spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Deqên jiyana me

Mirov ji neqşên li ser bedena hev dinasin evîn, daxwaz û tirsên xwe. Neqşên li ser bedena mirov dibin deq û her deqek bi wateya xwe ya xweser dibe nasnameya mirovan. Ger hûn li kolanekê yan jî li dikanekê jineke ku li ser rûyê wê deq hene bibînin, kerem bikin hûn bi xêr hatin Kurdistanê.

Li erd û ezmanan hilnayê evîn. Hêza wê derî vedike ji dil re. Dil digerîne di aramiya bayekî nermik ê biharê de. Baweriyek dipêçe dil, zîl dide di dilê mirov de. Roj bi roj qayîm dibin rayên baweriyekê, bedena mirov dibe erdnîgariya evîna dilekî.
Li erdnîgariyekê mirov dil dikevin xwezayê, her parçeyekî xwezayê bi wate dibe, her wateyek li ser bedena mirov şîn dibe.

Kurdistan yek ji wan welatan e ku bi taybetiyeke çanda xwe balê dikişîne ser xwe û her taybetiyên hemû mirovan ji hev diguherîne. Jinên kurdistanî bi şeklên deqên xwe yên cur bi cur kolanan dixemilînin. Çîroka her şiklekî û wateya wan ji hev cudatir e. Lê her deqeke li ser bedena jineke kurd didin pey çîrokên cuda û bala mirovan dikişînin ser çîrokên xwe.
Em ê berê xwe bidin bajarên qedîm yên Kurdistanê û deqa li ser bedenan, bi taybet jî li ser bedena jinan bi we bidin nasîn.

Deqên ku li gelek bajarên Kurdistanê dibin nîşaneya çanda kurdan xwedî dîrokeke qedîm in. Berî zayînê di sedsala 5’emîn de şopên deqan li welatên Afrîka û Amerîkaya Başûr hatine dîtin. Piştî vê dîrokê li Avusturya, Îtalya, Mezopotamya, Yunanistan, Çîn û Zelandaya Nû jî çanda deqan di nav civakê de berbelav bûye.

Wexta mirov li dîroka çanda deqan dinêre mirov dikare bibêje ku berî serdema ku nivîs were keşfkirin ev çand wekî nivîsê hatiye bikaranîn. Di derbarê çanda deqan de di dîrokê de cara yekem di sedsala 6’emîn de Amidenus Astiusê bi tibê re eleqedar di pirtûka xwe ya bi navê “Medicae Artis Principes” de behsa deqan kiriye. Di pirtûkê de alavên ku di çêkirina deqan de tên bikaranîn û çêkirina wan hatiye nivîsandin.

Deqên li ser bedena mirovan ji dîrokê heta roja me bûne sembolên bawerî, evîn û bereketê. Di her şiklekî deqan de wateyeke cuda heye. Berî ku em behsa wateya şeklên deqan bikin divê pêşî em li amadekirin û çêkirina deqan binêrin.
Wek tê zanîn deq li ser çermê laş tê çêkirin û ger bi şêwazê berê were çêkirin heta bi hetayê ji cihê hatiye neqşkirin dernakeve. Ji ber ku taybetiyên çêkirina deqan hene û ev yek wek nîşaneye ji bo mirovan.

Di destpekê de şîrê dayikan dixin nava teniyê û distrin. Bi taybetî jî şîrên dayikên ku zarokên keç dimejînin tê bikaranîn. Di der barê vê yekê de hin nîqaş hene. Ji hin aliyan ve tê gotin ku şîrê dayikên ku kurikan şîr didin hinekî tîr e ji ber wê yekê bi kêr nayê. Lê di hin çavkaniyan de jî tê gotin ku ji ber ku zarokên keç wekî nîşaneya welidandina jinê ne, şîrên zarokên keç dimejin tê bikaranîn.

