2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Dê her rojê balê bikişînin ser rewşa girtiyekî/e nexweş’

Çalakiya Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan 155 roj in didome. Malbatên girtiyên nexweş, parlementer û rêveberên HDP, DBP, MED TUHAD-FED û OHD li pêş Girtîgeha Tîpa D a Amedê civîyan û daxuyanî dan.

‘Kesên dibêjin em mirov in lazim e piştgiriyê bidin’

Ewil xwişka girtiyê nexweş Abdulselam Guler Încî Guler anî ziman ku di girtîgehan de îşkence zêde bûye û wiha got: “Ev pirsgirêk pirsgirêka me hemûyan e. Divê êdî em tev bi hevre tev bigerin. Îro kesên ji xwere bibêjin ‘Em mirovin’ divê bên piştgirî bidin me.”

Xwişka girtiyê nexweş Hamdusena Ada Reşahat Ada jî bal kişand li ser rewşa birayê xwe û ev tişt anî ziman: “Ev 5 meh in em li vir in. Gelo çavê serokkomarê Tirkiyeyê û Wezîrê Dadê kor in ku me nabînin?

Em ji vê zilma ku li ser zarokên me tê meşandin re dibêjin Êdî Bes e. Em dixwazin êdî vê zilmê bi dawî bikin. Ez duh çûm girtîgehê û min birayê xwe dît. Birayên min bûye çerm û hestî. Em van zext, tundiya li ser zarokên xwe qabûl nakin. Girtiyê nexweş ê 84 salî Mehmet Emîn Ozkan 26 sal in girtî ye. Bi dehan caran emeliyat bûye. Tenduristiya wî pir xerab e. Hewceye ku kesên wekî Mehmet Emîn Ozkan bêne berdan.”

Dayika girtiyê ku destên wî tune Ciwan Boltan Nazîme Boltan jî bal kişand ser rewşa Mehmet Emîn Ozkan ê ku nexweş û girtî ye û wiha bilêv kir: “Êdî bila ji vê pirsgirêkê re çareseriyek bê dîtin. Mehmet Emîn Ozkan 26 sal in di girtîgehê de ye. Destên wî kelepçe dikin û dibin nexweşxaneyê. Gelo kîjan wîcdan vê zilmê qebûl dike. Em tenê dixwazin demildest girtiyên nexweş bên berdan.”

Çalakiya malbatan bi dirûşmeyên “Heq, hiqûq edalet” û “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.

Malbat dê ji niha û şûnde her rojê balê bikişînin ser rewşa girtiyekî-e nexweş.