3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

29 roj derbas bûn agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayê girtin

Silêman Ehmed rojnameger û edîtorê beşa Erebî yê ajansa Rojnews’ê beriya 29 rojan li deriyê Pêşxabûrê ji alî PDK’ê ve hatibû desteserkirin û heta niha tu agahî jê nayê girtin.

Edîtorê beşa Erebî ya ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmehê dema xwest di ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 29 rojin agahî jê nayê girtin.

Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê bi daxuyaniyek tijî berovajîkirin û nerast gotin ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniye’ û bi eşkere gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman kirin û îtiraf kirin ku wî revandine. Silêman Ehmed nêzî 5 salin di beşa Erebî ya ajansê de wek edîtor dixebite.

Di vê derbarê de Rojnews daxuyaniyek da û destnîşan kir ku PDK ji ewlehî û jiyana edîtorê wan Silêman Ehmed berpirse. Di daxuyaniyê wiha hate gotin: “Em weke Ajansa Rojnewsê, tometbariyên nerast yên Asayîşa Duhokê ya PDK’ê bi tundî red dikin û şermezar dikin. Em daxwaz dikin ku aqûbeta Silêman Ehmed di zûtirîn dem de were aşkerekirin û berdan. PDK ji ewlehî û jiyana edîtorê ajansa me Silêman Ehmed berpirse. Li gel ku bertek û helwestên dijî revandina Silêman Ehmed zêde dibin, her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed  jî zêde dibin. Lê hîna ji bilî daxuyaniyek tejî derew a PDK’ê, tiştek din ji aliyê hikûmeta Herêmê ve derbarê rewşa Rojnamevan Silêman Ehmed de nehatiye ragihandin.”