3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Eroglu: Du+yek Dewletên tirk

Nivîskar Yaşar Eroglu vê hefteyê li ser têkiliya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re ji bo Rojnameya Welat nivîsand. Eroglu, Herêma Federal a Kurdistanê bi PDK’ê bi nav dike û wekî parçeyekî Tirkiyeyê dide nasîn.

Nivîsa Nivîskara Yaşar Eroglu ku bi sernavê “Du+yek Dewletên tirk” ji bo Rojnameya Welat nivîsî wiha ye:

Min weke du+yek sernav danî. Du dewletên bi navê tirk hene, di vê dawiyê de yek lê zêde bû. Ya + yek kîjan e? Gelo Azerbaycan e, Tirkmenistan e yan dewleteke ji koka xwe weke tirk tê zanîn a Asyaya Navîn yeke din e? Mixabin a + yek ji van dewletan yek nîn e. Dîsa mixabin ew a + yek bi eslê xwe kurd e. Navê wê Herêma Federal a Kurdistanê ye. Di sala 2003’yan de li gorî hiqûqa navdewletî rewa hatiye qebûlkirin.

Dewleta tirk a Kibrîsê bi dest û fermana Komara Tirkiyeyê hatiye avakirin, hê jî ev rewş di hiqûqa navneteweyî de mijara nîqaşên bênavber û bêdawî ye. + yeka tirk yanî Herêma Federal a Kurdistanê bêyî dînamîkên navxweyî, bêyî riza û bi dijberiya dewleta tirk ji aliyê DYA’yê ve hatiye avakirin. Komara Tirkiyeyê ji bo qelsbûn û xirabûna wê çi ji destê wê hat bêfikar û teredût kir. Herî dawiyê heyama referandûma Başûr bi tevlêkirina her du dewletên dagirker Îran û Iraqê roleke çalak lîst ku referandûm were betalkirin û bi zextên wan hat betalkirin. Heta heqareteke giran li serokkomar û serokwezîrê Kurdistana Federal kirin. Serokkomarê tirk Erdogan got, “werin ser hişê xwe em ê bikin ku hûn avê jî nebînin.” Li gel vê bêhurmetiyê serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi lava û minet li ber serokkomarê tirk çok veda ku têkiliyan pê re dayne.

Herêma Federal a Kurdistan bi gotine din PDK (ji ber ku mohra wê li ser Herêmê ye) çima bû + yeka dewleta tirk?

Komara yekpare; hemû partî, burokrasî, artêş, dewleta kûr û hemû sazî û dezgehên din aşkere dijberiya xwe ji bo kurdên başûr û statuya başûr diyar dikin û dijminatiya xwe venaşêrin. Lê PDK û hikûmeta Herêma Federal Kurdistanê bi înat û israr ji navikê xwe bi dewleta tirk girê dane. Her tiştî li ser gotina gorbihişt Mistefa Barzanî datînin ku gotiye, “tu car nebin dijminê dewleta tirk.” Ev gotin weke esaseke dîplomatîk dikare bê şîrovekirin. Lê paşevanên wî ev distûr bi awayê yekbûn û radestbûna dewleta tirk dîtine û têkiliyên xwe li ser vê bingehê dimeşînin.

Deriyê Kurdistana Federal ji aliyê aborî, siyasî, leşkerî, îstixbarî, dîplomasî û têkiliyên rojane ve heta dawiyê ji dewleta tirk re vekirine. Ji avabûna Herêmê vir ve bi dewleta tirk re têkiliyên bêrûmetiyê (tê zanîn rayedarên dewleta tirk ji serokwezîr bigirin heta serokkomar ji wan re digotin, serokeşîr û eşqiya) dimeşînin. Heta rehên wê digihîjin 50-60 salan. Nêzî pêncî baregehên leşkerî, saziyên îstixbaratê li Başûr vekirine. Di saziyên îstixbarat û taybet ên girêdayî PDK’ê de hevrêveberiya dewleta tirk heye. Kontrola dewleta tirk di her warî de serwer e. Çi dixwaze dide kirin; kuştin, girtin, îşkence jî tê de. Li ser axa xwe pêşevaniya artêşa tirk dikin, bi pişt ve gerîla dixin. Êdî rewş hatiye wê radeyê ku bi yek koordîneyê êrîşî ser gerîla bikin ku wan biperçiqînin.

Bi salan e jixwe vê yekê dikin. Di dawiya dawî de hevdîtina li Enqereyê ya bêyî ala Kurdistanê, serokê hikumeta Kurdistanê Mensûr Barzanî di bin banê ala tirk de bi Erdogan û Hakan Fîdan re hevdîtin pêk anî. Ev nîşaneya herî xurt bû ku Herêma Kurdistanê êdî xwe spartiye bextê dewleta tirk, yekbûna bi dewleta tirk re qebûl kiriye. Jixwe ji bo Papa pûlên bi ala Kurdistanê hatibûn çêkirin weke referandûmê xwedî derneketibûn.

PDK û Herêma Federal a Kurdistanê fermana xwe dane destê dewleta tirk. Her roj bi hevkariya wan çiyayên gerîla lêne tên bombekirin, operasyon pêk tên, ji Maxmûrê, Şengalê heta Rojava siyaseta dewleta tirk bi destê PDK’ê tê meşandin. Partiyên di hikumetê de hevpar in bêbandor kirine, dane aliyekî. Herêma Federal anîne asta wilayeteke Tirkiyeyê. PDK jî siyaseta AKP’ê li Kurdistanê rewa dike. Qeyrana aborî, nêzî faşîzmê pêkûtiyên li ser gel û derdorên welatparêz û demokrat, birçîbûn, rev û koçberiya ji Kurdistanê encamên vê siyasetê ne.

Li Kibrisê jî nêzî vê pergalê pergalek heye. Dewleta tirk dest davêje ku derê vê siyasetê dide rûniştandin. Dewleta li Kibrisê, tirk e, lê li Başûr? Başûr çima peykbûna tirkan û vê siyaseta qirêj bi navê Kurdistanê ji bo gel rewa dibîne, ev arîşeyeke gelek mezin e, navê wê ji bilî îxanetê tiştek nîn e.

Di bankayên tirk de bi TIR’an dolarên malbata Barzaniyan û li Tirkiyeyê bi hezarî zêdetir şîrketên wan hene. Rojnameyên Amerîkayê deşîfre kirin, malbata Barzaniyan bi trîlyonan dolar razemenî, avahî û vîla kirîne û kirine bin milkiyeta xwe. Kurdistan hatiye firotin, bûye wilayeteke tirkan, gel jê direve, ji biçîna dimire, zext û zora di her warî de heye xema Bazaniyan nîn e. Bes bila malbata Barzaniyan abad be.

Du+yek Dewletên tirk

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê