spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Endamê Mekteba Siyasî ya YNK’ê: Ku alîkariya PDK’ê nebe Tirkiye nikare êrîş bike

Endamê Mekteba Siyasî ya YNK’ê Arês Abdulla got ku eger alîkariya PDK’ê nebe, ne hêsane ku dewleta tirk êrîşî başûrê Kurdistanê bike. Arês got ku siyaseta niha ya li gel Tirkiyeyê, ne siyaseta Herêma Kurdistanê ye, baş yan xirab be, PDK berpirs e.

Endamê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimana Kurdistan YNK’ê Arêz Abdulla derbarê êrîşa dewleta tirk a bi hevkariya PDK’ê ji bo dagirkirina başûrê Kurdistanê, ji ROJNEWS’ê re axivî. Arêz Abdulla anî ziman ku dewleta tirk li ser Başûrê Kurdistanê êrîş û dagirkerî daye destpêkirin û wiha got: “Ew bi xwe jî dizanin ku bi vê êrîş û dagirkeriyê ne pirsgirêka kurd çareser dibe, ne jî dikare Tevgera Rizgarîxwaz xilas bike.”

Arês, der barê hevkariya PDK’ê û dewleta tirk jî wiha got: “Eger alîkariya PDK’ê nebe, ne hesan e ku Tirkiye vê pêngavê bavêje û wiha dom kir; “Ev siyaseta niha ya li gel Tirkiyeyê, ne siyaseta Herêma Kurdistanê ye. Ne siyaseta Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Tenê siyaseta PDK’ê ye, baş yan xirab, PDK berpirse. Ev êrîş piştî serdana serokê Hikûmetê ya ji bo Tirkiyeyê pêk hat. Tirkiye niha jî girîngiyê nade statuya Herêma Kurdistanê. Eger fikra Tirkiye li dijî Herêma Kurdistanê bi vî awayî be, divê em çawa bin?”

Arêz, di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku ew li bendê bûn ji bo çareserkirina pirsa kurd, di biharê de di navbera dewleta tirk û PKK’ê de guftugoyek dest pê bike û got; “Ji ber ku çareserkirina pirsa kurd ya li Tirkiyeyê, di berjewendiya dewleta tirk û xelkê Tirkiyeyê de ye. Lê dubare heman siyaseta berê ku dubarekirin û şikestin, dan meşandin.

Êriş hem ziyanê dide xelkê herêmê, hem jî ji bo Tirkiye baregehên xwe li herêmê bicih bike, dibe hêcetek. Di dema berê de jî Tirkiye çûbe kuderê, liwir dimîne. Ev êriş ji bo pêşeroja Gelê kurd gelek metirsiye, di heman demê de li ser Herêma Kurdistanê, statûya Hikûmeta Herêm û PDK’ê jî metirsiye.”