Piştî ku şîr û tenî tê têkelkirin, pêşî şeklê ku tê xwestin li ser dest, rû yan jî lingên mirovan tên xêzkirin. Cihên xêzkirî yek bi yek bi derziyê tên kutan. Di vir de ya girîng ew e ku cihê ku derzî lê dikeve divê xwîn jê were. Wexta ku xwîn jê hat, cihê xwînê bi wê tişta ku hatî amadekirin tije dibe.
Her çiqas vegotina vê yekê pir hêsan be jî ev pêvajo ne ewqasî hêsan e; têra xwe canê mirov diêşîne. Carinan mirov ta digire û dikeve nav nivînan. Lê li gel vê yekê jî watedayîna deqan girîngtir tê dîtin û bi sed salan e kevneşopî bi vî awayî berdewam dike.
Piştî ku deq li ser bedenê hat kutan bi çend rojekê cihê deqê hêdî hêdî qalikê xwe diavêje û şeklê deqê derdikeve holê.

Li Kurdistanê bi piranî kevneşopiya deqan li bajarên Riha, Mêrdîn û Amedê berdewam dike. Jinên li van bajarên kevnar dev ji vê çandê bernadin û fêrî nifşên nû jî dikin.
Her çiqas di roja me de wateya çêkirina deqan hinekî hatibe guhertin jî gelek wateyên girîng ên vê kevneşopiyê hene. Kesên ku dîroka deqan baş lêkolîn nakin dibêjin ku jin ji bo xweşikbûnê deqan li ser bedena xwe xêz dikin. Lê di rastiyê de gelek çîrok û wateyên deqan hene.

Li hin herêman tê dîtin ku jinan lêvên xwe bi deqan reş kirine. Li gor hin çavkaniyan berî îslamiyetê li bazarên Mekkeyê zilamekî xwestiye bi darê zorê jinekê maç bike. Jin birêxistin bûne û li dijî vê bûyerê li ser lêvên xwe deq çêkirine. Mirov dikare deqên li ser lêvan wekî berxwedan an jî serîhildanekê jî şîrove bike.
Bi piranî şeklên ku têne xêzkirin motîfa rojê ye. Li gor riwayetan ev şekl sembola jîrbûn, zîrekbûn û dilovaniyê ye. Tê bawerkirin ku kesên vî şiklî çêkin wê di axîretê de neşewitin. Her wiha motîfên rojê û heyvê nîşaneyên daxwaza jiyaneke bêdawî ne jî.
Motîfa ku dişibe xaçê bêtir ji bo nezerê ango da ku çavên xerab ji ser mirovan rabin tê xêzkirin. Sê xalên ku li ser destên zarokên kur tên xêzkirin da ku mirin ji wan dûr bikeve tê çêkirin.

Li ser gerdena hin jinan deqên darekê hene ku wekî dara jiyanê yan jî wekî dara binemala mirov tê şîrovekirin. Bi vî şeklî tê xwestin ku destpêk û bi dawîbûna jiyanê were şîrovekirin.
Ji bilî van şeklan gelek cureyên din jî hene. Her çiqas li ser şeklên wan lêkolîn hatibin kirin jî hê jî hin cureyên ku nepeniya xwe dihewînin hene. Pirî caran jinan da ku hewî neyên ser wan li ser bedena xwe hin motîf deq kirine. Jinên ciwan ji bo şibandina xweşikiya xezalê carinan şeklên xezalê deq kirine.

Wexta ku mirov ji aliyê wateyê ve kevneşopiya deqan binirxîne mirov bi rehetî dikare bibêje ku bawerî û daxwazên xwe bi xwe re bi awayekî şênber gerandine. Xurtbûna daxwaz û baweriyê hêviyek bi mirovan re çêkiriye. Ev hêvî bûne motîf û bedena mirovan xemilandine.
Kevneşopiyeke kevnare li gel wateyên xwe yên girîng û balkêş a dîroka kurdan, baweriya wan û hêviyên wan ên jiyanî digihîne heta roja me.

Her çiqas di roja me de deq li piraniya cîhanê bi wateyên cur bi cur werin çêkirin jî bingeha wan digihije deqan û motîfên deqan. Helbet di roja me de deqên ku li cîhanê têne çêkirin li gor her mirovekî xwedî wateyeke cuda ye. Heta dibe ku hin mirov tenê ji bo xweşikbûnê jî bedena xwe xêz bikin. Lê deqên li Kurdistanê tên çêkirin wekî kevneşopiyekê digihijin nifşên nû.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê