ser navê Şaredariya Herêma Efrînê Mihemed Şêxo axivîn. Kesên axivîn hevkariya  PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re şermezar kirin û wiha got: “Me berê jî helwesta xwe nîşan da: Zarokên gelê kurd li çiyayên azad e, em ê her tim li pişta zarokên xwe bin. Dema ku mala Barzanî derbasî gel Erdogan bû, wê demê perspektîfa xwe ji Erdogan wergirt.”

Piştî axaftinan, bi rengekî sembolîk dadgeha gel hate çêkirin û tê de Mesûd û Mesrûr Barzanî û Erdogan hatin mehkûmkirin.

Mexmûr

Li wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî jî bi hezaran kes li dijî êrişa Tirkiyeyê meşiyan. Şêniyên wargehê li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn û heta seytereya hêzên Iraqê, meşiyan. Di meşê de pankartên “Şerê azadiyê, faşîzma TC û îxaneta PDK’ê hildiweşîne”, “Xwedî li Şengalê derkeve û fermana 74’ê erê neke”, “Rêberê me îradeya me ye” berz kirin û wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û alên PKK, HPG û YJA Starê hildan. Gel di meşê e bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîla”, “Bimre îxanet” û “Bê serok jiyan nabe” berzkirin.

Piştî meşê gel deqeyekê rêz girt. Piştî wê şandek ji rêveberiya wargehê ji hêza leşkerî ya Iraqê xwest nehêlin Tirkiye destwerdan di xaka Iraqê de bike. Piştî daxwazên xwe pêşkêş kirin, hevseroka Meclîsa Gel Filîz Budak axivî û got; “Em dizanin di salên dawî de, ji ber temamkirina sedsalê dewleta tirk a faşîst dagirkina tevahî Kurdistanê û bi taybet jî başûrê Kurdistanê kiriye armanca xwe ya bingehîn ku xwe li ser lingan bigre. Hêzên Iraqê deriyê xaka xwe ji bo dewleta tirk vedike ku êrîşî Mexmûr û Şengalê bike. Hêzên PDK’ê bûne hevkarê vê êrîşê. Çeteyên roj, hêzên zêrevan û hêzên gulan îro li Herêmên Parastina Medya xwe bi hêz dikin ku rê ji bo dewleta tirk vekin.

Piştî daxuyaniyê meş bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bimre Îxanet” û “Şer şer ji bo azadî şer” bi dawî bû.

Amed

Li Amedê jî rêxistinên KCD, DBP, HDP, Dayikên Aştiyê, Komeleya 78’an, MEBYA-DER, MED TUHAD-FED, Komeleya Dîcle Firatê, GOÇ-DER, têkildarî operasyona Tirkiyeyê ku bi hevkariya PDK’ê daye destpêkirin şermezar kir. Parlamentera HDP’ê Feleknas Uca daxuyanî xwend û wiha got: “Hikûmeta AKP-MHP’ê bi hilweşandina maseya Muzakereya Demokratîk re dawî li Peymana Dolmabahçeyê anî û ji  Darbeya 7’ê Hezîranê heta niha li Tirkiyeyê polîtîkayên herî giran ên şer, înkar û îmhayê yên li ser gelê kurd û gelên Tirkiyeyê didomîne. Em bi taybetî bang li gelê kurd, partiyên siyasî, rêxistinên sivîl, rewşenbîr û hunermendên kurd, komên olî û rayedarên Kurdistanê dikin ku li hemberî vî şerê qirêj, li dijî hemû hêzên ku di vî şerî de cih digirin û PDK’ê bi helwesteke hevpar berteka xwe nîşan bidin û xwedî li berjewendiyên civakî yên gelê Kurd derkevin.

Hesekê

Li ser banga Meclîsa Malbatên Şehîdan bi hezaran şêniyên Hesekê bi dirûşma “Lihevkirina bi dewleta Tirk re, dijminahiya hemû gelan e” xwepêşandek li dar xist. Di xwepêşandanê de hevkariya PDK`ê bi dewleta Tirk a dagirker re ku ji duh ve êrîşeke berfireh li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê daye destpêkirin, hate şermezarkirin. Di xwepêşandanê de, malbatên şehîdan, endamên sazî û navendên sivîl û leşkerî yên bajêr, partiyan û şênî amade bûn.

Xwepêşandan li Çerxerêya Sînalko dest pê kir û li Parka Serok Ocalan a li taxa Nasra veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de bi navê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Kongra Star axaftin hatin kirin.

Li ser navê Kongra Star, Hevseroka Meclîsa Kantona Hesekê Semer El Abdullah axivî. Semer destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide xewnên Osmaniyan vejîne, ji bo wê êrîşeke berifreh li dijî Hêzên Parastina Gel (HPG) li Herêmên Parastinê yên Medayayê bi hevkariya PDK`ê dest pê kir, lê armanca wê dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye. Ev yek piştî hevdîtina Mesrûr Barzanî bi Erdogan û serokê MÎT`ê Hakan Fidan re, pêk hat.”

Silêmanî

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê li baregeha xwe ya li bajarê Silêmaniyê, derbarê êrişa dewleta Tirk a bi hevkariya PDK’ê de daxuyanî da çapemeniyê. Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Abdulla axivî û da zanîn ku li gorî wan komployek mezin li ser gelê Kurd birêve diçe û gelê Kurd di qonaxek çarenûsî deye. Mihemed got ku bêdengiya heyî tê wateya teslîmbûnê, tenê rêyek heye ew jî yekîtî, yekhelwestî û berxwedane.

Almanya

Êrîşa dewleta tirk a 17’ê Nîsana 2022’yan de li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dest pê kir, li gelek bajarên Elmanyayê bi xwepêşandanan hate protestokirin.

Munîh

Li bajarê Munîhê yê Elmanyayê êrîşên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê hate protestokirin. Kurdistanî û dostên wan li Karlsplatz Stachusê hatin ba hev û mîtîngek li dar xistin.

Koln

Navendek din a çalakiyan bajarê Kolnê yê Elmanyayê bû. Bi pêşengiya Meclîsa Kolnê û Meclîsa Jinê ya Viyan a Kolnê, bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên duh bi şev bi hevkariya PDK’ê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dest pê kir, li ber Dêra Dom xwepêşandanek hat lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan ên beşdarî meşê bûn bi dirûşmên “Dewleta Tirk a faşîst ji Kurdistanê bicehime” û “Bimre xiyanet” bertekên xwe anîn ziman. Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

Dûîsbûrg

Kurdistaniyên li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê û dostên wan li Gara Trenê ya navendî li hev civiyan, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a bi hevkariya PDK’ê ya li dijî Zap, Avaşîn û Metîna şermezar kirin. Di çalakiyê de pankartên bi nivîsên “Parastina gerîla parastina Kurdistanê ye” û “Bimre xiyanet, bijî berxwedana gerîla” hatin berzkirin.

Freibûrg

Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê jî li dijî xiyanet û hewldana dagirkeriyê ya dewleta Tirkiyeyê meşek girseyî hate lidarxistin. Di meşê de bi sedan kes ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a bi hevkariya PDK’ê ji duh bi şev û vir ve li hev civiyan. Di çalakiyê de hate diyarkirin ku ew ê tu carî xiyaneta PDK’ê qebûl nekin.

Bielefeld, Gottingen, Saarbucken, Leîpzig û Giessen

Li bajarê Bielefeld, Gottingen, Saarbrucken, Leîpzîg û Giessen ên Elmanyayê bi çalakiyên cuda êrîşên dagirkirinê yên dewleta tirk û xiyaneta PDK’ê hate protestokirin.

Fransa

Li bajarê Strasbourgê yê Fransayê bi bangewaziya TekoJIN TCŞ’ê li dijî erîşa dagirkirinê ya dewleta tirk a bi hevkariya PDK’ê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê daye desptêkirin, meş û mîtîngek hatin pêkanîn. Meş li ber Gara Strasbourgê dest pê kir.  Saint Avold, NCKD’a Strasbourgê û Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan û Partîzan jî tev li meş û mîtîngê bûn.

Gel di meşê de pankartê ‘’Dewleta Tirk kujer e, PDK jî şirîkê wê ye’’ vekir. Girsê di meşê de diruşmeyên ‘’Li Kurdistanê tevkujî heye’’, ‘’Bimire îxanet’’ û ‘’Bijî Serok Apo’’ berz kirin. Meş li Place Keleberê qediya îcar mîtîngê dest pê kir.

Oslo

Bi heman armancê li paytexta Norweçê Osloyê jî bi beşdarbûna xwepêşandanê ya girseyeke bi qelebalixî operasyon hat şermezarkirin. Xwenîşandana ji bo şermezarkirinê li qada Trafikantenê ya Osloyê hat pêkanîn.