6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Keleha berxwedanê

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Li girtîgehên dewleta tirk zext û binpêkirina mafan, ji yên dema cûnteya 12’ê îlonê girantir bûne.  Di van salên dawî de rejîma AKP-MHP’ê bi polîtîkayên antî demokratîk bi hezaran kes kir zîndanan. Li seranserî cîhanê welatê ku herî zêde girtî lê hene dewleta tirk di rêza duyem de ye.

Li seranserî Tirkiyeyê hêjmara girtiyan kapasîteya girtîgehan derbas dike. Li gelek zîndanan li dijî girtiyên siyasî pêkanînên cûda tên ferzkirin. Komeleyên mafên mirovan û saziyên civakî di her firsendê de van pêkanînên dermirovî dixin rojevê. Tevî ku sûcên li girtîgehan bi belgeyan tên piştraskirin jî heya niha li dijî van kirinên dermirovî ti gav nehatiye avêtin.

Girtiyên siyasî yên di bin şertên giran de tên girtin û rojane dibin hedefa êrişên weke tacîz, îşkence û zextan, bi îradeyeke mezin li ber xwe didin. Bi sedan girtiyên ku ji ber van pêkanînên derqanûnî bi giranî nexweş ketine û nayên berdan hene.

Rejîma Faşîst a AKP-MHP’ê ji bo girtiyên nexweş neyên dermankirin serî li hemû rêyên derqanûnî dide.  Li himberî vê rewşa xirab malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin, bê navber di nava berxwedanê de ne.

Li gorî daneyên Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan dewleta tirk, li seranserî welat li hemû girtîgehan ji kapasîteya xwe zêdetir girtiyan digre.

Li seranserî Tirkiyeyê 384 girtîgehên ku kapasîtey wan 271 hezar û 823 kes hene. Di halê heyî de li van girtîgehan 309 hezar û 558 girtî hene. Yanî li gorî kapasîteya heyî li girtîgehan 37 hezar û 735 girtiyên zêde hene. Li gorî daneyên Midûryetê ji ber li zîndanan cîh nîne 81 hezar û 815 kesên ku ceza li wan hatiye birîn, di hepsa malê de tên girtin.

Ji ber li zindanan cîh nîne girtî di bin şertên giran de dijîn. Li girtîgehan kapasîteya odeyên li gor 4 ango 8 kesan hatine çêkirin ji ber nebûna cîh derxistine 24 kesan. Di van odeyan de ji ber nebûna cîh ranze nayên danîn, lewma gelek girtî li erdê radizên. Girtiyên di bin şertên giran de tên girtin û rastî her cûda îşkenceyê tên nexweş dikevin.

Li gorî daneyên Komaleya Mafê Mirovan li zîndanên dewleta tirk hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Ji van girtiyan rewşa 68 kesan giran e û 38 kes jî li ber mirênê ne.

Lê rejîma faşîst a AKP-MHP’ê bi guhertina qanûnan ji bo ev kes bên dermankirin poşmantiyê li ser wan ferz dike. Girtiyên ku ji doza xwe nayên xwar û xwedî li îradeya xwe derdikevin rastî her cûreyê şîdetê tên.

Di van çend mehên dawî de bi siyaseta rejîma AKP-MHP’ê ve girêdayî li zîndenên dewleta tirk asta tundî û îşkencaya li dijî girtiyên siyasî jî zêde bûye.

Mînaka herî berbiçav ya van êrişan di van demê dawî de li zindana Sîlîvrî û Patnosê pêk hat. Roja 6-7’ê Nîsanê li Zîndana Sîlîvrî hejmar 5 tîpa L bi qasî 60 gardiyanî êrişî birin ser girtiyên bi navê Ercan Morkoç û Ferhan Yilmaz. Di encama vê êrişa hovane de girtiyê Ferhan Yilmaz jiyana xwe ji dest da.

Di wêneyan de asta îşkenceya li Ferhan Yilmaz hatî kirin aşkere dibû. Li Girtîgeha Tîpa L a Panosê jî gardiyana îşkence li sê girtiyên siyasî kir.

Ev herdû êriş du mînakên ber biçav yên faşîzma dewleta tirk a li ser girtiyan ferz dike ye. Lewma divê li dijî van êrişên hovane û siyaseta qirkirinê helwestek hebe.

Li zîndanên dewleta tirk tevî hemû cûreyên înkar, îşkence û zextan jî wan pêk tên jî siyasî herdem bûne xwedî sekneke bi wate û bi rûmet. Dewleta qirker bi van êrişan ve hewil dide îrade girtiyan bişkîne û di wan de teslîmbûnê pêş bixe. Bi van êrişên ku di çarçoveya siyaseta çogdanînê de tên pêşxistin ve dixwazin kevneşopiya Berxwedana Zîndana Amedê ji holê rakin. Ev kelha berxwedanê ya ku bi sekina şoreşgerên mîna Kemal Pîr, Mazlûm Dogan, Alî Çîçek, Akîf Yilmaz, Sakîna Cansiz bi sedan qahramenên din hatiye avakirin wê wisa hêsan têk neçe.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê