17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sedir: Em ê li dijî êrîşên dewleta tirk bêdeng nemînin

Siyasetmedarên iraqî operasyona dewleta tirk a li dijî başûrê Kurdistanê  rexne kirin. Serokê şepêla Sedir Muqteda EL Sedir li ser hesabê xwe bi daxuyaniyekê nerazîbûna xwe li dijî destwerdana dewleta tirk a li başûr anî ziman û wiha got: ”Cîranê me Tirkliye bênavber serweriya Iraqê binpê dike û bê sedem axa wê toperan dike.” Sedir anî ziman ku heke ji axa Iraqê talukeyeke li ser Tirkiyeyê hebe divê ew kordînasyonê bi hikûmeta Iraqê re bike û wiha got: “Hêzên ewlekariya Iraqê dikarin peywira xwe bicih bînin.”

Sadir: Eger êrîş dubare bibe em ê bêdeng nemînin 

Sedir di dawiya daxuyaniya xwe de bal kişand ser serweriya axa Iraqê û bi vê gefê nerazîbûna xwe anî ziman: ”Heke ev êrîş dubare bibe em ê bêdeng nemînin, Iraq xwedî serwerî ye û em qebûl nakin kes serweriya welatê me binpê bike û ewlekariya welatê me tevlihev bike.”

Artêşa tirk roja 18’ê nîsanê de diyar kiribû ku wan operasyoneke nû li başûrê Kurdistanê li dijî şervanên PKK’ê daye destpêkirin. Tirkiye, di 23’ê nîsana 2021’an de li dijî Zap, Metîna û Avaşînê operasyon dabû destpêkirin. Tirkiyeyê di şer de encam negirt  û cerdevan û hêzên taybet ên girêdayî PDK’ê tev li operasyonê kiribû. Tirkiyeyê di demên pêş de komên mîlîter ên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) û pêşmergeyên Roj jî tevlî operasyonê kiribû. Ji ber ku ji operasyona ku salek e berdewam dike encam negirt. Wiha xuyaye ku dewleta tirk vê carê dixwaze PDK’ê jî tevli êrîşên xwe bike.”