spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Yekitiya Neteweyî zelal dibe

Demek dirêj e dihat gotin ku dewleta tirk bi beşdarbûna hêzên PDK’ê amadekariya şerekî berfireh li ser heremên parastina medya dike. Lê rayedarên PDK’ê û alîgirên wê di her daxuyanyê de ev plan diderewandin. Berovajî digotin ku PKK amadekariya şerê bi PDK’ê re dike. Lê di 18’ê Nîsanê de dewleta tirk şerê ku plan dikir da destpêkirin. Bi destpêkirina şer re balkêş e PDK’ê hemû daxuyaniyên xwe yên li dijî daxuyaniyên bangewaziya KCK’ê di malpera xwe ya fermî de jê birin. Bi vê helwestê tevlîbûna xwe ya di nav şer de jî  eşkere kir.

Bi vî şerî re dê gelek tişt diyar bibin

PDK û AKP di heman rewşê de ne. Hem li Tirkiyeyê hem jî li başûrê Kurdistan krîza aborî û nelirêtî gihiştine asta herî jor. Her roj têkiliyên wan ên qirêj yek bi yek eşkere dibin. Her du partî jî desteka gel wend dikin û ber bi dawiya desthilata xwe ve diçin. Her ku dawiya xwe dibînin serî li riyên kirêt didin. Her du partî jî dixwazin bi vî şerî re xwe li ser lingan bihêlin. Lê ev şer dê bibe dawiya her duyan. Gelek caran ev rêbaz hatine ceribandin mixabin heya niha tu encam nehatiye standin.

PDK bi vê sekna xwe helwesta xwe ya ji bo yekitiya netewî jî diyar dike. PDK hem bi diyarkirina namzedê serokomariya Iraqê hem jî bi cihgirtina di şerê dakirgirina Başûr de eşkere kir ku ew dê di yekitiya netewî de li gel dewleta Tirkiyê cih bigire. Ji îro pê ve diyar dibe ku cihê wê ne di yekitiya gelê kurd de ye. Cihê xwe di yekitiya tifaqa cumhur de diyar dike.

Dê dîrok dubare nebe

Bi sedsalan e gelê kurd ji ber şerê nakokî û pevçûnê navxweyî li dijî hêzên dagirker nikare encameke xurt bigire. Di rewşeke ku gelê kurd hatiye ber serkeftineke mezin a dîrokî de PDK ketiye nav îxaneteke bênav. Navê vê êdî ji îxanetê jî dibore. Herkes dizane ku îro gerîla têk biçe dewleta tirk dê hemû Kurdistanê dagir bike. Lê xema PDK û malbata Barzanî ne Kurdistan e. Ew li pey berjewendiyên xwe ne. Her roj pereyên ku li bankayên welatên din razandine eşkere dibin. Bi milyar dolaran mal û milk standine. Li gorî xwe difikirin ku xwe xistine xerentiyê. Ango heke desthilata wan biruxe dê xwe bavêjin welatên din. Lê bila baş zanibin ku bi vî şerî ew dawiya xwe tînin û dema şer bi dawî bi ew li ku dera cîhanê bin gelê kurd dê heqê xwe ji wan re nehêle. Ne PDK û ne jî mabata Barzanî bi xebata hilberînê dewlemend nebûne. Ew pere hemû yê çavkaniyên Kurdistanê ne. Para her welatiyekî kurd di wan pereyan de heye. Dewlemendiya wan dibe sedema xizaniya gelê kurd. Ew ji gel didizin û dixin birîka xwe. Bila baweriya xwe bi desthilata AKP-MHP’ê neyîne. Gelê kurd hem rastiya AKP hem a PDK dibîne û li benda roja hesabpirsînê ye.

Ne gelê kurd ne jî tevgera azadiyê dê nehêle dîrok dubare bibe û îxanet bi ser bikeve. Hêzên dagirker ji bo di hilbijartinan de bi ser bikevin her carê xwe li şerê wisa diqewimînin. Her carê jî bersiva xwe digirin. Wisa xuya dike vê carê dê îxanet jî bersiva xwe bigire. PDK bersiva xwe bigire û kurd û Kurdîstan ji belayeke mezin xelas bibin.

Herî zêde dê gelê başûr zirar bibîne

Bêguman kesên ku piştgiriya PDK’ê dikin û xwedî hestên kurdewar in ne hejmareke kêm in. Divê kurdên ku piştgiriyê didin PDK’ê baş dizanibin herî zêde ev şer dê zirarê bide başûr. Desthilata dewleta tirk hînî têkçûnê bûye. Ji wan re zêde ne xem e. Jixwe ew tenê dixwazin bi vî şerê temenê xwe hinek dirêj bikin. Wekî din tiştek di xema wan de nîn e. Rayedarên PDK’ê jî di nav zewkê de dijîn. Ji wan re çi cihê zewkê hebe ew der welatê wan e. Amerîka, dewletên ereban, dewletên ewropa ji xwe re kirine welatên esasî. Heke ne wisa bûya li wan deran ewqas mal û milk nedistandin. Lewma gel divê têbigihije ku ev şer tu feydê ji wan re nayîne.

Bi sekna li dijî vî şerî Yekitiya Netewî zelal dibe

Li dijî şerê dagirkirina dewleta tirk ji her derê bertek bilind dibin. Tenê ne ji aliyê tevgerên kurd ve; ji aliyê tevgerên gelê din jî bertek tên nîşandan. Tevgera Sedr a şîa bertek nîşan da. Got ku ew ê li hember van êrîşan wekî berê bêdeng nemînin. Her wiha tevgerên Rojava jî daxuyanî didin.

Her tişt dide xuya kirin ku îro derfeteke mezin a Yekitiya Netewî heye. Li pêşberî vî şerî kurd dikarin rêgez û pîvanên Yekitiya Netewî ava bikin. Xurtkirina bertekan, bilindikirina nerazîbûnan rihê yekitiyê xurt dike. Rengê yekitiya netewî ji her demê zêdetir diyar dibe.